Pirofesorek a zanîngeha Elmanya behsa metirsiya şer û dagirkeriyê dike
Pirofeserok a zanîngeha Elmanya behsa ziyan û metirsiyên fikrê şer û dagirkeriyê dike û her wiha giringiya zanista jineolojî ji bo aştî û bi hev re jiyana mirovan di cihanê de radixe ber çavan.
Silêmanî - Mêktir Êksel yek ji xelkê welatê Elmanyaye û weke nunerê jineolojiyê endamê Şandeya Navdewletî ya Aştî û azadî ji bo Kurdistanê ye û niha ji bo aştiyê hatiye Başûrê Kurdistanê. Pirofesor û mamostaya zanîngeha Elmanya ya waneya jineolojî Mêkter Êksel di derbarê xebatên xwe yên zanista Jineolojiyê de dide diyarkirin ku wan xwendinek hevbeş li gel beşa jineolojî ya zanîngeha Rojava ava kirine, çend çalakî û semîner di aliyê femînistî de dane. Di nava her dû zanîngehan de bejdarvaniyek hevbeş û têkiliyên zanyarî yên hevbeş hene.
Mêkter kar ji bo nasandina jineolojiyê di nava civakê de kiriye
Mêkter da diyarkirin ku bi xwe gelek kar li ser nasandina zanista Jineolojî daye meşandin û wiha got: “Zanista jineolojiyê gelek tişt fêrî me kir. Çavkaniya wê niha li Mezopotamya û çend navçeyên cihanê belav bûye. Jineolojî ji bo civakê gelek giring e. Zanîsta jineolojiyê ji bo pêwîstiyên me dibe çaraserî. Ji ber sîstema akademî bi awayek qels behsa pirsgirêk, qeyran û pêşîlêgirtinan dike. Tu çareseriyekê pêşkêşî pêwistiyên me nakin. Ji ber wê niha ew awayê zanistê ku ji bîra me çuye bi me dide zanîn û pêwistiya me bi veguherinê heye, her wiha di aliyê ji birikirina têkiliya bi xweza û mirovan, civakê û bi taybet têkiliyên civakê de divê em hewla jiyanek azad û hevbeş û bi hevrejiyan mirovan bê cudahî jiyan kirinê bidin avakirin û bi hevre jiyan bikin.”
“Fikrê şer û dagirkerî gefek mezine li ser aştî û bi hev re jiyanê heye”
Mêkter Êksal weke mamostayek yê zanîngehê û aştîxwaz sedemê endamtiya xwe ya di nava şanda Aştî de ji ajansa mere got: “Şer û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê metirsî û gefek mezine li ser hemû navçeyên Kuridstanê. Ji ber sedem ne tenê agirpêxistina hinek gund û çiyayane armanca dagirkeriya dewleta Tirk tinekirina piroseya demoqratîk û aştî û bi hevre jiyankirina mirovan e. Ev firehkirina sînorên dewleta Tirk metirsiyek mezine li ser aştî û bi hevre jiyankirina van herêman e. Têkiliya me di navbera ev herêmên niha êrîş li ser tê kirin re heye. Ji ber li van herêmên Mezopotamya dîroka xudawendên jin li vêderêye, minak li çiyayên Zagros ku niha êrîş li ser heye û dewleta Tirk hewla dagirkirinê dide, di nava wan şikeftan de dîroka Dayika Îştar heye ku cara yekem zanista Jineolojiyê li wê derê destpê kiriye. Jin li hemû Kurdistanê ji bo karkirin û behsa zanîngehê li ser jineolojiyê serdan vê şikeftê dikin ku niha bombe li ser di firin. Ji bo bi destxistina jiyanek azad û serbestî ji bo mirovatî û parastina mirovatiyê divê em vê têkiliyê bi parêzin û hertim em li ser vê yekê bi xebitin û bi xwînin.”