Piştî qetilkirina Elewiyan gelo wê Sûriye ber bi şerekî mezhebî ve biçe?
Di bin navê 'Bermahiyên rêjîma berê' cureyên tundî, kuştin û komkujiyên komî li herêmên perav ên Sûriyeyê zêde dibin. Ev jî rê li pêşiya şerê mezhebî vedike, pevçûnên Sûriyeyê kûrtir dike û gefan li pêşeroja welêt dixwe.

AVRÎN NAVDAR
Hesekê – Sûriye bi pirrengiya pêkhate, çand û olan ve tê nasîn. Yek ji daxwazên gelê herêmê ew e ku hemû pêkhate di bin sîwana pergalek demokratîk û ne navendî de bijîn. Ji ber vê yekê ew têdikoşin. Hilweşîna rêjîma Baasê yek ji destkeftiyên gelê Sûriyeyê bû. Lê piştî hilweşîna rêjîmê û destserkirina cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ji rêveberiya Sûriyeyê re bêyî ku nûnertiya gel û pêkhateyên herêmê bike. Ev jî ji pevçûnên Sûriyeyê kûrtir kir.
Sûriye bi pêkhate û mezhebên xwe navdar e
Sûriye yek ji welatên ku bi çand û pêkhateyên xwe dewlemend e. Tevî meşandina siyasetên îmhakirin û qirkirinê ji aliyê rêjîma Baas ve, lê dîsa pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr di dirêjahiya dîrokê de karîbûn bi hevdu re bijîn. Di heman demê de cudahiya di çandên Sunî, Elewî, Şîî û Xiristiyan ve navdariya Sûriyeyê zêdetir dikir.
Tevî hewildanên desthilatdarên otorîter û serdest ji bo afirandina sîstemeke otorîter û navendî ya ku hemû pêkhate û olan di bin yek mezhebeke etnîkî de bindest dike, lê gelê Sûriyeyê teslîmî van kiryaran nebûn. Jiyana hevbeş û pirrengî yek ji armancên gel bû ku dest bi têkoşîn û berxwedana xwe kirin.
Bi derketina çirûska şoreşa Bihara Gelan, gelê Sûriyeyê û bi pêşengiya jina Sûrî ya cesaret herikîn qadên azadiyê û daxwaza hilweşîna rêjîma Baas kirin, her wiha bi hêviya ku pergalek demokratîk mafê hemû gelê Sûriyeyê misoger bike, ava bikin. Di heman demê de îradeya jina Sûrî her bûye çavkaniya destkeftiyan li ser asta siyasî, aborî û civakî.
Xeyal û armancên gelê Sûriyeyê ku beriya 13 salan dixwestin, pêk hat. Bi hilweşîna rêjîma Baasê di 8'ê kanûna 2024'an re desthilatdariya îmhakirinê ya ku 61 salan xwe didomîne, bi dawî bû. Ew jî bi windabûna serweriya Beşar El-Esed li ser paytexta Sûriyeyê Şamê û desteserkirina rêveberiya Sûriyeyê ji aliyê cîhadîstên Heyete Tehrîr El-Şam (HTŞ) bi serkêşiya Colanî ve, pêk hat.
Kujerên jinan di ‘Konferansa Serkeftinê’ ya cîhadîstan de bûn
Prensîb û yasayên rêveberiya demkî ku xwe wek alternatîveke rejîma Sûriyê ya berê dibîne çi ne? Taybetmendiyên kesên serkêşiya wê rejîmê dikin, ku destên wan bi kuştina jin û sivîlan reng girtî ne mîna Colanî, Ehmed El-Casîm “Ebû Emşa” û Hatêm Ebû Şeqra, kujerê çalakvana siyasî Hevrîn Xelef û şopînerên wan ên ku beşdarî “Konferansa Serkeftinê” bûne, çi ne? Gelek ji van pirsan dema em bersiva wan bidin. Em pêşerojeke nenas dibînin ku Sûriye ber bi wê ve diçe.
Îro eger em rewşa ku Sûriye têre derbas dibe û wêneya ku li ber çavên hemû cîhanê xuya dike bibînin. Em di destpêka rêya cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) de ji bilî kuştin, tundî, çewisandin û nepêjirandina pêkhate û mezhebên din tiştekî din nabînin. Ev hemû kiryar jî di pêvajoya ku HTŞ'ê bi pêvajoya avakirinê, pêk tên. Eger bingeh bi komkujî li dijî gel, jin û zarokan li herêmên peravên Sûriyeyê dest pê bike. Wê demê encamên wê dil êş in ji êşa ku Sûriye di pêşerojê de wê bikişîne.
Çavkaniyên tawanên çeteyên HTŞ'ê li beravên Sûriyeyê belge dikin
Di bin navê "Bermahiyên rêjîma berê" cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ku ji 6'ê Adarê ve li herêmên peravê yên Sûriyeyê dest bi kuştin, tundî û komkujiyan kirine. Li gor bilançoyên Çavdêriya Sûriyeyê ya Mavên Mirovan hatine tomarkirin. Hejmara kuştiyan heya roja şemî gihîştiye 745 sivîl, her wiha 29 komkujî pêk hatine.
Çavdêriya Sûrî diyar kir ku tiştê li herêmên peravên Sûriyê diqewime "jenosîdeke sîstematîk" li dijî Elewiyan e. Di belgekirina kuştina sivîlan, zarok û jinan de. Çavdêriyê tekez kir ku li hin deveran sivîl hatin serjêkirin û hinên din bi îdamkirinê bi gulebaranê hatine kuştin. Di heman demê de çavdêriyê eşkere kir ku di encam şer û pevçûnên roja duyemîn elektrîk, ava vexwarin û nan li hin deverên Laziqiyê hatin qutkirin. Her wiha peywendî jî hatin qutkirin û rewşa ewlehiyê têk çû. Ji ber vê yekê bi hezaran welatiyên sivîl koçî Lubnanê bûn.
Piştevaniya Tirkiyê ji komkujiyan re
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA, komên cîhadîst bi armanca tolhildanê gihiştine herêmên peravê. Her wiha Tirkiyeyê û Qeter ve piştevanî dane cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam. Di hin dezgehên raghandinê yên girêdayî Tirkiyeyê de jî komkujiyên ku cîhadîst li herêmên beravê yên Sûriyeyê pêk anîne bi "Parastina Rewa" pênase kirin.
Aştî û demokrasiya ku Colanî bang dikir li ku ye?
Colanî dirûşmên xwe yên ji bo pêkanîna aşîtiyê li Sûriyeyê bi riya medyayê dubare dikir, komkujiyên ku li deverên beravê hatin dîtin, rastiya van dirûşmeyan eşkere dike. Ev dirûşim ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe yên kesayetî û desthilatdarî bû.
Ji ber vê yekê em îro dibînin ku di gelek daxuyanî û raporên saziyên sivîl, mirovî û kesayetên siyasî de, pirsek ji Colanî û çeteyên wî re tê kirin: Li ku derê ye aşîtî û demokrasiya ku we bang dikir?
Nakokî û pevçûn metirsiyê li ser jiyana jinên Sûriyê zêdetir dikin
Jina Sûrî ya ku ji bo bidestxisitna destkeftiyan û misogerkirina mafên xwe di hemû warên jiyanê de, têkoşiya. Yek ji armancên ku têdikoşin ew bû ku rola xwe li ser asta siyasî, aborî û civakî de bilîze, bi taybetî jî di standina biryarên çarenûsa pêşeroja gelê Sûriyeyê de xwe xurtir bike. Ev yek li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi avakirina modeleke demokrasî û wekheviyê di hemû qadên pratîk û siyasî de pêk hat.
Bi rûxandina rêjîma El-Esed a otorîter re, ku mafên jinan tenê bi rojeveke çandî û navxweyî re sînordar kiribû, nakokî û pirsgirêkên ku jin ditîdin niha kûrtir bûye. Cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam jî binpêkirin û kiryarên xwe dimeşînin, her wiha îslama radîkal ferz dikin. Ew çand, mezheb û netewên cihêreng li Sûriyeyê red dike. Di heman demê de daxwaz û hebûna jinan jî pûç dike. Ev yek jî di sûc û kiryarên ku jin li herêmên peravê û bajarên din ên Sûriyeyê pê re rû bi rû tên, diyar dike.
Pêwîstiya Sûriyeyê bi aştî û civakeke demokratîk heye
Binpêkirinên ku îro li dijî gelê Sûriyê tên kirin û dabeşkirina Sûriyê di navbera pêkhate, mezheb û ol de, dê nikaribe pirsgirêk û nakokiyên ku gelê Sûriyê pê re dijîn çareser bike.
Îro em dibînin ku pêdiviya Sûriyê bi xebata aştî û civakeke demokratîk heye, eger banga “Aşîtî û Civakek Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bicihanîn ku hewl dide van nakokî û pevçûnan çareser bike, wê demê Sûriye ji bo jiyana bi rûmet dê bi ewletir û aramtir bibe.