Piştî serhildanên li Îranê li dibistanan rêveberî hatin guhertin

Şîler K. guhertina rêveberiya dibistanan a piştî serhildana li Îranê nirxand û got: "Pergalê hîs kir ku hin rêveber hevkariyê nakin" û sedema guhertinan jî anî ziman.

WAYAN AMÎNÎ

Urmiye – Jîna Emînî 16’ê Cotmeha 2022’an de li Tehrana Îranê ji ber ku hicaba xwe baş negirtibû ji aliyê 'polîsên exlaq' ve hatibû qetilkirin. Piştî bûyerê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jinan serhildana “Jin, jiyan, azadî” hat destpêkirin. Her çiqas dewleta Îslamî ya Îranê di berxwedana dîrokî de gelek rêbazên zextê yên wekî darvekirin, îşkence, girtin, revandin, jehrîkirin û hwd. bi kar anîbe jî gel ji têkoşînê paşve gav neavêt.

Yek ji lingên herî girîng ên berxwedanê xwendekar bûn. Hêzên ewlehiyê ji bo tepeserkirina xwepêşandanên xwendekaran avêtin ser gelek dibistanan û di encamê de gelek xwendekaran jiyana xwe ji dest dan. Rêveberên dibistanan jî yek ji komên di bin zextan de bûn. Di dema ku hinekan bi hêzên ewlehiyê re hevkarî kirin û agahî dan wan, hinekan jî red kirin û rastî gef û dozê hatin. Di encamê de sala borî gelek midûrên dibistanan ji kar hatin dûrxistin. Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine belavkirin, zêdetirî 20 hezar midûrên dibistanên bajarên cuda hatine guhertin. Endamê Sendîkaya Mamosteyan Şelîr K. ku ji ber ewlehiyê navê xwe negot, der barê van guhertinan û encamên wan de bersiv da pirsên me.

*Hûn li ser sedem û armancên Wezareta Perwerdeyê ya der barê guhertinên berfireh ên rêveberiya dibistanan piştî serhildanên gel de çi difikirin?

Beriya her tiştî divê serîlêdanên xebatkarên perwerdeyê yên ku dixwazin di wezîfeyên rêveberiyê de bixebitin bên qeydkirin û divê ew bikevin îmtîhanê. Ya herî girîng jî qadên gel bi hilbijartinên navxweyî yên ji aliyê rêveberên herêmê û ewlekariyê ve tên diyarkirin. Ger were pejirandin, dibe ku ew ji pozîsyonek rêveberiyê berpirsiyar bin. Piştî serhildanê sîstemê di bergeha xwe de hinek qelsiyên rêveberiyê dîtin. Hîs kir ku hin ji rêvebiran bi ciddî hevkariyê nakin an jî ku hin ji van rêvebiran di projeyên hikûmetê de kêmtir çalak in. Ji ber vê yekê jî li hember pêvajoya hilbijartina rêveberan hestiyartir bûne. Wan karmendên ku ji armancên wan nêzîktir bûn, tayîn kirin cihên pêwîst. Wan kesên ku xwedî kapasîteya rêberiya xwendekaran li gorî daxwazên xwe hilbijartin.

*Li gor we ev guhertin di bin bandora pîvanên pîşeyî û perwerdeyî de ne, yan jî zêdetir ji ber zextên siyasî û ewlehiyê?

Hilbijartina rêveberan, bi taybetî jî rêveberên di postên bilind de, bi motîvasyona ewlekarî-polîtîk tê kirin. Her çend ev pêla guhertinan di astên rêveberiyê de di piraniya hikûmetan de hatibe jiyîn, vê carê proseya hilbijartina rêveberan bi hesasiyeteke ewlehiyê ya mezintir hat kirin. Her wiha agahî hene ku hin rêveberên dibistanan rasterast bi saziyên ewlehiyê re hevkarî kirine.

*Hûn rola perwerdekar an jî rêveberiyên dibistanan li hemberî protestoya çawa dinirxînin?

Hin mudîr an kesên di koma rêveberiya dibistanê de bi mekanîzmayên tirsê nêzî xwendekaran dibin. Weke mînak pirtûkên xwendekaran kontrol dikin ka wêneyê Humeyni çirandine yan jî li ser derî û dîwarên dibistanê li sloganan digerin. Çend xwendekar kom dikirin û digotin 'ev destnivîsa we ye'. Helbet ev rewş ji ber tirsa xwendekaran çêdibû. Di hin rewşan de, xwendekar bi derxistina ji dibistanê  û belavkirina agahdariya pergalên hukûmetê hatin tehdît kirin. Di dema bilindbûna serhildanê de, navendên asayîşê her roj gazî rêveberan dikirin û zextê li wan dikirin ku her tiştî di bin kontrolê de bihêlin û pirsgirêkan ji wan re ragihînin.

*Rêveberên ku red kirin bi saziyên ewlehiyê re hevkariyê bikin çi jiyan kirin?

Ger ewlehî, fêr bibe ku mamosteyek rexne li hikûmetê dike yan jî mamostayek naverokek li dijî hikûmetê diweşîne, departmana îstixbaratê destpekê têkilî bi wê/wî datanî û gefa dûrxistina kar dixwar. Hin mamosteyên departmana îstixbaratê rastî gefan hatin û teahûd hatin girtin. Her wiha der barê wê/wî mamosteyê de doz hatin vekirin. Lîsteyek reş ku ger mamosteyek di warê ewlehiyê de ne bi ewle be dê were tomarkirin û destpekê mafê wî/wê tune ku tu pozîsyonek rêveberiyê de cih digre, heye. Piştre der barê wê/wî de cezayên wekî ji kar derxistina demkî yan daîmî dê li ber çavan werin girtin.

*Wezareta Perwerdeyê dema midûrên dibistanan hildibijerê kîjan pîvanan esas digre? Pisporî û girêdana pîşeyî yan jî girêdana bi polîtîkayên hikûmetê re?  

Dema ku em di warê serxwebûna perwerdeyê de difikirin, ne rast e ku em darazek giştî ka ew bi tevahî bêeslbûye an ne bikin. Di pozîsyonên wekî erkdara ewlehiyê û midûrê herêmî de berê xwe didin pisporiya perwerdehiyê ango dilsoziya mirov ne girîng e. Di pozîsyonên hin kêmtir hesas de, pisporên ku li ser bingehek profesyonel dixebitin jî hene.

*Bandoreke çawa ya guhertinên berfireh ên rêveberiyê li ser kalîteya perwerdeyê û atmosfera giştî ya dibistanan heye?

Bi van guhertinan re mamosteyên pispor tînin rewşa nekêrhatî. Di wadeya dirêj de kêmbûna agahiyan dê rêveberiya kar a li dibistanan bi awayekî cidî bi bandor bike û îhtîmala qeyrana perwerdeyê zêde bike.

*Herî dawî, hûn wek aktîvîstek sendîkayê ji bo başkirina şert û mercên heyî û asta perwerde û îdarî ya dibistanan çareseriyên çawa pêşniyar dikin?  

Tevî çarçoveyên hikûmeta heyî jî guhertinên cidî ne mimkûn e. Ji ber ku hemû perwerde encama rêveberî û polîtîkayên siyasî ne. Yek ji riyên bilindkirina asta xwendinê ew e ku derkevin derveyî  çarçoveyên hikûmetê ango li derveyî dibistanê xwe bispêrin perwerdeya bê qezenc. Qada medyaya dijîtal, hawirdorek guncav e ku naverok ji aliyê pisporan ve were kontrolkirin û hilberandin. Mînak, dibistan destûr nadin ku mamosteyên dîrokê rastiyên dîrokî vebêjin lê hilberîna naveroka elektronîkî ji bo ku mamosteyên pispor ên bi vî awayî li ser karê xwe zêdetir bibin xwedî kontrol, dikare bibe riyeke baş.