Peykerekî din ê Starê hat dîtin

Li bajarê kevnar ê Asûrî Nimrûdê, peykerekî Starê hat dîtin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê kevnar ê Asûrî Nimrûdê, kevirekî abîdeyê yê mezin ê ku Star (Îştar) li ser hatiye verotin, ji binê erdê hat derxistin. 

Arkeologên Zanîngeha Muzeya Arkeolojî û Antropolojiyê ya Pennsylvaniayê tevî tîma arkeologan a Iraqî ev abîdeya ji bo Xwedewend Star dîtiye. DAIŞ´ê xelek zirar li bajarê kevnar Nimrûdê kiribû. 

Li bajêr di nava tiştên vedîtî de îbadetxaneyeke ji bo Starê ya qederê 3 hezar salî jî heye. Heman tîmê lêkolînê beriya niha jî qesreke 2 hezar û 800 salî derxistibû holê. Qesr a melikekî Asûrî yê bi navê  Adad-Nîrarî yê Sêyem bû, û ji 810 ta 783´an beriya mîladê li serghukm bû. 

Li gorî texmînan hem qesr û hem jî îbadetxane 612´an piştî hilweşandina împaretoriya Asûrê, hatine şewitandin.