“Pirojeya pêşxistina aboriyê naxin meriyetê”
Pirojeya ji holêrakirina rêjeya hejariyê ya ji hêla komek parlementeran ve hatiye pêşxistin ji aliyê parlemena herêma Kurdistanê ve heta niha neketiya meryetê.
TERZE TAHA
Silêmanî - Pirojeya alikariya ji bo civakê pirojeyek taybete ji bo kesên hejar ku derfetê wan yên jiyanê kêm, parlemena herêma Kurdistanê dikare bi rêya derxistina yasyek taybet alikarîya kesên hejar werin kirin. Li gora pirojeya bi navê alîkariya civakê ku hatiye amadekirin û girêdayî Wezareta Karubarê Civakê ya Herma Kurdistanê ye, ji bo vê pirojê wê sindoqek ya alikariyê were demezrandin ji her qazancê rêxistin, partî û kompanyan alikarî were dayîn û divê ji aliyê kesên bê alî ve rêvebertî jêre were kirin û ew butçeya ku hatî destxistin di banqek serbixwe de were rakirin. Endama Beşa Çar a Parlemena Herêma Kurdistanê û rêvebera Lijneya Karubarê Civakî û parêzvana mafê mirovan Geşe Dara di derbarê projeya wan a ji holê rakirina hejariya li herêma Kurdistanê de ji ajansa me re axivî.
Geşe Dara diyar kir ku salek û nîv li ser pirojeya ji holê rakirina hejariyê xebat dane meşandin û heta niha ji ev piroje neketiye meryetê û wiha got: “Beriya niha me 56 parlementeran pirojeyek radestî parlemenê kir ku divê hikumet alikariya kesên di nava civakê de bêkar û hejarin bike. Em weke lijneya civakê nêzî salek û niv li ser vê pirojeyê xebitin. Mixabin kêmaniya seroka parlemenê ew bû ku ew piroje radestî 8 lijneyan kir û ji pirojeya me re astengiyek mezin derxist. Dema hilbijartinên beşa çaran çêbûyî me ev piroje radestî parlemenê kir lê mixabin eve demê hilbijatina beşa çarem bi dawî bû hîna jî ev piroje neketiye meryetê. Di demek wisan de ketina meryetê ya vê pirojeyê gelek giringe ji ber niha asta hejariyê gelek zêde bûye. Niha astengiya sereke ya vê pirojeyê nabûna dahat û nabûna yasaya butçeyê ye. Li welatên din di vî alî de butçeyên mezin ji bo hejarên welatên xwe kom dikin. Her wiha şefafnebûna vê yekê gendeliyên ji bo bicihkirina vê pirojeyê zêdetir zehmet dike. Yek ji madeyên bicih kirinê ewe ku divê beşek ji dahatê ji bo vê pirojeyê re were xerc kirin, lê belê qet tu daçun ji bo vê pirojeyê heta niha nehatiye cudakirin.”