Peymana Stenbolê çi ye? Çi nîn e? Çi qewimî?

Peymana Stenbolê ya ku di 20'ê Adarê de bi biryara serokomariyê hatibû bidawîkirin, îro hat betalkirin. Tirkiye yekem welat bû ku peyman îmze kir, di heman demê de yekem welatê ku ji peymanê vekişiya jî ew e. Peymana Stenbolê ku her dem wekî "mizgînî" dihat ragihandin çi ye? Çi nîn e?

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan - Peymana Stenbolê, Peymana Konseya Ewropayê ya Pêşîlêgirtin û Têkoşîna li dijî şîdeta li dijî Jinan û şîdeta Malbatê, piştî têkoşînek dirêj a jinên Tirkiyeyê hat îmzekirin. Di dema ku hat îmzekirin de, ew ji hêla wezîr, wekîl û hemû siyasetmedaran ve bi kêfxweşi hat pêşwazîkirin.
Lêbelê, Peymana Stenbolê di bloka desthilatdariya AKP-MHP de bû hedefa pergala mêr. Herî zêde mêr axivîn. Ew wekî peymanek "Malbat, jin, exlaq" hilweşand û pêwîst e ku were betalkirin hat binavkirin. Yên ku peymanê diparêzin wekî "sûcdarên terorîst" hatin îlankirin.
Peyman çawa çêbû?
Pêvajoya ku Tirkiye ber bi peymanê ve dibir sala 2009’an de bi biryargirtina darazxarin a ku ji hêla AHÎM’ê bû. Nahide Opuz a ku li Amedê dijî, şîdeta sîstematîkî a ku gelek caran dît 36 caran ji rayedaran berpirs rê gilî kir lê hevjînê wê yê berê H.O. hat girtin û hat berdan. Opuz dema ku bi dayik û zarokên xwe re bi xeyala destpêkirina jiyana nû diçû  Îzmîrê pêşiya wê hat birîn. Di wê êrîşa çekdarî ya H.O de dayika xwe winda kir. H.O. Her çend cezayê hepsa muebbetê lê hat birîn jî ew di danişîna îtirazê de hat berdan û îdia kir ku wî ew dayik bi hinceta "zilamtiya wî pelçiqand " kuşt. Opuz serî li AHIM da. Di vê çarçoveyê de, AHIM biryar da ku Tirkiye jina ku rastî tundiyê hat, her çend wê serî li dozgeriyê da jî nikarîbû wê ji hevjinê wê biparêze, cûdakarî kir û biryara tezmînatê da. Ev biryar di diroka AHIM’de cezayê yekem bû ku ji ber dewletekê nekariye hemwelatiyên xwe li dijî tundiya navmalîn biparêze. Doza Opuz ji bo Peymana Stenbolê bû îlham, hemanivîsa bi sedem a peymanê ava kir. Ji ber ku li Stenbolê îmzeyê hate vekirin, navê xwe ji vî bajarî girt. Yê ku yekemin îmze jî kir Tirkiye bû.
Li 34 welatan hat pejirandin
Tirkiyeyê di 11’ê Gulana 2011’an de peyman îmze kir û di 24’ê Mijdarê de erê kir. Belgeya erêkirinê di 14’ê Adara 2012’an de ji bo Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê hat şandin. Ji Tîrmeha sala 2020’an ve, peymana ku ji hêla 45 welatan û Yekitiya Ewropayê ve hat îmzekirin, li 34 welatên îmzekar hat pejirandin. Almanya, Andorra, Alban, Yekitiya Ewropayê, Awusturya, Belçîka, Yekbûyîna Qraliyetê, Bosna Hersek, Bulgaristan, Komara Çek, Danîmarka, Ermenistan, Estonya, Fînlandiya, Fransa, Gurcistan, Xirvatistan, Hollanda, Irelanda, Îspanya, Swêd, Swîsre, Îtalya , îslanda, Montenegro, Qibris, Makedonya Bakur, Letonya, Liechtenstein, Lîtvanya, Luksembûrg, Macarîstan, Malta, Moldova, Monako, Norwêc, Polonya, Portekîz, Romanya, San Marîno, Sirbîstan, Slovakya, Slovenyya, Tirkiye, Ukrayna û Yewnanîstan di nav welatên ku pejirandinê de cih girt. 
Li ser jinan sekinîn
Hejmara welatên ku peyman îmze kirin bi 46 re sînordar bû. Wekî din, gelek welatên Rojhilata Navîn ji bo îmzekirina peymanê dest bi xebatê kirin, Tûnis yek ji van e ku destpekê bê bîra me. Armanca sereke pêşîgirtina li tundiya li ser jinan e. Peyman şîdeta psîkolojîkî û laşî, tacîz, tecawiz, zewaca bi zorê, şopandin, sinetkirina jinan, kurtaja bi zorê, zewaca bi zorê wekî sûcên li dijî jinan tê hesab kirin. Weke kiryarên şîdetê, ne tenê mêrên ku hevser in,  hevserê berê, patner, bav û patron  jî di kategoriya kiryarên şîdetê de ne. Wekî din, di  peymanê de şîdeta malbatê ku li derveyî zewacê bi hev re jiyan pêk tê digre nav xwe.
Peyman peywirên cur be cur li ser dewletên îmzeker bar dike. Bêguman, a herî girîng ew e ku dewlet rêziknameyên qanûnî û tedbîrên pêwîst ji bo bidawîkirina tundiyê pêk tîne. Kongre sernavan dide dewletên ku jinan biparêzin û ji wan tê xwestin ku ji perwerdeya zayendperest bigre heta ya çandî, ji nû ve dîzayn bikin. Azadiya aborî, xebitandina jinan, malên stargeh, gelek dever û tedbîrên jiholêrakirina cudakariyê tenê çend ji wan in.
6284 dê çi bibe?
Mînaka herî berbiçav a Peymana Stenbolê ya ji bo Tirkiyeyê Zagona Hejmara 6284 ya Parastina Jinê ye. Qanûna bi Hejmara 4320 ya Parastina Malbatê, qanûna yekem a li Tirkiyeyê ku pêşî li tundiya navmalîn digre, gelek pênaseyên ku wê nediyar hiştibûn, guherand û gelek mafên din jî bi xwe re anî. Mîna parastina jinên nezewicandî. Lê belê, kêmasiyên di pratîk û rêziknameya hiqûqî de di gelek waran de nehatine rakirin. Bi vekişîna ji Peymana Stenbolê,  bu meraq ku 6284 çawa were pêkanîn.
Peyman her dem hat nîqaşkirin
Beriya her tiştî, hat rojevê ku peyman ji hêla Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve were nirxandin. Lê belê, bi taybetî weşanên olî ketin tevgerê. Ji bo hilweşandina peymanê kampanya hatin organîzekirin. Serokê Karên Diyanetê Ali Erbaş bi gotinên hevzayendî hedef girtin, Peymana Stenbolê bû hedef.
Di Tîrmeha sala 2020’an de, Serokomar Erdogan daxuyanî ragihand: "Ger ku gel bixwaze rakin. Ger ku daxwaza gel ew e ku were rakirin, wê hingê divê li gorî vê yekê biryar were girtin. Gel çi bejê ew ê bibe” Piştî piştî daxuyaniyê, endamê AKP’ê Numan Kurtulmuş bi van gotinan piştrast kir ku "Çawa ev peyman bi pêkanîna pêvajoyê re hatiye îmzekirin, ew ê bi şopandina pêvajoyê, bi heman awayî ji holê were rakirin."
Tirkiye bi Biryara Serokomariyê ya bi Jimare 3718 di 20’ê Adara 2021’ê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin ji peymanê vekişiya. Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê jî ji bidawîbûnê agahdar bû. Dîroka bi bandor a bidawîbûnê wekî 1’ê Tîrmeha 2021’ê hat ragihandin.