‘Piştî erdhejê hejmara welatiyên hêj winda ne çendin’

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Tûlay Hatîmogûllarî di pêşnûnamaya pirsê ya pêşkeşî meclîsê kir de, Wezîrê Karên Hundir ê Tirk ev pirs pirsî, “Piştî erdhejê hejmara welatiyên hêj winda ne çendin?.”

Enqere- Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tûlay Hatîmogûllari, têkildarî welatiyên di erdhejên 6'ê Sibatê ya navenda wan Mereşê de winda bûne, pêşnûnameyek pirsê pêşkêşî Meclîsê kir. Di pêşnûnameya pirsê de, hat dest nîşan kirin ku li Antakya û Semsûrê di dema xebatên rakirina xirabeyên de cenazeyê welatiyekî ku jiyana xwe ji dest da hat dîtin û hat balkişandin der barê hejmara windahiyan de nîşaneyên pirsê zêde bûne.

Di pêşnûmeyê de pirsên ku tê xwestin ku Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya bibersivîne wiha ne:

“*Piştî erdhejê hejmara welatiyên hêj winda ne çendin?

*Hejmara cenazeyên bêyî diyarkirina nasname hatin definkirin çend e?

*Hejmara mexdûrên erdhejê yên hêj jî li bendê ne ku ji bin xirbeyan bên derxistin çend e? Daneyên li gor parêzgehan çend e?

*Hêj mexdûrên erdhejê ên di beşa lênêrîna giran de bi awayî serhişên çûne tên dermankirin hene an ne? Ger hebe, çend kesin?

 *Ji bo bûyerên wenda, pergala qeydkirina navendî ya yekgirtî ya qeydên nexweşxaneyan jî di nav xwe de dihewîne hatibû avakirin an ne?

*Gelo anîna beranber a qeydên nifûsê yên li gorî navnîşanan û kesên winda hatiye kirin a ne û dê daneyên hemwelatiyên winda ji raya girtî re were eşkere kirin an ne?

*Gelo xebatên rakirina xirabeyan li gorî agahiyên windayan û li gorî vê tên kirin?”