Platforma Jinan a Enqerê: Em ê li hemberî tifaqa mêr bisekinin

Platforma Jinan a Enqerê, derbarê hilbijartina tura 2’emîn ya serokkomariyê de diyarkirin ku wê li dijî tifaqa mêran bisekinin û gotin: “Encama ku ji sindoqan derbikeve çi be bila bibe ji bo jinan wê têkoşîn bi dawî nebe.”

Enqere – Platforma Jinan a Enqerê, derbarê hilbijartina 28'ê Gulanê ya serokomariyê a tura 2’emîn de li avahiya Yekitiya Mulkiyeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de jinên endamên Rêxistina herêma Enqere ya Partiya Demoqratîk a Gelan (HDP), Şûbeya Enqere ya Komeleya Mafa Mirovan (ÎHD), Odeya Tabîb ya Enqere (ATO) jinên endamên rêxistinên civaka sivîl bejdar bûn. 

‘Em teslîmî tifaqên mêrsalariyê nebûn’

Di civînê de pankarta ‘Rê ji bo dijminê jinan re nîne’ hate vekirin û  Metna daxuyaniyê ji aliyê  endama platforma jinan a Enqere Ayşe Ugurlu ve hat xwendin û wiha hate gotin: “Hêza me heye ku em tifaqa serdest a mêr têk bibin. Di 21 salên îktîdara AKP'ê dê tenê polîtîkayên dijminatiya jinê hat pêşxistin. Wekî qedexeya kurtajê, xespkirina mafê nefeqayê, betalkirina Peymana Stenbolê, qetilkirina jinan, dijminatiya li hemberî LGBTÎ+, tunehesibandina zimanê dayikê û gelek binpêkirina mafên mirovan. Bêcezahiştina tecawizkar, êrişkar û kujeran û pêşxistina newekheviyê û parastina zimanê dijminatiyê bû sedema ku jin di nav 4 dîwaran de bên hepskirin. Jin li kolanan li hemberî şîdeta mêr bêçare mane.”

‘Ji bo em bêjin ji dijminê jinan re rê nîne divê em vê dîktatoriyê bişînin’

Ayşe Ugurlu destnîşan kir ku niha partiyên ku bi polîtakayên xwe ên dijmintiya jinan tên nasîn hêjmara wan ya li Meclîsê zêde bûye û wiha got: “Em bang li jinan dikin bila bên û em hevdû hembêz bikin, piştevaniya xwe û têkoşîna xwe mezin bikin. Em bi hêza têkoşîna jinan carek din dibêjin ku; Em ê li dijî tunehesibandinê, binpêkirina mafan, kujerên Gonca Kurîş, kesên ku Peymana Stenbolê betalkirine, kesên ku rê li ber zewicandina zarokan vekirine têbikoşin û ji ber ku hêzek ya me wisa heye. Di vê pêvajoyê de em ê rejîma yek kesî têk bibin. Ji bo têkbirina rejîmê têkoşîn pêwîste. Em dizanin ku encama hilbijartinê çi dibe bila bibe têkoşîn dê bidome. Di pêvajoyeke wisa de em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin, em ê ji bo polîtîka û daxwazên xwe xwe bi rêxistin bikin. Em rê nadin polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî jinan. Wekî her roj îro jî carek din ji bo azadiyê têkoşîn."

Daxuyaniya jinan bi dirûşma ‘Em teslîmê tarîtiyê nabin’ û ‘Jin jiyan Azadî’ bi dawî bû.