Pinar Aydinlar bi şertê kontrola edlî hat berdan

Hunermend Pinar Aydinlar bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Hunermend Pnar Aydinlar ê ku di civîna li Stenbolê de got "Ne Tuncelî ye, ji bo me Dêrsim e" û wêneyê Seyît Riza vekir, duh hat binçavkirin.

Pinar Aydinlar a ku di çarçoveya lêpirsîna "pesnê sûc û sûc" de hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hat berdan. 

Hate diyarkirin ku ji Pinar Aydinlar re derbarê parvekirinên wê yên medyaya dîjîtal de jî pirs hatiye kirin.