Pêwîstiya Kelha Salkhad ya li Sûriye bi nûjenkirinê heye

Safaa Al-Shomarî diyarkir ku Kelha Salkhad ku li Sûriye cih digre yek ji berhemên herî giring yê şaristaniya qedîm ya arkeolojîk e ku li herêmê jiyan kiriye û niha pêwîstiya kelhê bi nûjenkirin û alîkariya madî heye.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda – Bajarê Suweyda ya Sûriye malûvanî ji şaristaniya giring ya dîrokê re kiriye û li bajar gelek cihên arkeolojîk cih digrin. Kelha Salkhad ji ber li ser girek bazalt û bilind cih digre, bi terzê mîmariyek xweş hatiye avakirin. Înşata kelhê ji asta deryayê nêzî hezar û 450 metre bilinde û ji sê qatan pêk tê. Safaa Al- Shomarî ji Ensstituya Rênîşandana Geştê mevzûne derbarê kelhê de agahî parve kir. Safaa Al-Shomarî diyar kir ku dema ku mirov ji hindir ve temaşeyî kelhê dike ji bo bicihbûna leşkeran hatiye çêkirin û wiha got: “Hejmarek zêde salonên mezin, di jêrzemînan de axûr, derketinên veşartî û korîdor hene. Banê wê bi dizayna kemera mu bi kevirên biçûk, yek mezin, ya din kêm sê diwarê wê, li pişt xendekek, ya yekem di ser de dû dîwarên ku hevdû di şopînin heye. Avakirina kelhê bi awayêkê ku dijmin nekeve hindir hatiye çêkirin.”

Giringiya stratejîk ya kelhê

Safaa Al-Shomarî bal kişand ku kelh herêma îdarî ya dawî li başûrê Sûriyeye û girêdayî 37 gundên li navçeya Salkhad ya girêdayî bajarê Suweyda cih digre û wiha dom kir: “Dema ji rojava li kelhê tê meyze kirin cihek wê yê giring ê stratejîk tê dîtin. Ji rojhilat ve girêdayî kelha Al-Zakf û Al- Mara û quntarê Golan, ji başûr girêdayî kelha Al Kahf û Urdun, başûrê wê Filistîn û ji bakûr ve jî girêdayî Şamê ye. Ji riya zincîr derbaz dibe û digihe bakûr û rojhilatê Şamê. Ji ber giringiya cihê wê yê stratejîk, ji aliyê Yewnaniyan ve weke qada leşkerî dihat bi karanîn. Heta dema Roma ev rola xwe berdewam kiriye. Bedewiyên ku çav berdan ser berhemdana wê li dijî êrişan rola ticarî ya şaristaniyê bi riya deryayê piştî sermeye şandin kêm bû û piştre piştî hilweşîna beraja Ma’rib di serokatiya Gasaniyan de kabîleyên Ereb hatin. Derbasî Xiristiyanan bû û di 635’an de heta ku Îslam hate herêmê bi çandiniyê ve mijul dibûn.”

Safaa Al-Shomarî derbarê şahidiya kelhê ya ji bo rastiyên ku di demên dîrokê de wiha got: “Di dema dewleta Emewî de rola wê zêde bû, lê di dema dewleta Abbasî de lewaz bû.  Hikumdarê kelhê Îbn Mismar ji bo kontrolkirina kabîleyên Ereb ku derdor girtîn kule ava kir, di dema dewleta Fatimî de giha xweşiyê. Di dema ku Selçuqî ev cih kontrol kirî rola wê ya leşkerî, weke xeta karwanên hecî ji paytexta berê ya Nebatiyan û  Şamê hatin ji Bursa derbas bû giha Erebistana Suudî dihat zanîn. Kelha Salhad li ser Erebistan, Wadî Al- Sarhan, Selçûqî û Eyûbî diwarên wê nûjen kirin ji dîrokê ve şop hêla, îro hê heye, tê zanîn ku ên ku nîşana dû şeran ku ji dû şêrên pêk tê li hev meyze dike ew in.”

‘Weke qadek giring ya arkeolojîk tê qebul kirin’

Safaa Al- Shomarî îşaret bi wê yekê kir ku di dema Memlukan de bircên kelhê ji aliyê Az-Zahir Baybars ve hate nûjenkirin, avahî û kuleyên şopandinê çêkirin, di dema ku Îzzeddîn Aybuk rêveberî dewr girt de zanîst pêşxistiye û got: “Serokatiya kelhê, ji sala 1211 heta 1237 ku dema zêrîn ya Salkhad bû, mizgeftek ku 24 kemer ava kir, ev mizgeft bi minareya xwe ya xweşik ji yên din cûda dibe, awa û dîzyana şeş alî bi sê rengan hatibû çêkirin. Beşa wê ya xwar ji kevirê bazalt ê reş, beşa wê ya nîvê ji kevirê bazalt ya sor, beşa wê ya serê jî ji kevirê spî hatiye çêkirin, ev minare ji derveyî yekane minareya Misrê tu wekheviyek nîne. Di serî de erdhej ji ber şert û mercên hewayê, çêkera ji derve ya kelhê tevî beşên wê yên cûda hilweşiyaye, weke qadek arekeolojîk ku her sal geştiyar serdan dikin tê qebul kirin. Pêwîstiya kelhê bi nûjenkirin û alîkariya madî heye. Gelê li herêmê bi serxist ku bi parêzin û li dijî her cûrê mudaxeleyê bi parêzin. Guherîna taybetmandiyên wê yên dîrokî aliyek dikare bigre ser milê xwe.”