Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye

Cerdevan Ramazan Babat ê ji ber li Qilebanê tecawizê zaroka bi navê S.G. ya 16 salî kir tê darizandin. Peyama cerdevan Babat a “ji ber min keçik bi darê zorê revand naxwaze bi min re bizewic” kete nav dosyayê.

Navenda Nûçeyan – 6’emîn danişîna doza ku cerdevan Remezan Babat ê li Sêgirkê ya girêdayî Qilêban a Şirnexê destdirêjiyê li S.G ya 16 salî kir dihat darizandin, hat dîtin.

Danişîna 6’emîn a doza cerdevan Ramazan Babat ê li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê tecawizê S.G. ya 16 salî kiribû li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Babat ê girtî tê darizandin bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzera Polîtîkayên Civakî û Malbatê û parêzerê bersûc di danişînê de amade bûn. 

Bersûc peyaman înkar kir

Piştî tespîtkirina nasnameyan di danişînê de Ramazan Babat axivî. Şandeya dadgehê peyamên aydê Ramazan Babat ku nû li dosyayê hatine zêdekirin pirsî. Ramazan Babat peyamên xwe yên “Ez ê pereyan bidim lê dibe ku keçikê nedin, ji ber min keçik bi darê zorê revand dibe ku bi min re nezewice. Min pere nedabûya, heke wisa çênebûya ez da di girtîgehê de bim, ne diyar e ka dê keçik çi bike” qebûl nekirin. Babat, pereyên ku ji bo bi darê zorê bizewice dane malbata mexdûrê bi gotinên “min ji bo mesrefên dawetê dan” parastin. 

Hat xwestin ku fermandarê qereqolê ji nû ve bê guhdarkirin

Parêzerê bersûc Gurgîn Babat, xwest ku fermandarê qereqolê ji nû ve bê guhdarkirin û wiha got: “Ji ber cerdevanê û reviya ye fermandar bi mexdûr re axiviye. Heke mexdûr bi fermandar re axivî be çima lêpirsîn nehate destpêkirin? Ji bo ku em bizanibin fermandarê qereqolê ev rewş ji Serdozgeriya Komarê re ragihandiye an na dixwazin bê guhdarkirin.” 

Fermandarê qereqolê ku parêzer Babat dibêje bila bê “guhdarkirin” di îfadeya xwe ya danişîna beriya niha de ragihandibû ku li Ramazan Babat geriyaye, xwestiye bi mexdûr re biaxive lê Babat gotibû mexdûr ne li cem wî ye.  

Danişîn hat taloqkirin

Dozger, xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin û girtina bersûc bidome. Parêzera Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya li dijî mutalaayê parastin kir daxwaz kir ku girtina bersûc bidome. 

Şandeya dadgehê, biryar da ku girtina bersûc bidome û danişîn taloqî 23’yê cotmehê kir.