Piştî erdhejê li Semsûrê çi diqewime?
Li Semsûra ku zêde ji erdhejê zirarê dît, di nava du salan de zewicandina zarokan 3 qat zêde bû. Li bajarê ku tenê nexweşxaneyek dixebite, şîdeta li dijî jinan, nexweşiyên şewbê, jiberçûna zarokan û bûyerên mirina bi guman zêde dibin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr – Di nava 11 bajaran de yek ji bajarên ku di erdhejê 6’ê Sibata 2023’yan a navenda wê Mereş bû, herî zêde zirarê dît Semsûr bû. Li Semsûra ku xizara mezin a erdhejê çêbû, ji hezar û 485 zêdetir avahî hilweşiyan, ji 68 hezarî zêdetir avahiyan jî xisar dîtin. Li gorî daneyên fermî; di erdhejê de li Semsûrê 8 hezar û 387 kesan jiyana xwe ji dest dane lê şêniyên bajar diyar dikin ku hejmara gelek zêdetir e.
Li bajarê ku bûye cihê şantiyeyan, gelek qadên xirbeyan, ji bo qada rezervê hatine îlankirin. Li gelek derên bajar hem li cihê avahiyên ku xirab bûne hem jî bi malên erdhejê re li bajar xebatên îşanetê didomin. Li gorî daxuyaniyên fermî; li bajar 31 hezar û 406 mal hatine teslîmkirin, avakirina malên din jî didome lê li gorî Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyaran (TMMOB) li bajar, înşaeta 8 hezar û 26 malan hê didome û di 2 salan de tenê 5 hezar mal hatine teslîmkirin.
Kûleya saetê ya li navenda bajar, hê jî saeta ku erdhej çêbû ango 04.17 nîşan dide. Weke kûleya saetê gelê Semsûrê jî hê erdheja 6’ê Sibatê dijî.
Tevî ku du sal derbas bûn jî hê şopên erdhejê li bajar hene, erdhejzede jî şîna xizmên xwe yên mirî digrin. Di nava du salan de erdhejzedeyan hewl dan birînên xwe derman bikin lê ji ber mercên xirab û tunebûna pêdiviyan rewş her çû kronîk bû.
Pirsgirêka xaniyan, nexweşiyên şewbê, şîdeta li dijî jin û zarokan, zewicandina zarokan û mirina bi guman li bajar her diçe zêdetir dibin. Tevî van jî xizmeta li bajar bi taybetî di warê tendirustiyê de pir kêm e.
Seroka Şaxa Semsûrê ya Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) Rengîn Kiliç, li ser bûyerên piştî erdhejê çêbûne ji ajansa me re axivî.
Li bajar tenê nexweşxaneyek dixebite
Rengîn Kiliç diyar kir ku piştî erdhejê li bajar tenê nexweşxaneyek bi derfetên kêm dixebite, got ku ji bo jin û zarokan nexweşxaneyek hatiye çêkirin lê hê neketiye xizmetê.
Rengîn Kiliç, got ku kesên li gund û navçeyan dijîn nikarin xwe bigihîjînin xizmetên tendirustiyê, da zanîn ku jinên li herêmên gundewar dijîn hem ji ber pirsgirêka aborî hem jî çûnhatinê dest ji dermankirinê berdane.
‘Qadên bajarê konteyner barê jinan girantir dike’
Rengîn Kiliç diyar kir ku li bajar 120 hezar kes li bajarê konteynir dimînin û bal kişand ku li wan deran sûcên li dijî jinan zêdetir dibin. Rengîn Kiliç wiha got: “Ji bo jinan jiyan ji ber rolên zayenda civakî zor e, di ser de jî vê pêvajoya ku çareser nebû, barê wan girantir kiriye. Daneyên têkildarî vê û hevdîtinên em dikin hene. Jin li bajarên konteyner hem rastî şîdet û îstîsmarê tên hem jî nexweş dikevin. Jixwe ew der bi ewle jî nîn in û pirsgirêk çareser nabin. Ev yek bûye sedem ku pirsgirêkên du salan, zêdetir bibin. Di vê pêvajoyê de mixabin jinan ji ber pirsgirêkên ku jiyan, hem ji aliyê derûnî hem jî fizîkî ve pir zehmetiyan kişand.”
Dane rastiyan nîşan didin
Rengîn Kiliç pirsgirêkên jinan ên di nava du salan de bi daneyan bi ajansa me re parve kir û wiha domand: “Têkildarî mijarê hevdîtinên me kirin, me dît ku ger serlêdana ji bo derûnînasek di mehê de 50 be, ji sedî 35’ê wê jin in. Vê rêjeya ku dibe ji sedî 80 hejmareke pir zêde ye. Sedema sereke ya van serlêdanan jî travmaya piştî erdhejê, xirabûna sinêr û bêxewî ye. Dema ku em vê yekê li hemû bajar dikin, daneyên zêdetir dibînin.”
Zewicandina zarokan 3 qat zêde bûye
Rengîn Kiliç bi mînakên ji bajar axaftina xwe wiha domand: “Em dibînin ku piştî erdehejê li bajar zewicandina zarokan 3 qat zêdetir bûye. Ev ên me tesbît kirine û qeyd kirine ne. Di vê pêvajoyê de gelek bûyerên ku nehatine qeydkirin hene. Di vê pêvajoyê de li bajarên konteyner şîdet û îstîsmara li dijî jinan zêde bûye.”
Jiberçûn û zayîna pitikên mirî
Rengîn Kiliç bal kişand ku li bajar ji ber pirsgirêkên heyî û xwarina kêm, jiberçûn zêde bûye û wiha domand: “Piştî erdhejê hejmara jinên jiberçûyî ji sedî 30 zêde bû. Beriya erdhejê ji hezar û 15 jinan 330 jê jiberçûn çêdibû lê di nava du salan de ji 2 hezar û 272 kesan ket 490’î. Ev tenê daneyên ku me qeyd kirine ne. Zayîna pitikên mirî jî zêde bûye.
Li aliyê din her ku salvegera erdhejê nêz dibe, kesên ku xizm û malên xwe winda kirine, depresyona bi travmayê ve girêdayî, krîza dil û pirsgirêkên anksiyetê dijîn.”
Rengîn Kiliç, got ku li herêma erdhejê her wiha fuhûş û bikaranînan madeyên bi zirar zêde bûye.
Pirsgirêka xwarin û avê dibe sedema nexweşiya
Rengîn Kiliç, diyar kir ku ji ber tunebûna xwarinê û ava paqij, nexşiyên şewbê û paşketina fizîkî çêdibe û wiha berdewam kir: “Em dikarin bibêjin ku yek ji nexweşiyên belav, gurî hê jî heye. Enfeksiyona kezaba spî jî her diçe zêde dibe. Enfeksiyona riya destavê, nexweşiyên çerm û weşandina por zêde ye. Bi taybetî bi zarokan re weşandina por hatiye asta keçelbûnê. Sedema bingehîn a van nexweşiyan, tunebûna ava paqij e. Wekî din jî dayik û zarok hem di warê fizîkî de li paş dimînin hem jî di warê derûnî rewşa wan nebaş e. Sedema vê yekê ya sereke jî mixabin kêmasiya xwarinê ye.”
Di hefteyek de 3 bûyerên mirina bi guman!
Rengîn Kiliç diyar kir ku li bajar, di nava hefteyek de 3 kes bi awayê bi guman mirine û diyar kir ku ev bûyer bi navê ‘întihar’ ketine qeydan. Rengîn Kiliç bang kir ku divê hem ji aliyê madî ve hem jî manewî ve herêma erdhejê neyê jibîrkirin û bikeve rojevê û wiha bi dawî kir: “Divê ji bo erdhejzedeyan xebatên pêwîst werin kirin.”