Peyama Cemile Bouhired ji bo berxwedana Filestînê

Cemile Bouhired berxwedana Filestînê re peyamek şand û tê de wiha got: "Tiştê li Filestînê diqewime, kêlî bi kêlî dişopînim. Ger ne ji rewşa min ya tenduristî ba, ez ê di gel şoreşgerên Filestînê di di eniyên pêş de bûma.”

Cezayir – Cemile Bouhired a weke sembola berxwedana Filistînê tê zanîn ji ber koronayê niha li nexweşxanê dimîne diyar kir ku hemû bala wê li ser berxwedana Filistînê ye. Cemile ya kêlî bi kêlî rewşa Filistînê dişopîne wiha got: "Berxwedna Filestînê hêvî ji min re vegerand ku netewe hîn sax e û kolonyalîzm ne çarenûs e, ew rewşeke awarte û demkî ye. Ji Filestîniyan re ji xeynî domandina berxwedanê û derxistina dagirkeriyê ti rêyên dinê nîne. Ger ne ji rewşa min ya tenduristî ba, ez ê di gel şoreşgerên Filestînê di di eniyên pêş de bûma."