‘Piştî dîtina Rêber Apo me soza têkoşînê da’

Şaxa Emîn a ku di salên 1990’î de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtibû diyar dike ku piştî vê hevdîtinê soz daye ku wê ji bo doza azadiya Kurd her dem kar bike.

VIYAN AMED

Qamişlo – Di sala 1979’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî axa Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê bû. Heta sala 1998’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser axa Sûriyeyê ma û gelek ked û hewldanên mezin ji bo Kurdan û pêkhateyên heyî re kir. Di wan salan gelek welatparêzên ku  doza azadiyê dikirin, derfet ket destên wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin. Yek ji wan kesan jî  Şaxa Emîn ye ku di salên 1990’î de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Şamê dibîne û piştî vê hevdîtinê heta niha jî têkoşîna xwe berdewam dike. Şaxa Emîn der barê dîtin û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, nêrîna xwe parve kir.

‘Bi ramanên Rêber Apo gelê Kurd ji xewa giran şiyar bû’

Şaxa Emîn da zanîn ku beriya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, netew û navê Kurd hatibû tunekirin û diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd careke din vejiya û îro ji bo azadiya xwe û civaka xwe her deverê  cîhanê têdikoşin. Şaxa Emîn: “Di serî de ez silav û hezkirina xwe ji Rêber Apo re dişînim. Beriya ku fikir û felsefeya Rêber Apo belav bibe, gotina Kurd ji holê hatibû rakirin û bûbûn kole. Hinek rêxistin bi navê Kurdan derketin û digotin em ji bo gelê Kurd kar û xebat dimeşînin lê ew jî li hemberî qirkirina Kurdan kor, lal û kerr diman. Di heman demê de bi siyasetek qirêj dihat xwestin ku jinên Kurd li hember zilm û zordariyê her dem bêdeng bin, welat û neteweya xwe nas nekin.”

‘Kurd ji bo hebûna xwe têdikoşin’

Şaxa Emîn di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku jinan bi naskirina fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hebûn, vîn û hêza xwe nas kirine û li her deverê Kurdistanê li hemberî neheqî û zordestiyê serê xwe rakirin û wiha domand: “Bi saya tevgera azadiya Kurdistanê re jinan civaka xwe, welat û dijminê xwe nas kirin û ji bo doza Kurdan bi hezaran keç û xortên Kurd berê xwe dan têkoşînê. Dijminên Kurdan digotin netewek bi navê Kurd tune ye. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo feraseta dijmin têk çû, îro Kurd ji bo hebûna xwe têdikoşin. Rêber Apo bi bi grubek biçûk dest bi vê riyê kir lê niha bûn bi milyonan. Bi taybetî jî jinên Kurd dikaribûn bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo hebûna xwe nas bikin û îradeya xwe derxin holê. Îro bi wê îradeyê li hemberî her cure êrîşên dewleta tirk şer dikin.”

Dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Şaxa Emîn got ku piştî berê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye, soz daye ku bi şev û roj ji bo gelê Kurd kar û xebat bimeşîne û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ez jineke bi şans im ku min Rêberê xwe dîtiye. Em di salên 90’î de ji bajarê Qamişlo ji bo dîtina Rêber Apo 7 kes çûn bajarê Şamê. Dema me Rêber Apo dît min kelecanek ku nayê terîfkirin jiyan kir. Em ji nêzîkatî û ûslûba wî ya xweş bi bandor bûn. Bi seetan şîroveyên xwe dikir lê me qet hîs nedikir ku seet derbas bûne. Herî zêde rola jinan dinirxand ku dê jin çawa bibin pêşeng û siyasetê bikin. Her wiha berxwedana gelê Kurd a li hemberî dijmin dimeşîne û erka me çi ye destnîşan dikir. Her dem digot “Ji bo welat kar û xebatên mezin ji her kesê tê xwestin, elbet dê zehmetiyên wê hebin lê ya girîng em bikaribin ji bo welat kar û xebatan bimeşînin.” Her wiha diyar dikir ku “di gava yekem de divê em zincîra koletiyê bişkînin.” Rêber Apo di wan deman de behsa tevlibûna gel a Newrozê kir û me jî got “10 hezar mirov beşdar bûne” Rêber Apo got  “10 hezar tevlibûn hebûna me nîşan dide”. Me qet nedixwest em ji ba wî biçin. Piştî ku me Rêber Apo dît me soz da ku em ê bi şev û roj ji bo keda Rêber Apo, ji bo gelê Kurd kar û xebatê bikin.”

‘Tecrîd li dijî mirovahiyê ye’

Şaxa Emîn herî dawî da zanîn ku ew ê 24 saetan kar bikin da ku xwedî li keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin her wiha tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Rêber Apo 24 sal in di Girava Îmraliyê de ye û niha jî di bin tecrîdeke girankirî de ye. Dewleta tirk di şexsê Rêber Apo de gel dixe bin tecrîdê de lê çi dibe bila bibe em dev ji doz û têkoşîna xwe bernadin, ev tecrîd li dijî mirovahiyê ye. Em ê heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo 24 seatan bênavber kar û xebatên xwe bidomînin. Dewleta Tirk û CPT şerê taybet li hemberî gelê Kurd dimeşînin û der barê Rêber Apo de agahiyek zelal nadin me. Mafê her girtiyek heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne lê dewleta Tirk bi kiryarên bêmirovî qanûna heyî jî binpê dike. Divê di serî de jin her wiha malbatên şehîdan li dijî tecrîdê li ser piyan bin û di nava çalakiyan de bin, xwedî li keda Rêber Apo derkevin.”