Piştî bertekan ‘Hukmê Qanûnê’ di bernameya mîhrîcanê de cih girt

Belgefîlma Derhêner Nejla Demîrcî ya bi navê “Hukmê Qanûnê” ku behsa têkoşîna 2 xebatkarên kamu yên ji kar hatin dûrxistin, piştî protestoyan tevli bernameya Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê bû.

Navenda Nûçeyan - Belgefîlma derhêner Nejla Demîrcî ya bi navê “Hukmê Qanûnê” ku qala têkoşîna 2 xebatkarên kamuyê yên ji kar hatin avêtin dike, piştî nîqaşên sansurê yên li Mîhrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê û daxuyaniya derhêneran a vekişîna ji mîhrîcanê ji nû ve ket  bernameyê.

Rêveberê Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn Ahmet Boyacioglu ragihand ku belgefîlm dîsa di hilbijartina pêşbirkê de cih girtiye. Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:

“Bi daxuyaniya ku di 22.09.2023’an de hat dayîn, ji hêla me ve hat belgekirin ku pêvajoya darizandina kesê belgefîlma “Hukmê Qanûnê” ya ji hilbijartina 60’emîn Pêşbirka Fîlmên Belgefîlman a Neteweyî ya Fîlmên Porteqala Zêrîn a Antalyayê hat derxistin, berdewam nake lewre biryar hat dayîn ku fîlm di hilbijartina pêşbirkê de cih bigre.”

Derhêner vekişiyan

Ji ber ku fîlmê “Hukmê Qanûnê” di bernameya mîhrîcanê de cih negirt, derhêner û çêkerên fîlmên di Pêşbirka Neteweyî ya Fîlmên Dirêj, Pêşbirka Neteweyî ya Fîlmên Belgefîlman û Pêşbirka Neteweyî ya Kurtefîlman de biryar dan ku fîlmên xwe ji bernameyê vekişînin. Biryara “60’emîn weke derhêner û çêkerên fîlmên ku beşdarî Pêşbirka Neteweyî ya Fîlmên Dirêj, Pêşbirka Fîlmên Belgefîlman a Neteweyî û Pêşbirka Neteweyî ya Kurtefîlman a Mihrîcana Fîlmên Porteqala Zêrîn a Antalyayê dibin, em kesên ku li jêr îmze kirine, derxistina fîlmê “Hukmê Qanûnê” ji pêşbirkê dinirxînin, bername ji bo azadiya derbirîna hunerî gefek eşkere ye û em vê yekê dibînin. Em difikirin ku nayê qebûlkirin festîvalên di cewherê xwe de aydê civakê ne, serî li sansurê bidin. Em bi rêz û hurmet ji raya giştî re radigihînin ku heta fîlmê “Hukmê Qanûnê” di Pêşbaziya Belgefîlman a Neteweyî de cih negire em bi fîlmên xwe beşdarî festîvalê nabin.”