Piştî bertekan memûrên ku li Deriyê Sînor tundî kiribûn ji kar hatin girtin
Erkdarên gumrikê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê, tundî li jinekê kirin ji ber bertekên di medyaya dijîtal de, du kes ji peywirê hatin dûrxistin.
Navenda Nûçeyan- Îro li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê navçeya Silopiya Şirnexê dîmenê erkdarên parastin û ewlehiyê ku li dijî jinekê tundî kirin, di medyaya dîjîtal de hat belavkirin û li hemberî vê tundiyê bertekek mezin hat nîşandan. Ev yek bû sedem ku waliyê Şirnexê bikeve nava tevgerê.
Piştî ku belgeyên bi dîmen hatin weşandin, bû sedema bertekan. Walîtiya Şirnexê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku her du erkdarên parastin û ewlehiyê ji kar hatine dûrxistin.
Daxuyaniya ku ji aliyê walîtiyê ve hatiye dayîn wiha ye: “Têkildarî bûyera xemgîn a di dîmenên ku di 31.01.2023’an de li ser hesabên medyaya dîjîtal, li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatin weşandin de ji aliyê walîtiya me ve lêpirsîn hat destpêkirin û 2 erkdarên memûrên muhafizên gumrikê yên ku di bûyerê de cih digirin ji peywirên xwe hatine dûrxistin.”
Baroya Şirnexê wê bûyerê bişopîne
Baroya Şirnexê jî der barê bûyerê de daxuyanî da û diyar kir ku ew ê şopdarên bûyerê bin û wiha got: "Li ser medyaya dîjîtal, di hin dîmenên ku hatine parvekirin de tê dîtin ku erkdarên gumrikê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundiyê li jinek pîr dikin. Lêkolînên pêwîst ji aliyê Baroya me ve tên kirin û hewl tê dayîn di demek zû de der barê kesên eleqedar de doz werin vekirin.”