“Pilanên ser Şengalê berdewamiya komployê ne”
Jinên Şengalê diyar kirin ku pîlanên li ser Şengalê ji komplo û tecrîda dewam dike ne qutin û dan zanîn ku ji bona wê ye peyman 9’ê Cotmehê li dijî îradeya azad a Şenglê îmzekirin.
Şengal- Jinên Şengalê dan zanîn ku pilanên ser Şengalê ji komplo û tecrîda niha li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike ne qute, ji bo wê jî pêdivî bi têkoşînek hevpar a li hember hemû cure êrîşan heye.
Pakîza Celal a ji gundê Guhbel destnîşan kir ku ew tu car pîlanên qirêj yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûlnakin û wiha domand: “Em tu car komploya li ser Rêber Apo hatiye meşandin ji bîr nakin. Dibe ku Rêbertî weke fizîkî ne dinav me deye lê belê em bi fikra wî xwe birêxistin dikin. Tecrîda ku li ser Rêbertî tê meşandin li ser me jî tê meşandin. Di her salvegera komployê de, bi rêbazên cûda dixwazin li ser civaka me û civaka Kurd bimeşînin. Hemû pîlanên hêzin dagirker ên li ser Şengalê bi armanca temamkirina komploya 9’ê Cotmehê ye. Îsal jî lîstokên ku di hilbijartinên parlemantoya Îraqê ku li şengalê hat meşandin de beşekî ji komployê ye. Navên gelek ji em di lîsteyê navanda nebûn. Dîsa jî navê gelek kesan li cihên gelek dur danîbûn. Hilbijartin bi şêwazekî gelekî ne edalet li Şengalê birêve çû. Hemû jî ji bo nenaskirina îradeya me ye.”
Zozan Simo ya ji gundê Guhbel jî got: “Hemû hêzên dagirker li ser Şengalê pîlanê qirêj çêdikin, bi taybet dixwezin îradeya jinên Êzidî bişkînin. Ji ber ku dizanin jin dema bi fikra Rêbertî xwe rêxistin dike, êdî tu hêzekî desthiladar nikare kelecana wan a azadiyê asteng bikin. Berî em Serokatî nasbikin em civakekî bindestbû û jiyana me bê reng bû. Bi hatina şervanên Rêber Apo ya Şengalê re çavên me ronî bû û her çu me zêdetir reng da jiyanê. Şengal gelekî xweşbûye. Hêzên me yên parastinê avabûn. Em ji bindestiyê derketin. Rêbertî bûye roniya çaresriyê ji her tiştî re, ma ne bê edaletiya ku weqas salin hatiye giritn? Ez ji dewletan daxwaz dikim ku bila çavên xwe ji vê bêmafiyê re negirin.”