‘Piştî hilbijartinê vederkirina jinan şîdeta siyasî ye’

Aktivîsta mafên mirovan Letîfa Boşwa, diyar kir ku di pêvajoyên hilbijartinan de jin di refên pêş de xebatan dimeşînin lê piştî hilbijartinê tên vederkirin û got ku ev yek li dijî jinan şîdeta siyasî ye.

RECA XEYRAT

Mexrib- Jinên Mexribî ji bo di parlamentoyê de nûnertiya jinan zêdetir bibe têkoşîna xwe didomînin. Li Mexribê di nîvê pêvajoya duyemîn a meclisê de, encamên hilbijartinê yên meclisê, ji ber qeslbûna nûnertiya jinan tê rexnekirin.

Endama Yekitiya Mafên Jinan a Federal Letîfa Boşwa li ser bandora zihniyeta desthilatdariya mêr a li Mexribê di serî de parlamento, di gelek waran de xwe dide der nirxandin kir. Letîfa Boşwa, diyar kir ku qelsbûna jinan a di Meclisa Şêwirmendan de, bi destkeftiyên jinan ên di warê mafên mirovan de bi nakok e û wiha got: “Berê jî me gotibû ku di Federasyona Yekitiya Mafên Jinan de di komîteyên Meclisa Şêwirmendan de nûnertiya jinan kêm e. Nûnertiya jinan a di parlamentoyê de pir qels e û ev benda 19’an a Makezagona ku rêgeza wekheviyê dihewîne îhlal dike. Di vê mijarê de berxwedana jinan heye. Makezagona Mexribê di warê mafên jinan de pêşketinek çêkir û ji ber ve yekê ji bo wekheviyê îradyek bi hêz a siyasî divê were nîşandan.

‘Divê pargala hilbijartinê careke din di çavan de were derbaskirin’

Letîfa Boşwa wiha domand: "Rastiya nûnertiya siyasî ya jinan û wekheviyê rastiyeke tehl e ji ber li dijî benda 19’an ji destûra perspektîfa wekheviyê ye. Tişta tê xuyakirin berxwedaneke dijwar heye û îradeya siyasî ya xurt tune ye, ji bo ku ber bi aliyê pêkanîna wekheviyê ve biçe. Bi taybetî destûra Mexribê di vî warî de pêşketî ye. Divê desteya wekheviyê were aktîfkirin ji ber wê alîkariya pêkanîna wekheviyê bike. Ne tenê di rêjeya nûnertiyan de di rêveberî û hemû saziyên zagonî de."

‘Di navbera tiştên di makezagonê de hatine diyarkirin û pratîkê de nakokî hene’

Letîfa Boşwa wiha pêl da axaftina xwe: "Îro roj em nebûna îradeya rastîn di vî aliyî de dibînin û berê xwe didin sendîka û partiyên siyasî û hemû desteyên cuda. Di nav de odeya pîşesazî û bazirganiyê ku şêwirmendên nûnetiya wê dikin hildibjêre. Nebûna niyeteke zelal ji bo pêkanîna wekheviyê tê tomarkirin ji ber zagonên rêxistinî bi taybet yên partiyên siyasî dibêjin ku rêjeyek di hundirê desteyan de û dezgehên van partiyan heye lê belê nebûna tedbîran û awayên ku mirov dikare xwe pê biparêze ger partiyên siyasî nûnertiya jinan ne li gorî zagonan bimeşînin zelal dike ku îradeya siyasî li cem çalakvanên siyasî tune ye ji bo jin bigihîjin navendên pêkanîna biryarên siyasî."

‘Em hê jî ji wekheviyê dûr in’

Der barê zagona partiyên siyasî de diyar kir ku divê di nav xwe de destnîşan bi wekheviyê bike û bal kişand ku federalîzm daxwaza hebûna wekheviya jimarî cuda di hemû sazî û biryarên û saziyên siyasî de dike. Di heman demê de metirsiya xwe anî ziman ji ber guftugoyên der barê zagona hilbijartinan dibe bi taybet zagona partiyan jin têde ne amade ne.

Letîfa Boşwa di dawiya axaftina xwe de got: "Piştî 13 salan îro hê jî em ji wekheviyê dûr in. Ev rewş divê were rexnekirin. Di navbera tiştên di Makezagona Mexribê de hatin diyarkirin û pratîkê de nekokiyên mezin hene.”