Pirojeya jinên Yemenê ya rola jinan di pêşxistina aştiyê de

Rêvebera Weqfa Alf Ba Civilian Coxistence Foundation Athar Ali da zanîn ku wan ji bo pêşxistina jinan di xebatên aştiyê de pirojeyek berfireh dane pêşiya xwe û bilêv kir ku heya niha 24 jin beşdarî xebatê bûne.

NOOR SURİB
Yemen- Weqfa Alf Ba Civilian Coxistence Foundation pirojeyek bi wesîleya roja jinan di aştiyê de dane pêşiya xwe. Rêvebera weqfê Athar Ali di derbarê xebatên xwe yên pirojeyê de ev tişt got: "Ev proje ji hêla weqfê ve bi hevkarîya rêxistinên civaka cîhanî û piştgirîya Ajansa pêşketinê ya Amrîkî ve tê meşandin. Proje armanc dike ku rola jinan di proseya aştiyê de zêde bike û hewl dide jinan bi hêz bike li wê herêmê. Ji ber ku ew navçe yek ji navçyên ku bi gelemperî nayê ronîkirin û derfeta jinan ji bo wergirtina rahênanê kêm nîne."
Bi 75 jinan re hevdîtin hat kirin
Derbarê hûrgiliyên projeyê de Athar Ali wiha got: "Amadekariyên projeyê ji heha Tîrmehê hetanî Cotmehê hatibû dest pê kirin û di vê qonaxê de piropoxandek fînanse li ser rûpelên tora civakî ya weqfê hate weşandin, da ku jinên dixwazin bi rêya tomarkirinê beşdar bibin, karibin xwe bighînin weqfê. Me hevdîtin bi 75 jinan re kir.” Di heman demê de Athar Ali balkişand ser van xalan: "Hemû jî ji bo lêkolînkirina daxwazên wan hatin pêşwazîkirin û 24 ji beşdaran bi ser ketin. Di vê mehê de em derbasî qonaxa perwerdeyê dibin. Di qonaxa yekem de dê waneyên me li ser perwerde û biryarên girêdayî jinan be, di qonaxa duyemîn de ewê mijarên di warê amadekirin û şandina kaxezên siyasetan de bên dayîn."
Athar Ali  di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Piştî perwerdeyên taybet wê kesên serketî di pirojeyê de bibin xwedî hêz û derbasî qonaxa nû bibin, ku qunaxeke pêkanîn û lidarxistina hevdîtina ya ji bo bihêzkirina jinan û aktîvkirina rola wan di pêşxistina aştiyê de ye. Bihêzkirina kampanyayên parêzvaniyê ji bo çareseriya pirsgirêkên dê sûdê bide herêma wan, ku yek ji rêveberiyên girîng li Adenê tê hesibandine."