Peyama girtiyên siyasî: Newroz veguherî qada azadiyê

Girtiyên di ev 116 roje di çalakiya greva birçîbûnê de, peyam ji Newroza Amedê re şandin û gotin: “Baweriya me heye wê Serokê me bi awayekî fizîkî azad bibe.”

Navenda Nûçeyan - Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn, di roja 116’an de berdewam dike. Peyama girtiyan di Newroza Amedê ya bi heybet hate xwendin.

 Azadî hate bi bîrxistin

Peyama girtiyên siyasî ji aliyê parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû ve hate xwendin wiha ye:

“Newroz dengek bû

 Dengên çakûç û hesin

 Pişt re bû tîna agir

 Veguherî bû deng û rengên azadiyê di dilê Rojhilata Navîn de ku navê wê Kurdistan bû...

Newroza berxwedanê û azadiyê di serî de li Rêberê Azadiyê Rêber APO, hevalên li Wargehên Azad , li dayikên çalakvan, li gelê xwe û li hemû beşdarvanên Newroza azadiyê pîroz dikin. Bi biryardariya ku tecrîd hilweşe û Rêberê Azadiyê bi fizîkî azad bibe, em ji wek şoreşgerên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê tev li pêngava azadiya fizîkî ya Rêber APO bûn û berxwedana me bi biryardarî berdewam dike. Em bi hêvî û bawer in ku dê tecrîd hilweşe û Rêberê me bi awayekî fizîkî azad bibe. Ev qada Newrozê îro veguheriye qada azadiyê û azadiya Rêberê xwe diqîre. Bi mizginiya biharê cardin Newroza we hemûyan pîroz be!”