‘Pêwîstiya kesên kêmendam bi hêzkirin û piştgiriya derûnî heye’

Ethra Bihnan a 38 salî ku xwedî pêdiviyên taybet e, bal kişand ser girîngiya hêzdarkirin û xwedîderketina li kesên kêmendam û got: “Pêwîstiya kesên kêmendam bi hêzdarkirin û piştgiriya derûnî heye.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Ethra Bihnan ya 38 salî ye ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ew ji ling û destên xwe kêmendam e. Ethra Bihnan 9 sal berê dest bi projeya xwe ya xemilandina şahiyan û dekoran kir bi vekirina dikaneke xwe ya taybet dikaribû li pêşiya hemû astengiyan bihêz bisekine. Ethra Bihnan çîroka xwe bi me re parve kir.

Yekem gava ber bi serxwebûnê ve

Ethra Bihnan da zanîn ku ji zarokatiya xwe ve ji hobiya sêwiranê hez dikir, di wê qonaxê de li ser vekirina projeya xwe nedifikirî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Min xwe bi sêwirandina tiştên ji amûrên ku li malê tên dîtin û min ji xwe re çêkirine sînordar kir. Beriya deh salan, min dest bi karê li ser projeyek mûman kir ku piştgirî bide mirovên xwedî hewcedariyên taybetî. Li wê derê fikra xwebaweriyê bi min re çêbû û dema ku ez di hunera xemilandinê de afirîner bûm min cesaretek mezin girt. Paşê min dikan ji xwe re girt û projeya xwe ya taybet ava kir.

‘Ezmûnek ku divê ez tê de bi ser bikevim’

Bêguman li kêleka serkeftinan zehmetî jî hebûn weke her gava di jiyana mirov de. Di warê nezanîna xebata min de kêşe hebûn û di wê demê de projeyek wiha li herêmê fikreke nû bû. Sedema lawazbûna daxwaziya berhemên min ev bû lê vê yekê ez dilgiran nekirim ji ber ku ya herî girîng ji bo min ew bû  ku jêhatîbûna xwe û berhemên xwe bidim naskirin.”

‘Ez ji kesên din ne cudatir im dikarim biafirînim’

Ethra Bihnan bal kişand ser rewşa xwe ya tenduristiyê û sedemên ku hişt bi xwe bawer be û wiha pê de çû: “Destpêkê rewşa min a tenduristiyê pir xerab bû lê bi dermankirinê ez hinekî baştir bûm û dikaribûm xwe bispêrim xwe û kar bikim. Ji ber rewşa xwe, heta niha astengî li pêşiya min hene û ez nikarim hemû karan bikim, malbata min jî alîkariya min dike. Lê dermankirinê ji min re şiyan da ku ez di gelek tiştan de xwe bispêrim û karsaziya xwe ava bikim. Terapî şiyana afirîneriyê da min, gihîitm vê baweriyê ku ez ji kesên din ne cudatir im û xwedî şiyana afrîneriyê me. Malbatek min heye ku pir piştgirî dide min, nemaze di warê derûnî de, min ji xwe bawer kir.”

Piştgiriya derûnî û peydakirina derfetan

Ethra Bihnan dibêje ku divê mirov erênî be û bê dudilî bifikire û wiha berdewam kir: “Ger hewcehiyên me yên taybetî hebin jî şiyanên me jî hene û dikarin rê derbas bikin û bigihîjin armancên xwe. Mixabin civak tirsê dixe nava mirovên xwedî pêdiviyên taybet. Di heman astê de girîngiya piştgiriya aborî ji bo vê komê heye.”

Ethra Bihnan bi van daxwazên ji jinan, axaftina xwe bi dawî kir: “Jin bi awayekî xwezayî jêhatî ne, ji ber vê yekê ez ji jinan daxwaz dikim ku afirîner bin û li nîvê rê nesekinin. Her wiha daxwaz dikim ku ji her derfeta di nava destên xwe de sûdê bigrin û xwe bi pêş bixin. Di heman demê de ji bo jinên kêmendam jî heman daxwaz heye lê ji bo van jinan îradeyeke zêdetir lazim dike û divê ew jî rewşa xwe ji ber kêmendamiyê pirsgirêk nebînin û xwe kêm hîs nekin.”