Piştevaniya jinan a ji bo Çîlem Dogan

Jinên ji Tirkiyeyê bi gotina, “Mêr ne edalet e, rastî edalet e” daxwaza azadiya Çîlem Dogan kirin. Çîlem Dogan, ji aliyê din ve di nameya xwe ya ji bo jinan a piştî erêkirina ceza de wiha got: “Em jin ‘ji bo mijangên me nekevin erdê’ mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin. Keça min Mîra Sû emanete hemû jinan e.” Li Tirkiyeyê îro jî jin daxuyaniyên xwe yên çalakiya ji bo Çîlem û jinên ku mafê xwe yê xweparastinê bikar tînin dubare dikin.

Navenda Nûçeyan - Dadgeha Bilind cezaya girtîgehê ya 15 sal a Çîlem Dogan erê kir. Piştî biryara erêkirinê, piştgiriya jinan ji Çîlem Dogan re hat. Jinan li ser medyaya civakî bertek nîşan dan û li gelek nuqteyan çalakiyan li dar xistin û gotin "Mêr ne edalet e, rastî edalet e" û ji bo Çîlem Dogan azadî xwestin.
Piştî biryarê Çîlem Dogan di nameya xwe ya ku diyarî jinan kir de wiha got: “Me ji edaleta mêr ti hêvî nekir, nakîn ji. Dîsa em şaş nekir” û anî ziman ku dê têkoşîna jinan bi ser bikeve.
 “Dê têkoşîna jinan bi ser bikeve”
Di nameya Çîlem Dogan a ku bi hezaran caran li ser medyaya civakî hat parvekirin de ev îfade cih girtin: 
“We bi erêkirina 15 sal cezayê Çîlem Dogan nexist girtîgehê. We zarokekî 8 salî û hemû jinên cîhanê xist girtîgehê. 
Me ji edaleta mêr ti hêvî nekir, nakîn jî. Dîsa em şaş nekir.
Em jin ‘ji bo mijangên me nekevin erdê ‘ mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin 
Keça min 'Mîra Su' emanetî hemû jinan e.
Dê têkoşîna jinan bi ser bikeve.
Ez hemû jinan bi germahiya hevgirtina wan hembêz dikim…”
Ji bo Çilemê li vapûre çalakî
Li Stenbolê jinan ji bo Çîlem Dogan li vapûra Kadikoyê çalakî li dar xistin. Hevgirtina Jinan a Hinar bi vekirina pankartan li ser vapûra Kadikoyê bertekên xwe anîn ziman. Jinan pankarta "Ji Çîlem Dogan re azadî, berxwedan û têkoşîna me wê bidome" vekirin û gotin, "Kujer, kujerên jinan li kolanê destên xwe dihejinîn û digerin, ji bo ku Cîlem nemir tê cezakirin. Îzmîr, Mêrsîn û Enqere di nav xalên çalakiya jinan de cih girt.
Çi qewimî bû?
Çîlem Dogan di 8'ê Tîrmeha 2015'an de li Edeneyê, piştî ku hevjînê xwe Hasan Karabulut ku xwest bi awayekî sîstematîk îstîsmarê li wê bike û bikişîne fuhûşê, kuşt xwe radestî polîsan kir.
Di rûniştina biryarê ya li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê de ji ber cezayê giran ê muebbetê dihat darizandin de bi “'teşwîqkirin û rewşa baş' 15 sal cezayê girtîgehê girti bû. Dadgehê di biryara bi hinceta ceza de tundiya sîstematîk qebûl kir, tenê weke provokasyon hat dîtin û bi hinceta di roja bûyerê de tundî çênebûye û ji ber ve jî ne xweparastin e, ji ber sûcê "di bin teşwîqkirina giran de kuştina bi qestî " 18 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û ji ber sekan xwe ya li dadgehê 15 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Li dijî biryara ku bi piraniya dengan hatiye girtin, Seroka Dadgehê Ogûn Madan nerazîbûn nîşan da ku çalakiya Çîlem weke xweparastinê bê dîtin û ceza neyê dayîn. Parêzera Çîlem Dogan ji dadgehê xwest ku muwekîla wê bi tedbîrên guncaw ên kontrola edlî bê berdan. Heyeta dadgehê jî, di 20’ê Hezîrana 2016’an de bi kefaleta 50 hezar TL Çîlem Dogan berda bû.
Parêzerên Çîlem Dogan diyar kirin ku Çîlem jiyana xwe parastiye û diyar kirin ku divê bi sepandina bendên xweparastinê neyê cezakirin.
Ji Platforma 25'ê Mijdarê bangawazî
Ji bo çalakiyên piştgiriyê yên Çîlem Dogan jî ji Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê ya Stenbolê ku gelek saziyên jinan jî di nav de cih digirin bangawazî hatin kirin û jin wê îro dakevin qadan.