Pitikek 4 mehî di riya koçberiyê de jiyana xwe ji dest da

Pitikek 4 mehî ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên girêdayî dewleta Tirk di riya koçberiyê de ji serma qefilî û jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Pitikê bi navê Nûh Mihemed Reşo yê 4 mehî îro danê sibê di encama rêwîtiya dirêj a koçberiyê de ji ber sermayê, li stargeha li stadyûma Şaredariya Reqayê ku malbata wî lê dimîne, jiyana xwe ji dest da. 

Zarokê bi navê Nûh Mihemed Reşo ji bajarê Bilbilê yê girêdayî kantona Efrîn û Şehbayê ye.

Bi deh hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehba û bajarê Helebê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker biryar girtin ku ji herêma Şehbayê ya di bin dorpêça çeteyan de mabû xwe bigihînin herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçberên Heleb, Şehba û Efrînê pêşwazî dike û li navendên penaberiyê bi cih dike.