Peyama pêkhateyan zelal e: Berxwedan

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk yê li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, gelê bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ermen, Ereb û Suryan bi dirûşmên “Bijî berxwedan” daketin qadan.

Hesekê – Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Kanûnê êrişên xwe yê li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Di êrişan de 8 welatî jiyana xwe ji dest dan, navendên binesaziyê yên heremê, çapxane, nexweşxane, stasyonên petrolê hatin hedefgirtin. Pêkhateyên Kurd, Ereb , Suryan û Ermen yên li Hesekê dijîn li dijî êrişan daketin qadan û peyamên berxwedanê dan.

Meşvan wêneyên welatiyên ku di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan û pankartên bi nivîsa “Bila qada me ji tevgera balafiran qedexe bibe”, “Na ji bêdengiya navnetewî re”, “Bijî berxwedan” hilgirtin. Di dawiya meşa ku li ber çarxereya Nisir ya taxa Ezîziyê des pê kir û li çarxereya Salihiyê bi dawî bû, daxuyanî hat dayîn.

‘Bi yekîtiya xwe emê planên qirkirinê têk bibin’

Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclisa Ol ya Îslama Demokratîk Mihemed Elî Ezo daxuyanî da. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk hat şermezar kirin û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk bi balafiran êrîşî welatiyan dike, cihên ku xizmeta sivîlan dike, dike hedef. Ev tu zagon û tu olî qebûl nake. Dewleta Tirk mafê, zagon û olan jî binpê dike û tu kesî dengê xwe nake . Bila rêxistinên mirovî dengê xwe bikin. Bila herêma me ji tevgera balafiran qedexe bikin. Lê mixabin ev yek hemû li gorî berjewendiyên wan pêk tê. Em wekî gelên Bakûr û rojhilatê Sûriyê em ê bi yekîtiya xwe pilanên qirêj yên qirkirinê têk bibin.”

Meş bi dirûşmeya “ Bijî berxwedan” bi dawî bû.