‘Pêwîste CPT li erkên xwe xwedî derkeve’

CPT bersiv da nameya TAJÊ ya ji bo zanîna rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandibû. Endama diplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Lava Şengalî li ser bersiva nameyê axivî û got: “Pêwiste CPT xwedî li erkên xwe derkeve.”

BÊRÎVAN ÇIYA

Şengal – Ji bo zanîna rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komîteya Dîplomasî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 14’ê Çileyê de ji CPT re nameyek şandibû. Dî nameyê de Komîta Dîplomasî bal kişandibû ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan ku Îmralî vegeriyaye tecrîdek mutlaq û şerekî taybet yê siyasî. Komîteya dîlomasiya TAJÊ di nameya xwe de bal kişandibû ser erk û berpirsyariyen ku divê CPT’ê pê rabe. CPT bersiva nameyê da.

Nameya CPT ya weke bersiva nameya TAJÊ şandiye wiha ye: “Di serî de spasiya we dikin li ser nameya we. CPT raporên xwe yên li ser hemû serdanên xwe yên li Tirkiyeyê ji Tirkiyeyê re şandiye. Ji bo eşkere kirina raporên serdana me ya Imraliyê, dive Tirkiyê erê bike. Yanî heta ku ji aliyê dewleta tirk ve neyê pejirandin em ne di wê rewşê de ne ku em raporê bi kesî re parve bikin.”

Li ser bersiva CPT yê ku xwedî li erk û berpirsiyartiya xwe derneketiye endama diplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Lava Şengalî ji ajansa me re axivî. Lava Şengalî ya nêzîkatiya CPT rexne kir û got: “Erk û berpirsiyartiyên ku dikeve ser milê CPT pêwîste di demeke nêz de pêk bîne. Pêwîste xwedî li erkê xwe derkeve û di demeke nêz de daxuyanî bide.”   

‘Kujerê Nagîhan bihatana darizandin dê Firyal nehatiba qetil kirin’

Lava Şengalî di serî de êrîşa bê bext ya li Kerkukê ku li ser siyastmedar Firyal Silêman Xalid hate kirin şermezar ki û wiha got: “Di serî de rêheval Firyal çalakvan û şoreşgera jin bi bîr tînin ku li Kerkukê hate Şehîd kirin ji aliyê PDK’ê û MÎTA Tirk ve. Mixabin ev rêbazê dûryê pîvan û exlaqê mirovahiyê ne cara yekem e ku tê kirin. Demeke ne dirêj e ku rêheval Nagîhan li Silêmaniyê bi heman şêweyî hat şehîd kirin. Armanc ji van êrîşana ew e ku tekoşîna jin asteng bike û qirkitina jin pêk bînin. Ger ku kujerên Nagîhan Akarsel bihatana darizandin wê îroj heman bûyer xwe dûbare nekiriba. Lê belê wê tu tişt tekoşîna jin asteng neke. Li himberî felsefeya jin jiyan azadî wê tu asteng nebin. Êrîşên ku çêdibin asta tekoşîna me xurtir û bilintir dike. bi taybet ji bo me jinên Êzidî tekoşîna rêheval Firyal û Nagîhan asta tekoşîna me xurtir dike. ji bo tola wan rakirin emê xwedî li tekoşîna wan derkevin.”

‘3 sal in agahî ji Rêbertî nayê girtin’

Lava Şengalî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev 25 sal in ku Rêber Apo di zindana Îmraliyê de dîl giritye. Ev 3 sal in jî agahî ji rêber APO nayê girtin. Di heman demê de di 10’ê cotmehê de kampanya di bin silogana ‘Azadî ji bo Rêber Apo û çareserî ji bo pirsgirêka Kurd’ hatibû destpêkirin.  Ji bo piştgirya vê kampaniyayê û bi nêz hatina kompiloya 15’ê Sibatê nameyek ji aliyê me ji bo CPT hate şandin. Nameya yekem bû ku ji aliyê jinên Êzidî ve ji bo CPT hate nivîsandin. Name bi ser nivîsa ‘Tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocalan, tecrîda li ser jin û civaka Êzidî ye’ hate şandin.”

Lava Şingalî  li ser nameya TAJÊ ya ji CPT re hatibû şandin wiha got: “Name xwedî giringiyekî mezin bû. Fikrê Rêber Apo ji bo jin û civaka Êzidî pir giring e. Di heman demê de di naveroka namê de CPT û bê xemiya wê hate rexne kirin. Gelek caran serdana Imraliyê kiriye lê belê raporên wê qet nehatine eşkere kirin. Di heman demê de sê xalên esasî di nameyê de ji  hatine xwestin. Xala yekem ‘Ji milê CPT ve encama rapara xwe ya serdana Îmralî, ji raya gîştî re, bê parve kirin’. Xala dueyem ‘Ji bo Îmralî serdana doktor, her wiha  hevdîtin bi malbat û ewqatên Rêbertî re bê çêkirin’. Xala sêyemîn jî ‘Li gor zagonên biryara dadgeha mafê mirovan, mafê hêviyê bikeve meriyetê’ bû.”

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hebûna me ye’

Lava Şengalî da zanîn ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan çi ji destê wan were wê bikin û wiha got: “Civîna salê ya komîta diplomasiya TAJÊ’ û civîna salê ya TAJÊ jî çêbû. Di herdû civînan de jî pilansaziyên pir giring ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin danîn. Yek ji wan plansaziyan jî nemeya ku me ji CPT re şand bû. Wê tekoşîna me ser asta cîhanî hîn mestir û berfirehtir bibe. Di aliyê hiquqî diplomasî û civakî de wê karekî gelekî berfireh bê meşandin. Ji bo me jinên Êzidî azadiya Fîzîkî ya Rêber APO hebûna me ye, nefesa ku em rojane dikşînin e û hêviya jiyana azad ya pêşerojê ye. Çawa bi sedan hevalên me bi çalakiya fedayî, xwe feda kirin û di roja îroj de her ku diçe bilind dibe. Em weke jinên Êzidî dibêjin ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’. Dagirkeriya Tirk dixwaze me fêrî jiyaneke bê Rêber Apo bike, lê em fêr nebûn û em ê tu carî jî fêr nebin jiyanekê bê Rêber Apo. Ji bo edalet cihê xwe bigre, ji bo azadî û demokrasiyê wê kar û xebatê me berfirehtir bibe.”

‘Pêwîste CPT rêzê ji zagonên xwe re bigre’

Lava Şengalî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser zagonên CPT ku niha di xizmeta desthilatdaran de ye û wiha got: “Piştî ku name ji CPT re hate şandin di demeke pir kurt de bersiv dan, em karin bêjin ku di nava 24 setan de bersiv ji aliyê wan hate dayîn. Helwesta wan diyar e, dibêjin ta ku dewleta Tirk destûrê nedin ku em encama rapora xwe ya serdana Îmraliyê eşkere bikin, em nikarin eşkere bikin. Lê belê ger ku CPT bixwazibe dikare daxwiyaniyekê ji bo rewşa Rêber Apo bide. Ji ber ku li gorî zagonên wan, bendek heye ku dibêje cihê ku xeterî hebe CPT dikare daxwiyanî bide bê ku destur ji wê dewletê bigre. Ger ku li gor van zagonên xwe bimeşin û hinek rêz jê re bigrin.”

‘Pêwistiya me bi spasiya CPT nîne, bila erka xwe pêk bîne’

Lava Şingalî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku pêwistiya wan bi sipasiya CPT nîne, lê belê pêwîste li erkê xwe xwedî derkeve û wiha got: “Di heman demê de spasiya tevgera jin kirine. Lê belê em dixwazin vê bêjin armanca name rêkirina me ne ewe ku CPT spasiya me bike. Pêwistiya me bi sipasiya CPT nîne. Erk û berpirsiyartiyên ku dikeve ser milê CPT pêwîste di demeke nêz de pêk bîne. Pêwîste xwedî li erkê xwe derkeve û di demeke nêz de daxuyanî bide.”