Peyama jinan ji bo Talîbanê: Wê hikumeta weya rizî bi hêza me hilweşe

Peyama jinan ji bo Talîbanê ku ev sê sale li Efganistanê bi taybet li dijî jin û zarokên keç her cûrê zilmê pêktîne ev e: “Wê hikumeta we ya rizî, bi hêza jinan hilweşe.”

BAHARÎN LEHÎB

Kabul- Talîbanê di dîroka 15’ê Tebaxa 2021’an de rêveberiya Efganistanê xist destê xwe û li dijî gel û bi taybet li dijî jinan polîtakayên zextê xist meryetê. Jinên ku li dijî zilma Talîbanê dest jî têkoşînê bernedan, têkoşîna xwe berdewam dikin.

Jinên ku li dijî Talîbanê daketi qadan û têkoşîn hilbijartin, gotin ku divê li dijî Talîbanê têkoşîn were mezin kirin û wiha gotin: “Tu caran gav şûnde neavêjin.”

 ‘Jin xistin bin zextê’

Khadija Gharzan ku li dijî Talîbanê têdikoşe wiha got: “Ev sê sal e em weke jin, salên xwe yên tarî dijîn. Jin ji mafê xweyê herî bingehîn bêpar hatin hiştin. Jin ji jiyana kar û perwerdê hatin dûrxistin û xistin bi zextê.”

Khadija Gharzang da zanîn ku jinên ku ji aliyê Talîbanê ve tên girtin rastî îşkence û tecawîzê tên û wiha got: “Li bajar û gundan li dijî jinan tundiyek zêde heye. Ev ne tenê zextek li dijî jinan e, her çend ne weke ya jinan be jî, mêr jî dibin zextê dene. Li aliyê din jin ji jiyana xebatê hatin dûrxistin, lê belê ên ku kar berdewam kirin jî mûçeyê wan daxistin 5 hezar Efgan. Bi vê yekê nikarin dahata xwe pêkbînin. Pêwîstiyên malbetekê nayê pêkanîn.”

‘Ji bo em bibin xwedî Efganistek azad têdikoşin’

Khadija Gharzang anî ziman ku jinên wêrek ên Efganistanê dest ji têkoşînê bernedane û got: “Tevî zextan daketin qadan, parastina mafê xwe kirin, bêdeng rûneniştin. Cardin ji bo em bibin xwedî Efganistek azad têdikoşin.”

 ‘Xwendekarên mêr jî piştgiriya me kirin’

Xwendekara zanîngeha Nangarah Manijeh Safî ji ev tişt got: “Piştî ku Talîbanê rêveberî xist destê xwe, hemû xebatên ku min dida meşandin rawestiya. Min nekarî perwerdeya xwe berdewam bikim. Talîbanê deriyê zanîngehê li jinan girt. Me gav şûnde ne avêt, em daketin qadan û me protestoyên xwe bilind kir. Xwendevanên mêr jî piştgiriya me kirin. Me dirûşmeyên ‘yan emê hemû bixwînin yan yek ji me naxwîne’ bilind dikir. Lê belê mixabin çalakî piştî demekê êdî berdewam nekir.”

‘Peyma min ji bo jinan: tu caran gav şûnde neavêjin’

Manîjeh Safî destnîşan kir ku bi tu awayî gav şûnde neavêtine û ev bang li jinan kir: “Min dayîna perwerdeyê berdewam kir. Ji bo bi serbikevim ez dixwazim hê zêdetir hewl bidim û bi xebitim. Peyama min ji bo hemû jinan ev e; tu caran gav şûnde neavêjin. Ger deriyek li we girtîbe, rêyên cûda û firsendên cûda bikarbînin. Bi awayekê perwerdeya xwe bigrin û bi awayê pîşeyî xwe pêş bixin.”

 ‘Hikumeta rizî wê bi hêza jinan hilweşe’

Rabia Şirzad diviyabû îsal pola 9’an bixwîne, ji ber astengiyên Talîbanê perwerdeya xwe berdewam nekir û wiha got: “Min jî berê xwe da hunera wêneyê û ez waneyên xwe yên di dibîstanê de bi awayek online berdewam dikim. Em radestî Talîbana cahil û li dijî zanistê nabin. Talîban ji jinan ditirse û ji ber wê herî zêde zextê li jinan dike. Hikumeta wan ya rizî wê bi destê jinên Efgan ên bi hêz hilweşe.”