Pirsgirêka avê li kampên Idlibê nexweşiyên vegir zêde kir

Dr. Yasmîn El-Helebî diyar kir ku ji ber ava paqij li kampên Idliba ku di bin dagirkeriyê de tune ye nexweşiyên vegir belav bûne û ev hişyarî kir: "Divê di zûtirîn demê de ava vexwarinê ya paqij were peydakirin."

HEDIL EL-OMAR

Idlib – Gelên ku ji ber polîtîkayên şer ên hêzên serdest koçber bûne, di gihandina pêdiviyên xwe yên bingehîn de, nemaze ava paqij, tenduristî û xwarinê, li cihên ku koçber bûne, pirsgirêkan dijîn. Ev pirsgirêk herî zêde bandorê li jin û zarokan dikin. Jinên ku li kampên bajarokên Atma û Killiyê yên li bakurê Idlibê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û HTŞ’ê de ne, diyar kirin ku ji ber kêmbûna ava paqij nikarin pêdiviyên xwe pêk bîbin.

'Ez tenê dikarim rojê 100 lître ava paqij bigrim'

Adawiya El-Rustom a 37 salî ku li kampa Atmayê dijî, diyar kir ku ew tenê rojê 100 lître ava paqij dikare bigre û ew nikare avê ji pêdiviyên malbata xwe re peyda bike û wiha got:

“Di van rojên germ ên havînê de em li kampê rastî gelek zehmetiyan tên. Ez li kampa xwe li nêzî çopê dijîm û miqdara ava ku ez digrim têra paqijkirin, şûştin an jî vexwarinê nake. Me hewcehiyên xwe yên avê ji bo paqijî û serşûştinê ji bîreke kevnar digirt. Lê belê ji ber ku ava bîrê jî ne bi ewle bû, li ser çermê min û keça min çirpik derketin. Niha divê ez li ser rêjeya diyarkirî ya avê bisekinim." Adawiye El-Rustom, anî ziman ku ji ber şert û mercên aborî nikarin ava bi tendirust peyda bikin û wiha got: "Ez hewl didim pêdiviyên xwe yên weke serşo, paqijî û ava vexwarinê li gorî rêjeya ava ku tê dayîn diyar bikim."

'Pirsgirêkên tenduristiyê belav dibin'

Noha El-Zeydan a 33 salî ku li kampên bajarokê Killî yê li bakurê Idlibê dimîne, got ku ji ber bikaranîna ava qirêj û bê ewle li kampê pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî îshal, hepatît, herpes û xuriyê belav bûne û wiha got:

“Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ez neçar bûm avê bikirim lê vê yekê lêçûnên min du qat kir. Li kampê gelek pirsgirêkên me hene û jiyana me di nava zehmetiyan de derbas dibe. Ji ber şert û mercên xirab ên aborî yên şêniyên kampê, kolera, tîfo û gelek nexweşiyên din rû didin. Berî her tiştî divê em ava vexwarinê bigihîjînin kampa xwe.”

'Nexweşiyên vegir zêde dibin'

Doktor Yasmîn El-Helebî der barê pirsgirêkên tenduristiyê yên li kampan de agahî da. Yasmîn El-Helebî anî ziman ku pirsgirêka avê ya li kampan giran e û wiha pê de çû got: "Ji ber tunebûna ava paqij, pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê ji bo jin û zarokan derketine."

Yasmîn El-Helebî diyar kir ku ji ber vexwarina ava qirêj, rojane zêdetirî 8 jin bi nexweşiyên çerm û enfeksiyona mîzê re rû bi rû dimînin. Tîfo û kolera nexweşiyên vegir ên sereke ne. Ji bo ku kamp bibe hawirdorên berhemdar divê di zûtirîn demê de ava vexwarinê ya paqij bê peydakirin.