Platforma Jinan a Enqerê banga beşdariya meşa 25’ê Mijdarê kir

Platforma Jinan a Enqerê bi boneya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û banga tevlîbûna meşê kir û got: “Li hemberî zext, zordarî û tirsê emê bibin dengê aştî, edalet û berxwedanê.”

Enqere- Platforma Jinan a Enqerê bi boneya 25'ê Mijdarê roja têkoşîan li dijî tundîtûjiya ser jinê a cîhanî li Şaxa Egîtîm Sen a Hejmar 1 kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de pankarta ‘Li dijî şer, qeyran û tundiya dewlet û mêr dicivin’ vekirin. Daxuyanî ji aliyê endama platforma jinan a Enqere Emîne Akyazili ve hat dayîn.

‘Emê têkoşîna xwe berfireh bikin’

Emîne Akyazi bal kişand ser tundîtûjiya beramberî jinan û polîtakayên desthilatê ên li beramberî jinan û wiha got: “Piştî ku bi biryara yek mêrî ji Peymana Stenbolê vekişiya, niha di rojeva hikûmetê de guhertinên Destûra Bingehîn, Qanûna bi hejmara 6284'an a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, guhertina Qanûna Medenî, di nav de rêziknameya nefeqeyê û navbeynkariya malbatê heye. Weke jin em ê li dijî êrişên li ser mafên xwe yên bi dest xistine bên ba hev û têkoşîna xwe ya wekheviyê berfirehtir bikin.”

Emîne Akyazî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên siyasî ên dagirkirina Fîlîstînê, têkiliyên siyasî û aborî ya hikûmetê bi Îsrailê re, serbestberdana kujerê Hrant Dink, Ogun Samast û serbestberdana kujerên jinan û wiha dom kir: “Emê ji bo girtiyên siyasî ên jin, jinên ku hewl didin xwe biparêzin têkoşîna xwe bidomînin. Emê li dijî polîtîkayên dijminatiyê û serbestberdana kujerên jinan têbikoşîn. Li hemberî zext, zordarî û tirsê bibin dengê aştî, edalet û berxwedanê. Emê li dijî şer bicivin û dengê aştiyê mezin bikin.”

Emîne Akyazî  banga tevlîbûna meşe kir û got: “Emê di 25'ê Mijdarê di saet 16.00’an de li Qada Kolejê bin û li vir emê meşa jinan li dar bixin."