Peyama ji Girtîgeha Evînê: Ez soz didim dev jê bernadim
Parêzvana mafên mirovan Narges Mohammadi ya li Girtîgeha Evînê girtî ye di peyama xwe ya ji bo merasîma xelata Olof Palme de got; "Ez soz didim, ez ê dev jê bernedim" û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li gorî şert û mercan bidomînin.
Navenda Nûçeyan - Xelatên Olof Palme yên sala 2023’yan ên meha Çileyê hatin eşkerekirin. Marta Chumalo ji Ukraynayê, Eren Keskîn a ji Tirkiyeyê û Narges Mohammadi ya ji Îranê, ji ber xebatên xwe yên ji bo azadiya jinan a di serdemeke ku mafên mirovan di bin tehdîda şer, tundî û zextê de ne, hatin xelatkirin.
Çalakvana mafên mirovan û rojnamevana welatiyê Îranî Narges Mohammadi ji bo merasîma xelata Olof Palme peyamek nivîskî şand. Narges Mohammadi ku di girtîgeha Evînê de girtî ye, diyar kir ku ew bi girtina xelatê serbilind e û diyar kir ku divê ji kiryarên dewleta Îranê hesab bê pirsîn û sûcên li dijî binpêkirina mafên mirovan bê ceza nemînin. Çalakger bal kişand ser têkoşîna li dijî newekhevî û cudakariyê jî.
'Baweriya min zindî ye'
Narges Mohammadi di peyama xwe de wiha got:
“Ez jinek im û di wê baweriyê de me ku rejîma Komara Îslamî dê biguhere. Nêzî 30 sal in ez wek çalakvan dixebitim. Bi salan e ez ji bo pêkanîna demokrasiyê li welatê xwe û ji bo temînata mafên mirovan têdikoşim. Ez soz didim dev ji têkoşîna xwe bernadim. Bi baweriya min em ê cîhanek ava bikin. Ew ê cîhaneke wisa be ku tê de em bikarin li welatê xwe û cîhanê aştiyê pêk bînin û rêzê li mafên mirovan bigrin.”