Pîşeyên ku tenê aîdê mêr tê dîtin êdî qadên jinan e
Jinên Tûnisê tabuyan dişkînin, karê ku tenê ji bo mêran hatiye diyarkirin, dikin û hebûna xwe di hemû warên jiyanê de nîşan didin. Jinên xwedî pîşeyên cur bi cur dibêjin ku tevî bertekan jî karê ku dixwazin bi serkeftî dikin.
NEZÎHA BOSEÎDÎ
Tûnis – Di nava civakê de piranî kes dihizirin ku jin di warê bedenî de ji mêran qelstir in, nikarin karên giran bikin. Hinek jî difikirin ku jin nikarin di nava mêran de kar bikin an jî di bin navê ‘şermê’ de tên sînordarkirin. Li kêleka wê hinek ji wan dihesibînin ku di xwezaya jinan de tirs heye loma nikarin pîşeyên ku wan dikin xeterê bikin. Jinên Tûnisê tabuyan dişkînin, karê ku tenê ji bo mêran hatiye diyarkirin, dikin û hebûna xwe di hemû warên jiyanê de nîşan didin. Jinên xwedî pîşeyên cur bi cur dibêjin ku tevî bertekan jî karê ku dixwazin bi serkeftî dikin.
Jinên ciwan ên Tûnisî berê xwe dan perwerdeya pîşeyên ku tenê ji bo mêran tên dîtin û hînî pîşeyên danîna stûnên elektrîk û gazê, bazara avahîsazî û sazkirinê, bazara hesinkarî, mermer û galzûzkirina mermer û sewqiyatên giştî bûn.
Di şîrketa elektrîk û gazê de dixebite
Henan Omar yek ji jinan e ku biryar daye di pîşeyên tenê ji bo mêran bûn de rol û îradeya jinan îsbat bike. Henan Omar der barê xebatên xwe de wiha dibêje: "Piştî ku li navenda perwerdeyê ya li Xalidiyê di vî warî de min perwerde dît niha operatora xetê me li şîrketa elektrîk û gazê ya Tûnisê ya li bajarê Gafsayê. Ez bi îradeya xwe tevî vê pîşeyê bûm û di warê elektrîkê de min xwe bi pêş xist. Derketina ser stûna elektrîkê ji bo tamîrkirinê, ne hêsan e û gelek kedê dixwaze. Piştî perwerde û tecrubeya sê salan ez dikaribûm hemû xeterên vê karê derbas bikim. Dema ez elektrîka malekê serarast dikim gelek kêfxweş dibim ku bi gelê xwe re dibim alîkar.”
‘Tevî bertekan jî kar dikim’
Henan Omar bal kişand ser astengiyên ku di jiyanê de dibîne ji ber karê dide meşandin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ez ji herêmeke hundirîn a muhafezekar im loma jin bi zihniyeta baviksalarî re rûbirû dimînin. Ez tu caran guh nadim gotinên civakê û giraniya xwe didim kar ji bo serkeftî bim. Ez tu carî natirsim ku rojane hilkişim ser stûnan û kar bikim. Hezkirina jinan ji karê wan re dihêle ku kar serkeftî bê meşandin û hebûna xw îsbat bikin. Heya niha tevî ku karkerên mêr hebûna jinan û xebata bi wan re qebûl nekirine jî dîsa tîma ku pê re kar dikim bi min re dibe alîkar.”
‘Di karê çêkirina avahiyan de rêveber e’
Îşraq Erefê Beşîrî ya karê avahiyan dike jî got: “Ji zû ve malbata min dixwest dev ji xwendina xwe berdim lê îsrara min ji bo berdewamkirina xwendina xwe mezintir bû. Di sala 2014’an de tevli navenda bazara avahîsaziyê û pîvekên wê li herêma Ibn Sîna ya paytextê bûm. Wê demê perwerdeya vekirinê hebû, hejmara jinan tê de gelek kêm bû. Di wê perwerdeyê de min belgeya yekem, piştre ya duyem jî girt. Paşê ji bo karsaziyê hatim erkdarkirin lê hê jî hebûna min di vê pîşeyê de nehatiye pejirandin. Min li paytextê ofîsek vekir da ku bibim xwedî biryar û niha em hejmarek jin û mêr bi hev re dixebitin. Li kêleka wê di warê endezyariyê de min perwerdeyek din jî dît da ku bikaribim hemû karên ji bo avakirinê pêwîst dike bikim.”
‘Jin dikarin hemu astengiyan derbas bikin’
Îşraq Erefê Beşîrî herî dawî diyar kir ku ji ber aloziya aborî ya li herêmê, di karên xwe de gelek astengiyan dikşîne û wiha got: “Em di karê xwe de gelek zehmetiyan dikşînin ji ber aloziya aborî ya li herêmê. Ev pîşe ne tenê ji bo mêran an jî ji bo jinan e. Ev bazareke kar e ku divê herdu zayend tê de bixebitin. Jin bi kar û îsrara xwe hebûna xwe îfade dikin. Şert û mercên dijwar jî serkeftinê ava dikin. Divê bi jinên Tûnisî re biryarbûn û dilsozî hebe, ji ber di tevahiya dîrokê de îsbat kirine ku ew bi hêz û serwext in. Dikarin hemû astengî û zehmetiyan derbas bikin û di pîşeyên zehmet ên weke bazara avahîsaziyê de bixebitin.”