Pirtûkxaneya Jinên Kurd, Navenda Lêkolînan û Arşîvê hate vekirin

Pirtûkxaneya Jinên Kurd, Navenda Lêkolînan û Arşîvê ya Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê rojnamevan Nagehan Akarsel pêşengiya wê kir û armanc dike ku dîroka jinan a nayê dîtin bê zindîkirin, hat vekirin.

Silêmanî – Pirtûkxaneya Jinên Kurd, Navenda Lêkolînan û Arşîvê ku rojnamevan-akademîsyen Nagîhan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê hate qetilkirin demekî dirêj xebatên wê meşandin hat vekirin. Di vekirina pirtûkxaneyê ya eleqeyek mezin jê re hat nîşandan de, endama desteya rêveber a pirtûkxaneyê Gûlan Bextiyar axaftina vekirinê kir. 

Jinên Kurd bi vê projeya ku pêş xistine, armanc dikin ku berhemên windabûyî bi ronîkirina civakê vegerînin civakê.

'Di her şert û mercî de erka me berxwedan e'

Gûlan Bextîyar bi silavkirina beşdaran dest bi axaftina xwe kir û got, "Em dizanin ku em di bin berpirsyariyeke giran de ne, lê em dizanin ku berxwedan di her şert û mercî de erkek e. Hem erkek exlaqî û wijdanî ye û hem jî erkek pêwîst e. Ji bo demokrasî bi ser bikeve em ê hewl bidin vê erka xwe bi cih bînin. Ev navenda bîrê ji bo parastina reng û destkeftiyên jinan xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber vê yekê em ji hemû dost û mêvanên xwe yên îro hatine vir re dibêjin hûn bi xêr hatin. "

Xebatên Nagehan Akarsel bi sînevîzyonê hatin nîşandan

Piştre sînevîzyon hate pêşandan. Di sînevîzyonê de ‘çima berhemên jinan ên ji pêvajoya civaka xwezayî ya heya niha avakirine nayê dîtin û çima pêdivî bi xebatek bi vê rengê dîtine’ hat qalkirin û her wiha di vê mijarê de xebatên Nagîhan Akarsel hat vegotin.

Piştî nîşandana sînevîzyonê koma muzîkê ya jinên Başûrê Kurdistanê bi erbane derketin ser dikê. Paşê dîmenên jinên ku ji ber sedemên cûda nekarîne beşdarî vekirina pirtûkxaneyê bibin hat temaşekirin û beşdarvanên vekirinê axaftinan kirin.

'Ez vê xebatê gelek bi qîmet dibînim'

Yek ji beşdaran Doktor Barbara diyar kir ku ew ji Elmanyayê ji bo vekirina vê pirtûkxaneyê hatiye Silêmaniyeyê û got, "Bi salan e li Kurdistanê ji bo Jineolojiyê xebat tên meşandin. Ez li Elmanyayê bûm endama Jineolojiyê. Ez vê yekê pir bi nirx dibînim.”

'Jin Jiyan Azadi'

Piştî axaftinan hunermenda ji Rojhilat Jîna Saqiz jî derket ser dikê û stranên xwe got.

Piştî stranan bername bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.