Peykerê jinê ku li Amedê hatibû rakirin ji nû ve hat danîn

Peykerê jina ku bi hinceta ‘nikarin nimêjê bikin’ bi fermana Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku YSK’ê tayînî Şaredariya Rezanê kiribû hatibû rakirin, ji aliyê rêveberiya DEM Partiyê ve jinûve li baxçeyê şaredariyê hate danîn.

Navenda Nûçeyan-Peykerê jinekê bi hinceta ‘nikarin nimêjê bikin’ bi fermana Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) ve tayînî Şaredariya Rezanê kiribû hatibû rakirin. Xebatkarên şaredariyê peykerê jina ku hatibû xwestin bê rakirin, veşarti bû. 

Rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a di hilbijartinên 31’ê Adarê de şaredarî bi dest xist, peyker jinûve danî cihê wê. Pişt re daxuyanî hate dayîn. Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Hevşaredar Leyla Ayaz, bi bîr xist ku peyker ji aliyê hevşaredara berê Yuksel Baran ve diyarî jinan hatibû kirin û wiha got: “Rêveberiya AKP’ê bi hinceta ‘em dixwazin li vir nimêj bikin, peykerê jinê heye, guneh e’ peyker rakiribû. Bi vî awayî nîşandan ku destkeftiyên jinan çawa dagirkirine.”

Ayaz, destnîşan kir ku ji bo destkeftiyên jinan bi dest bixin dê têkoşîna xwe bidomînin. 

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.