Piştî 8 salan car din li şaredariya xwe ne

Jinên ku piştî 8 salan ji nû ve serxistina DEM Partiyê re hatin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm hatibû tayînkirin, ev peyam dan: “Em ê êdî destûrê nadin tayînkirina qeyûman. Ewê nikaribin îradeya gelê Kurd, jin û ciwanan bişkînin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), 31’ê Adarê di Hilbijartinên Xwecihî de bi dengên ji sedî 64,09’ê re Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dest xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ên duh mazbatayên xwe girtin, bi hezaran kesan re hatin avahiya xizmetê ya şaredariyê ku 8 sal in bi qeyûman re tê birêvebirin. Bi hezaran kes li ber avahiya şaredariyê, bi def û zirne govend gerandin.

Hin welatiyên ku bi gezikan hatin, bi awayekî sembolîk ber deriyê avahiya xizmetê ya şaredariyê paqîj kirin û peyam dan polîtîkayên qeyûmê. Welatiyên bi çepik û tilîliyan ketin avahiya şaredariyê û bênavber dirûşmeyên "Qeyûm derkeve derva", "Em ê bi berxwedanê serbikevin” û "Bijî berxwadana zindanan” berz kirin.

‘Nikarin îradeya vî gelî bişkînin'

Jinên ku piştî 8 salan cara ewil ketin avahiya xizmetê ya şaredariya ku ji aliyê qeyûman ve dihat birêvebirin, hestên xwe ji ajansa me re vegotin. Gulişah Kaygili, diyar kir ew mîna ku ji nû ve ji dayik bûye xwe kêfxweş hîs dike û destnîşan kir ku ewê nikaribin ne îradeya gelê Kurd, ne jin û ne jî ciwan nayê bişkînin. Gulişah Kaygili, wiha got: “Ez îro pir kêfxweş im. Ez vê kêyfxweşiyê li hemû gelê Kurd pîroz dikim. Me îro ev qeyûman paqîj kir, ji axên xwe derxist û berê wan da Enqereyê. Ji niha û pê ve wê tu carî nikaribin li Kurdistanê qeyûm tayîn bikin. Ewê nikaribin îradeya jin, ciwan û vî gelî bişkînin. Zarokên me yên ciwan, di pîrozkirina hilbijartinê de digrin. Em vê yekê qebûl nakin. Em ê êdî destûrê nedin zilmê li zarokên me bikin. Em ê destûr nedin zarokên me bê welat û bê şaredar bimînin.”

Gulişah Kaygili, anî ziman bi salan e gav navejin şaredariya di bin rêveberiya qeyûman de û wiha axivî: “Ji îro û pê ve ev der mala me ye, em ê bi awayekî azad biçin û bên. Em êdî destûrê nadin qeyûm tayîn bikin. Serkeftin wê bibe ya gelê me.”

'Em piştî 8 salan li vir in'

Fevziye Balkan, diyar kir ku gelek kêfxweş e û wiha got: “Em piştî 8 salan li vir in. Bila êdî ev dewleta qirêj destê xwe ji ser me rake. Mafê me ye, lê bi zilmê ji me distînin. Edaleta vê dewletê nîne. Ez ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidim. Em êdî ji wan re nahêlin.”

Meymenet Dolan jî diyar kir ku gelê Kurd rê nade dizan. Meymenet Dolan, anî ziman piştî ku gav avêt hundirê avahiya xizmetê ya şaredariyê, bêhnek rehet girt û wiha got: “Ez piştî tayînkirina qeyûmê, cara ewil e têm. Me bi berxwedanek mezin îradeya xwe û şaredariyên xwe girt. Ji niha û pê ve niyeta me tune ku em bidin. Yekane daxwaza me ya ji hevserokan xizmet e. Bila çand û zimanê me bê jiyîn. Bila di vê xalê de gav bê avêtin. Êdî ev der mala me ye û em ê dizan negrin şaredariya xwe. Em ê qirêjî û gendeliya wan paqij bikin.”