Piştê fermanê stargeha Êzidiyan: Geliyê Kersê

Îro gelek eşîrên weke Feqîr, Xalta, Korkork di nava Geliyê Kersê de xwe spartine çiyayê Şengalê. Di bin asîmanê şîn û roja pîroz de ji kaniya Dadoş ava xwe vedixwin. Ji mezinên xwe fêr bûne ku ger Êzidî bimînin ew ê li Çiyayê Şengalê be.

GULÎSTAN EZÎZ

Şengal – Bihêle bila çiya biaxivin. Bila çiya bibêjin Êzidî çawa jiyane? Çawa rastî fermanan hatine? Çawa ji bo ku xwe, zarokên xwe, çand û baweriya xwe biparêzin li ber xwe dane? Çawa çiya Êzidiyan xistiye paşila xwe de da ku wan ji çavên xêrnexwazan veşêre?

Çiya doh dostê Êzidiyan bûn, îro jî dostên wan in, wan parastine. Tu li deriyê kê bidî û jê pirs bikî ew ê hemû gotinên xweş ji bo Çiyayê Şengalê bibêje. Çiya dilsoz in, berhemdar û parazvan in.

Geliyê Kersê ango (Berlêv) ku piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an civaka Êzidî xwe lê girtiye, îro bûye şûnwareke lêveger.

Dayê Edûl ji Eşîra Xalta, ji gundê Rembûsî ye. Piştî fermanê wê û malbatê jî berê xwe dane çiya, niha li Geliyê Kersê yê lş quntara Çiyayê Şengalê ye.

Êzidî çawa li vê derê gihîştine hev? Li gorî mezinên Êzidiyan jiyan û hebûna Êzidiyan ji berê ve di çiya de bûye. Êzidî bi xêra Xweda û çiya mane.

‘Ger hebûneke Êzidiyan bimîne ew ê li Çiyayê Şengalê be’

Ji mezinên xwe fêr bûne û pê bawer jî dikin; ger hebûnek Êzidiyan bimîne ew ê li Çiyayê Şengalê be. Bi van çiyayan ve weke goşt û neynûk hatine girêdan. Bi hestên xwe yên xurt  dizanin wê tiştên nebaş bibin, ji bo wê jî xwe nêzî çiya dikin.

Îro Geliyê Kersê ku dikeve bakurê Çiyayê Şengalê ji gelek eşîrên Êzidiyan re malovanî dike. Gelek Êzidî îro bi hişmendiya ku wê çiya wan biparêzin jiyana xwe ji nû ve saz dikin.

 

Dayê Edûl jî piştî fermanê ji cih û warê xwe yê jê dayik bûye derketiye, nêzî 6 sal in hatiye vê derê.

Demeke dirêj e Êzidiyan konê xwe yê jiyanê li vê derê vedane. Yekem kesên hatine vê derê ji hoza mala Mihkê ne, Koshadî ne. Geliyekî ser û binê wê nediyar. Di nava xwe de gelek gundên cuda dihewîne. Qendîla Enêş, Qendîla Osmên, Şamîlka, Eto, Golka, Milkê Kadînka...

1918: Qirkin û êriş

Milkê Kadînka di dema şerê cîhanê yê yekemîn de ji bo Ermeniyan hatiye avakirin. Êzidiyan deriyê xwe ji Ermeniyên ku ji ber qetlîama Osmaniyan berê xwe dane Geliyê Kersê re vekirine, wan parastine, nanê xwe bi wan re parve kirine. Ji bo vê helwesta Êzidiyan, Osmaniyan di sala 1918’an de êrîşî şêniyên Geliyê Kersê kirine. Careke din kuştin û qirkirinê destpê kiriye...

Dayê Edûl dibêje: “Fermaneke zor û zehmet bi serê me de hat. Me jî got em li nêzî çiya malên xwe çêbikin. Çiqas em rastî fermanan hatine çiya me parastine. Parastinek hebe bi çiya dibe.”

Piştî fermanê Geliyê Kersê tijî mal bûne. Xelkê Rambosî, Tilizêr... Ew kesên ku li deştê bûne niha berê xwe dane çiyayan.

‘Êzidî berê jî di çiya de bûn’

Dayê Edûl dibêje: “Êzidî berê jî di çiya de bûn. Berê ev gelî tije Êzidî bûn. Sedam wan hemû ji çiya derxist û anîn deştê. Cihên ku ji bo Êzidiyan jî hatin avakirin li ser ava tehl bûn. Îro ji wan deveran gelek kes tên li vir dijîn. Em hemû ji cihekî ne lê me li vir hev nas kir, em diçin serdana hev. Ji Serdeşt û heta Kolka bûne cihê jiyanê. Parastina me bi çiya ye. Dibînin ku rewşa cîhanê ber bi xirabiyê ve diçe, loma jî xwe li çiya digrin.”

Feqîr, Aldexî, Korkork, Hebabî, Pîr, Şêx, Zendînî, Çelka, Xalta, Qîranî, Welatî... Îro gelek eşîr di nava vî geliyê de xwe spartine çiyayê Şengalê. Di bin asîmanê şîn û roja pîroz de ji kaniya Pîra Xayî, kaniya Dadoş, kaniya Elîbeg avê vedixwin. Şivan li vir di bin dara berûyê de bêhna xwe vedidin û ji Tawisê Melek ji bo her kesê li ser rûyê vê cîhanê dijî jiyana aram, wekhev dixwazin.

Îro li ku dera cîhanê Êzidiyek bimre dîsa tînin Çiyayên Şingalê. Li gor dayê Edûl derên din ne cihê wan in, ne cihê zarokên wan in û dibêje: “Ew zarokên ku li derve mezin dibin ji çanda xwe tiştekî fêr nabin, fêm nakin. Çanda me, baweriya me hemû li vê derê ye.”