Peymana di navbera Îran û DYE’yê de
Di protokola peymana di navbera Îran û DYE’yê de hatiye îmzekirin de, mijarên wekî bernameya nuklerî, uranyuma dewlemendkirî û heta şerê Lubnanê jî heye. Lê belê, ev peyman zextên navxweyî yên li Îranê û rewşa girtiyên siyasî çareser nake.
Navenda Nûçeyan – Di 17’ê Hezîranê de, piştî demek dirêj ji alozî û pevçûnan, li Versailles a Fransayê û Tehranê, di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê de peymanek hat îmzekirin. Ev peyman ji bo vekirina Tengava Hurmuzê û ji bo vegera her du aliyan a ser maseya danûstandina derbarê bernameya nuklewî ya Îranê de, bingehê datîne.
Ev belge hem bi Farisî û hem jî bi Îngilîzî hatiye amadekirin û îmzekirin. Li gorî naveroka wê, Îran dê bikaribe ji nû ve dest bi hinardekirina petrolê bike û hin ji dahata xwe ya windabûyî vegerîne. Wek bedêla wê, Tehran û Washington dê di nav 60 rojan de dest bi danûstandinan bikin da ku derbarê bernameya nuklerî ya Îranê de lihevkirinek nû çêkin. Peymanê her wiha mijara dewlemendkirina uranyûmê jî çareser kir. Biryar dan ku materyalên dewlemendkirî di bin çavdêriya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî de bighîjin astên nizmtir.
Lihevkirineke dawî, dê tawîzên aborî yên din ji bo Îranê di nav xwe de bigre. Di nav de rakirina tevahî ya dorpêçên navneteweyî û berdana milyar dolarên ku ji derveyî welat hatine cemidandin, heye. Her wiha di peymanê de behsa avakirina fona 300 milyar dolarî ya ji bo ji nû ve avakirina deverên ku ji ber şer zirar dîtine, yên Îranê tê kirin. Lê belê, hîn ne diyar e ku welatên Erebî yên Kendavê ku bûne hedefa êrîşên Îranê, heta çi radeyê amade ne ku beşdarî projeyek wisa bibin. Donald Trump jî diyar kiriye ku Emrîka dê beşdarî fînansekirina vê fonê nebe.
Rêveberiya Trump berê diyar kiribû ku armancên wê yên şer jiholêrakirina şiyanên mûşekî yên Îranê, qutkirina piştgiriya Tehranê ji bo komên herêmî, qelskirina hêza deryayî ya Îranê û pêşîgirtina li bidestxistina çekên navokî ji aliyê welêt ve ne. Lê belê, peymana demkî ya heyî bernameya mûşekî ya Îranê an piştgiriya wê ji bo hevalbendên herêmî çareser nake û hatiye diyarkirin ku danûstandinên pêşerojê dê tenê li ser bernameya navokî bisekinin.
Qedandina şerê li Lubnanê
Ji aliyê din ve, Îranê bal kişandiye ser pêwîstiya bidawîanîna şerê li Lubnanê û ev mijar di peymanê de cih girtiye. Lê belê, Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê ne aliyên vê peymanê ne. Her çend Îran daxwaza vekişîna Îsraîlê ji Başûrê Lubnanê dike jî, Îsraîlê niyeta xwe ya parastina hebûna xwe ya leşkerî li van deveran diyar kiriye.
Zextên di bin siya îmzekirina peymanê de berdewam dike
Her çend Komara Îslamî ya Îranê zextên navxweyî li welêt didomîne jî, mijarên wekî darvekirin, girtinên siyasî, çewsandina xwepêşanderan û rewşa mafên mirovan di tu xalên peymanê de nayên behskirin. Ev rewş rastî rexneyên çalakvanên mafên mirovan hatiye. Ew dibêjin ku Komara Îslamî ya Îranê di dîrokê de bi îdiayên destwerdana biyanî çewsandina xwepêşandanan rewa kiriye, di heman demê de rayedarên Emrîkî piştgiriya xwe ji bo xwepêşanderan anîne ziman. Lê belê, niha mijara mafên mirovan ne tenê di danûstandinên siyasî yên di navbera her du welatan de tune ye, di heman demê de xuya dike ku di pêvajoyek tawîzên hevbeş de ketiye paşxaneyê.