"Pêwîstî heye jin li hemberî êrîşan xwe perwerde bikin û biparêzin"
Endama Nivîsgeha Jinan a PYD’ê ya herêma Firatê, Sara Xelîl êrîşên li ser hebûn û vîna jinan nirxand û got: "Dê li hemberî hemû êrîşan hêza jinan bi serkeve."
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Jin dema ku pêşengiya civaka xwe dikin û bi awayekî komînal, edalet, wekhevî û hevjiyana azad didin rûniştandin, yekser dibin hedefa êrîşên dewletên hegemon. Bi saya têkoşîna jinan aloziya li Sûriyeyê veguherî şoreşê û navê vê şoreşê jî bû şoreşa jinan. Jinan li djî her cure desthilatdariyê serî hildan û jiyana koletiyê qebûl nekirin. Niha jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahî cîhanê bi karên xwe yên siyasî, leşkerî, aborî, civakî, dîplomasî, ragihandin û hwd. bûn mînak. Di hemû şeran de jinan wekî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) cihê xwe girtin û kêlî bi kêlî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgar kirin. Ji bo wê îro jinên siyasetmedar tên hedefgirtin, mînaka herî dawî jî Sekreteriya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû ku di dema şerê 2019'an de li ser erka xwe bû, bi awayeke hovane ji aliyê hevkarên dewleta tirk ve hat qetilkirin. Der barê êrîşên li ser hebûn û vîna jinan de, Endama Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl nirxandin kir.
"Li hemberî jinan şerekî mezin heye"
Sara diyar kir ku divê jin li beramberî êrîşên heyî xwe biparêzin û got: "Êrîşên li dijî jinan pêk tên ji dîrokê ne cuda ne. Bi destên xwedewanda jin her tişt hat afirandin, desthilatdariya mêr ev afrînerî nepejirand, loma berhemên jinan dizî. Jiyana ku jinan ji bo zindiyan dan avakirin îro veguherî şer, pevçûn û komkujiyê. Bi van êrîşên hovane xwestin zanista jinan bi dest bixin û jinan bikin kole. Piştî bi salan bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo careke din jin li hebûna xwe vegeriyan û vîna xwe nas kirin. Hilma azadiyê ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtiye belavî tevahî cîhanê kir. Niha em dibînin, ji ber bêtehemuliya dijmin ji îradeya jinan re, her dem jina xwedî maf qetil dikin. Li hemberî jinan şerekî mezin heye loma divê jin bi her awayê xwe zana bikin û biparêzin."
"Têkoşîna jinan dê serkeftî be"
Sara Xelîl da zanîn ku wan li dijî tundiya li ser jinan dest bi pêngavan kirine û wiha pêde çû: "Di nava van şeran de yên herî zêde tên hedefgirtin jin û zarok in. Hêzên hegemon bi van şeran dixwazin desthilatdariya xwe li ser civakê û bi taybetî li ser jinan bidin ferzkirin. Îro li herêmên dagikirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rojane jin tên revandin, qetilkirin û tecawizkirin. Ev hemû planên dewleta tirk in, ji ber ku dewleta tirk naxwaze jin bibin pêşengên civakê. Îro em bala xwe bidinê li Bakurê Kurdistanê, jin rastî hemû kiryarên bêexlaqî tên û bi sedan jin niha di girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Me wekî Meclis Jinan a PYD’ê şaneyên xwe dane avakirin li gor vê jî em serdana hemû tax û kolanên Kobanê dikin, bi riya civîn an jî semîneran em li jinan guhdar dikin û li gorî wê xebatên xwe didin meşand. Armanca avakirina van şaneyan jî ew e ku em hemû jinan bigihîjînin hev da ku em pirsgirêkên tevahî jinan çareser bikin. Berî demekê me dest bi pêngava bi navê ‘dengê jinan ne kêmanî ye’ kir û heya astekê ev pêngav hat pêkanîn. Niha jî me dest bi pêngava bi navê ‘Na ji dagirkeriyê re, na ji tundiyê re û na ji komployê re’ kiriye. Hêza jinan a têkoşer, li beramber neyaran, wê bi ser keve."