Piştgiriya sînemavanan ya ji bo Taraneh Alîdoostî didome
Sînemavanên ku li ber Girtîgeha Êvînê li hev civiyan, daxwaza berdana lîstikvana sînemaya Îranê ya girtî Taraneh Alîdoostî kirin. Di daxuyaniya hat kirin de hat diyarkirin ku derbarê rewşa tenduristiya lîstikvan de ew bi fikar in.

Navenda Nûçeyan – Lîstikvan Taraneh Alîdoostî ku ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal piştgirî da serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, di 17ê Kanûnê de ji aliyê dewleta Îranê ve bi îdiaya “weşandina naverokên derew û berevajîkirin û teşwîkkirina serhildanê” û “piştgirî dayîna serhildanên dijî Îranê” hat binçavkirin û girtin.
Derbarê rewşa wê ya tenduristî de bi fikar in
Hevpîşeyên wê ji bo şermezarkirina girtina lîstikvana navdar Taraneh Alîdoostî û şopandina rewşa wê cara sêyemîn li ber Girtîgeha Êvînê kom bûn. Samîn Mohajeranî, Sahar Pahlefî, Mastane Mohajer, Yesna Mirtahmaseb, Bahman Farmanara, Elî Mosfa, Rekhshan Banî-Etmad, Peyman Maadî, Azadeh Samadî, Sahar Dolatsahi, Elî Serabî, Maral Banî Adam, Morteza Farshbaf, Shahab Hosseînî, Rana Azadîvar, Reza Kianian, Mitra Hajjar, Mojtabî Mirtahmasab, Manîzhe Hîkmet û gelek navên navdarên sînemaya Îranê tevlî çalakiyê bûn. Sînemageran bi daxuyaniyek diyarkirin ku ew derbarê rewşa tenduristiya Taraneh Alîdoostî de bi fikar in û banga demildest berdana wê kirin.
‘Yekane daxwaza wan jiyanek hê baştir e’
Senarîst û derhênerê fîlman a Îranî ku xelatên Oscar û Kûreya Zerîn wergirt Asgar Ferhadî jî li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal ev parvekirin kir, “Ez li gel Taraneh Alîdoostî me û dixwazim Jafar Panahî, Mohom Rasoûlov û hemû hevpîşeyên min bên berdan. Ev mirovan sûcek pêkne anîn, yekane daxwaza van ji bo jiyanek hê baştir hewildan bû.”
Gelek hunermend di bin çavan de ne
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, hat hînbûn ku bavê Taraneh Elîdostî Hemîd Alîdostî jî hatiye binçavkirin û tê diyar kirin ku li welat di nava du rojên dawî de Lîlî Rashîdî, Panthea Behram, Setara Eskandarî, Behnaz Jafarî, Golareh Abbasî jî di nav de gelek hunermend hatine binçavkirin.