Peymangeha Bilind a Hunerê li Hesekê hate vekirin

Îro bi wesîleya salvegera tekoşer Şîlan Kobanê Peymangaha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn hat vekirin.

Hesekê- Bi wesîleya salvegera Tekoşer Şîlan Kobanê, îro li taxa Xiwêran ya bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn bi tevlîbûna endam û saziyên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) , Hêza Parastina Jin (YPJ) , endam û rêvberên Hîlala Zêrîn hate vekirin.

‘Armanc parastina nirx û çanda netewan e’

Piştî deqyek rêzgirtinê  Rêvberiya Giştî a Peymangeha Bilind ya Hîlala Zêrîn Evîn Paşo axivî û got: "Îro 29 Mijdar’ê salvegera şehadeta pêşeng û fermandar Şîlan Kobanê ye ,di şexsê wê de û bi awazên azad ku ji qirka gerîla derketin, bi tekoşina wan û bi vê hezkirina hunerî em vê gavê  pîroz dikin. Dîroka hunerê despê kir ku insan bi resma destê xwe li ser şikeftan hiştin da ku bejin em hene. Kombûna  civakê li dora jinan hat kirin, parasvanê çanda civakê di hundirê jinan kom bû. Ji bo wê hêzên desthilatdar jinan dikin hedef ji ber ku çandek parastî bi civaka parastî ve girêdayî ye. Li hemberî tunekirina civakbûyîn û çandê tekoşin hat meşandin mînaka wê şoreşa 19 Tîrmehê ye. Ye ku pêşengtî kir jin e hedef û armanca me zanistek hunerî li ser kokên dirokî û xurt were çêkirin. Deskeftiyên şoreşê ne bi rehetî hat bidestxistin. Armanc parastina nirx, çand û huneraa ku weki mozaîk tene neyê dîtin. Vekirina peymangehê deskeftiyek ji deskeftiyê şoreşê ye.  “

‘Bi ked û tekoşîna jinan dê çand were zindîkirin’

Li ser nave Kongra Star Jiyan Hisên axivî û got: ”13 sal gelek deskeftî hat bi destxistin û bû nimûne li tevahî cihanê ku jin di her qadê de parasvan û pêşeng e. Peymangeh nimûne ji tevahi cihanê re ye ku em xwedî çand, nasname û hebûn in û bi ked û tekoşîna jinan  kes nikare çanda me qir bike û her netewek bi çand u zimanê  xwe zindi ye”.

‘Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” çanda netewan diparêze‘

Li ser navê  Rêveberiya Xweser Edalet Omer balkişand li ser girîngiya sîstema Rêveberiya Xweser û wiha anî ziman:”Sîstem û hişmendiya baviksalarî a ku cihan pê tê birêvebirin û Kurdistan perçe kir. Bi saya Şoreşa Rojava û keda Rêber Apo projeya Reveberiya Xweser bersiv da planên qirkirinê. Di vê pêvajoyê de xwedîderketina her netewek li çanda xwe esas e.Llewma bi rihê felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” emê çanda xwe zindî bikin û wê biparêzin.”

Pişre Peymangaha bilind a Hunrê ya Hîlala Zêrîn diyarî pêşkêşî  malbata Şehîd tekoşer Şîlan Kobanê, Dayika tekoşer Şîlan Fatma Mislim kir vekirina  û got: “Şehîd Şîlan ji bo tevahî jinan  rêka tekoşîn û berxwedanê vekir. Hemû jinên divê peymangehê bixwînin ew wekî şehîd Şîlan in .”

Bernameya vekirina peymangehê bi pêşkêşkirina stran û dîlanên ji aliyê Koma Stêra Zêrîn, Malbêra Orkestra  Zarok ve hate berdewam kirin.

Di dawiya bernameyê de deriyê Peymangeha Bilind a Hunerê ji aliyê dayika tekoşer Şîlan Kobanê û Dayika tekoşer Delîl Cûdî ve hate vekirin.