Piştî qedexekirina çalakiyan leşker li gelî bi cih bûn
Dema ku walîtiya Rizeyê ji bo ku Cengîz Înşeat Geliyê Îşkencedereyê tune bike û kana keviran çêbike, li Îkîzdereyê qedexeya çalakiyê ya 15 roj hat ferz kir, leşker li her derê gelî bi cih bûn.
Navenda Nûçeyan - Walîtiya Rîzeyê yekser piştî ku qedexeyên derketina derve ya bi navê "girtina tevahî" xilas bû, 15 roj qedexeya çalakiyê li Îkîzdereyê ferz kir da ku Cengîz Înşeat karibe kana ku li Geliyê Îşkencedereyê plan dikir ava bike. Piştî qedexe hat ragihandin, leşker li seranserê gelî bi cih bûn. Hemû rêyên herêmê hatin girtin, kontrol hatin asta herî jor.
Daxuyaniya walîtiyê wiha ye:
"Ji bo parastina maf û azadiyên bingehîn, maf û azadiyên kesên din û nîzama giştî, ji bo misogerkirina seyrûsefera giştî û ewlehiya rêwiyan, pêşîgirtina bûyerên tund û belavbûna wan, pêşîgirtina li rewşên neyînî yên gengaz, qad, kolan, cade, park û hemû herêmên wekirî; meş, xwepêşandan, çalakiya rûniştinê, grevên birçîbûnê, vekirina stand, kon, civînên hundir û derve, bi konvoyên bi wesayîtên weşanê yên bi deng, kampanyayên îmzeyan, konseran, festîval û mitîngan, belavokan, danezan û organîzekirina bûyerên wekî belavkirina broşur, daliqandina afîş û posteran, pêşwazî û xatirxwestin, çêkirina daxuyaniyên çapemeniyê (ji bilî partî, sendîka, komele, kongreyên rêxistina ne-hikûmî, daxuyaniyên çapemeniyê tenê di nav avahiyên partiyan de, bi şertê rêzikên mesafeya civakî pêk anîn). Pêkanîna wan li gorî bi xala 11’emîn a Zagona Rêveberiya Walîtiyê ya bi 5442 û Civîna bi Hejmara 2911 û li gorî xala 17’an, bi erêkirina qeymeqamtiyê di dîroka 16/05/2021 û bi jimare 2835, biryar hat girtin ku di roja 17/05/2021’an demjimêr 00:01’an de ji bo 15 rojan were qedexekirin "