Peyman Viyan:Rêber Apo hebûn û nirxê gelan e’

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan der barê salvegera 25’emîn a komploya 15’ê Sibatê de, ji ajansa me re axivî.

BÊRÎVAN RAPERÎN

Navenda Nûçeyan- Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan têkildarî komploya 15’ê Sibatê ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de  li ser gelê Kurd û mirovahiyê pêk hat ji ajansa me re axivî.

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Viyan Peyman di despêka axaftina xwe de tevahiya hêzên komploger û hegemon ku destên wan di vê komployê de hebû, bi tundî şermezar kir û got: “Di şexsê şehîdên kes nikare roja me tarî bike ku bûn xelekek ji agir, em tevahiya şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. 15’ê Sibatê, di dîroka gelê Kurd de nayê jibîrkirin û wê tu carî neyê jibîrkirin. Ji ber ku ev roj ji bo gelê Kurd rojeke reş e. Di vê rojê de bi hedefgirtina Rêber Apo, xwestin doza azadiya gelê Kurd têk bibin. Di şexsê Rêber Apo de xwestin komployeke navneteweyî li ser tevahî gel û kesên azadîxwaz pêk bînin. Hêzên hegemon ên cîhanê, di heman demê de netew dewletên heyî, tev destên wan di vê komployê de hebû. Bi vê komployê xwestin gelên azadîxwaz û gelê Kurd bê Rêber bihêlin. Pêwîstiya Rojhilata Navîn bi pêşeng û Rêberekî heye, di heman demê de van hêzan vê yekê ji bo desthilatdariya xwe weke metirsiyeke mezin dibînin. Ji ber vê yekê jî komplo pêk anîn û her cure êrîşan heta roja me ya îro jî pêk tînin. Ji ber vê yekê jî Rêberekî weke Rêber Apo ku Rêberê azadî, wekhevî û demokrasiyê ye, hedef girtin.”

‘Êdî Kurd ne yên berê ne’

Endama KJAR’ê, Peyman Viyan di berdewamiya nirxadina xwe de bi berfirehî qala bandora Abdulah Ocalan   kir û wiha domand: “Di şexsê Rêber Apo de, doza gelê Kurd bû çareseriya yekemîn ji bo tevahî neteweyan. Ev doz bû alternatîf û çareseriyeke herî bi hêz, ji bo tevahiya azadîxwazan. Bêguman hêzên dagirker sebra wan li hemberî vê yekê nema. Dîtin ku her diçe gelê Kurd dibe hêzeke sereke yê azadiyê, ji ber vê yekê jî komployeke bi vî rengî di şexsê Rêber Apo de pêk anîn. Çawa ku mîna di dîrokê de her dem pêşengên gelê Kurd bûn hedef, xwestin di şexsê Rêber Apo de vê yekê dubare bikin lê belê vê carê weke her car nebû. Ji ber ku hem berxwedan û sekna Rêber Apo hem jî ya gelê Kurd, ev komplo vala derxistin. Xwedîderketina gelê Kurd û jinan, li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat, peyam dan tevahî hêzên komploger û gotin: ‘Êdî Kurd, Kurdên berê nîn in.’ Ev yek jî ji ber ku gelê Kurd, jinên Kurd nirx û hebûna xwe di Rêber Apo de dîtin. Ji ber vê yekê li Rêber Apo xwedî derketin û wê hê bi hêztir jî xwedî derbikevin.”

‘Hêviya wan careke din mezin kir’

Peyman Viyan wiha domand: “Rêber Apo bi salan e tekoşîneke bênavber dide meşandin. Bi fikir û felsefeya xwe, di tevahiya cîhanê de ruhekî neteweyî da avakirin. di nava gelê Kurd de bîr û baweriyeke azadiyê ya pir mezin daye avakirin. Gelê Kurd careke din zindî bû. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo gelê Kurd û tevahiya mirovên azadîxwaz bersiva herî xurt di vê sedsalê de, didin dijminên mirovahiyê. Bi vî şêweyî xwedî li Rêberê xwe derdikevin. Ger em bixwazin bi taybetî behsa Rojhilatê Kurdistan û Îranê bikin em ê bibînin ku hewldana vê komployê hatiye kirin heta roja me ya îro bi serhildanên ku pê radibin, dixwazin ku bibe bersiva keda Rêber Apo. Bi keda Rêber Apo re, hêviya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê mezin bû, potansiyela şoreşê tê de bilind bû. Ji ber vê yekê gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, komploya li ser Rêber Apo, li ser xwe û hebûna xwe dîtin. Ji ber vê yekê di rabûnên xwe yên li dijî desthilatdariyê dan diyarkirin ku wê dijmin bi rehetî nikaribe Rêberê me ji me bistîne û me bê Rêber bihêle. Ji Makoyê heta Kirmanşanê, li Tehranê û tevahî bajarên Îranê, kirin cihê serhildanê. Van serhildanan cîhanê şok kir. Di şoreşa ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ de jî bi pêşengtiya jinan û bi fikir û felsefeya Rêber Apo, ev rih û potansyel careke din herikî nava tevahî kolan û kuçeyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê.” 

‘Divê em welatekî azad biafirînin’

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan di dawiya axaftina xwe de ev bang li jin û civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir: “Ji bo ku em li Rêber Apo xwedî derkevin, pêwîst e em bi wijdan û tekoşîna xwe, beşdarî pêngava ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bibin. Bi boneya 15’ê Sibatê, em dibêjin çawa gelê Rojhilatê Kurdistanê di sala 1999’an û 2022’an peyamên bi hêz da û xwedî li Rêber Apo derket, hê zêdetir û bi şêwazekî hê bi hêztir berdewam bikin. Bi taybetî jin û ciwan Rojhilatê Kurdistanê ji vê yekê re pêşengî bikin. Pêwîst e ku em vê salê bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo û bi hemû hêza xwe xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Em bi vê yekê jî bawer in ku wê tevahiya jin û civak vê yekê bi potansiyeleke bi hêz pêk bînin. Em jî weke KJAR’ê hemû berxwedan û tekoşîna me, li her qadê wê bi şêwazê herî bi hêz berdewam bike. Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tevahiya qadan veguherînin qadên têkoşîna ji bo azadiyê. Herî dawiyê jî em dibêjin ku pêwîst e tevahiya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê naveroka felsefeya Rêber Apo a ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ zêdetir li ser koka wê lêkolîn bikin û bixwînin da ku bihêztir bi vê felsefeyê têkoşîna xwe bilind bikin. Em bi hevgirtinê dikarin Rojhilateke Navîn a azad ava bikin û welatekî azad bafirînin.”