'Pêwîst e jin di komîteya destûrî ya Sûriyeyê de cih bigrin'

Seroka Desteya Rêveber a Tora Serkirdeya Aştiyê Stêr Qasim got ku ji bo bihêzkirina rola jinan di danûstandin û diyalogên aştî û ewlehiyê de, bi taybetî der barê rewşa Sûriyeyê û giştî cîhanê de dixebitin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Di bin yek armanc û dirûşmê de bi dehan ji sazî, rêxistin û tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk ne navendî ku jin bikaribin bi nasname bin û di destûran de xwedî rol û misyon bin, têdikoşin. Şoreşa jinan şoreşa guherîna çarenûsa bi milyonan jin li hawirdorê cîhanê bû.

Tora Serkirdeyên Aştiyê di 14'ê Sibata 2017'an de hat avakirin. Tor weke hevgirtina jinan a di navbera rêxistinên civaka sivîl, nûnerên jinan ên di partiyên siyasî de, aktîvîstên serbixwe û rêxistinên mafên mirovan de ye. Seroka Desteya Rêveber a ku Tora Serkirdeya Aştiyê birêve dibe Stêr Qasim, a 56 salî serpêhatiya xwe û têkoşîna ku ligel sazî û rêxistinên jinan didin meşandin, kir.  

'Bersiva me xurtkirina têgihîştîna jinan di warê siyasî û rêveberî de ye'

Stêr Qasim got ku bersiva wan wekî Tora Serkirdeya Aştiyê ji rewşa jinan re, girîngîdayin û xurtkirina têgihiştina jinê di warê siyasî û rêveberî di civakê de ye û wiha pêl da gotina xwe: "Tu ji çi ji malbat, netew, çîn, ol û mezheb be pirsgirêka jinan her yek dimîne. Xebatên ku îro em pêşengiya wê dikin, armanc jê berdewamiya têkoşîn û berxwedana jinan a ku ji dîrokê heta roja me ya îro herikî ye. Em meş û serhildanên jinan ên li Emerîka, Danîmarka, kongreyên jinan ê destpêkê û hevpeyman û tifaqên ku çêbûn, em van ji bîr nakin û têkoşîna me ya îro ji serhildanên jinan ê wê demê îlham girtiye."

'Ne erkdar mafdar e'

Stêr Qasim da zanîn ku ew wekî jinek ji vî welatî, ji erk û mafên xwe dibîne ku beşdarî xebata siyasî ya ber bi guhertina rewşa jinan ve bibe û wiha armancên xwe anî ziman: "Bidestxistina mafên jinan bêguman ji armancên sereke ye ku guhertinê jî di civakê de çêbikin em li ser dixebitin. Di baweriya min de civakek mafên jinan neparêze civakeke seqet dimîne. Ne wekî erk mafê wê ye ku di civakê de bibe ya xwe û bi xwebûna xwe bijî, şer bike û biguherîne. Di Tora Serkirdeya Aştiyê de ji gelek netewên li Mezopotamyaya jin hatine cem hev, armanc jê ew e ku çawa bi hev re bikaribin ji bo mafên jinan bixebitin. Ez bi vê bawer im ku pirsgirêka jinên Sûriyeyê, jinên li Ewropayê jî dijî bi vê hişmendiyê em îro têdikoşin."

Têgihîştina peymanên navdewletî û biryara 1325

Stêr Qasim da payin ku em hewl didin jin di peymanên navdewletî yên ku behsa wê dikin de têgihîştî be û wiha dirêjî da gotina xwe: "Tora me biryara Meclisa Ewlehî ya Navdewletî ya bi jimare 1325 ku tê de girîngiya beşdariya wekhev û bi bandor a jinan di pêkanîna aştiya domdar de destnîşan dike, dipejirîne. A ku em bêtir li ser dixebitin ew e ku jin di cihê biryara siyasî de hebe û wekî welatiyekê yan jî jinekê tu kes li ser wê biryaran negire. Ji ber rejîma Baas jinên Ereb hem jî jinên Kurd ji mafê wê bêpar dikir. Lê me got em jî hene û pêwîst e em gavekê bavêjin ku tundî û zexta li ser hebûna jinan, kêm bikin. Pêwîst bû niha jin di çareseriya krîza Sûriyeyê de cih bigre."

'Prensîbên jin ji min re derfet bû'

Stêr Qasim da xuyakirin ku prensîb û zagonên jin ên di şoreşê de hatin sazkirin riya wekheviyê û baweriyê ji wan re vekir û hişt ku bigihîjin cihê girtina biryaran û wiha domand: "Prensîbên jin ên ku li herêmên Rêveberiya Xweser hatin sazkirin, derfet da me ku em riya pêşketinê hilbijêrin. Prensîbên jinan û zagona malbatê hiştin ku wekhevî û sîstema hevserokatiyê hîn bêtir werin misogerkirin. Her wiha ji min re fersendek bû ku ez bikaribim wekî kesayeteke serbixwe xebat bikim. Em hewl didin civakeke demokratîk li hember ol û baweriyên netewan û dîroka wan rêzdar bin, ava bikin."

'Di asta navdewletî de bûyîna pir, ziman û gihandina dengê jinan'

Stêr Qasim bal kişand ser destkeftiyên jinan ên li welat û parvekirina wê bi raya giştî û navdewletî ya cîhanî re û wiha ev tişt anî ziman: "Şoreşa li welat pêk hatiye modelek cîhanî ye ji lewre em bi gelek saziyên civaka sivîl ên li Sûriyeyê û bi asta navdewletî re jî parve dikin. Tevî kurt û kêmasiyên wê jî, hemû jin îro dikarin ji şoreşê sûd bigrin. Belavkirina têkoşînê li giştî Sûriyeyê û heta li Rojhilata Navîn û girtina tecrubeyên wan jî bêguman wê encam û gavên xurtir bi xwe re bînin. Gelek têkiliyên me li ser asta herêmî û navdewletî çêbûne û wekî Tora Serkirdeyên Aştiyê em beşdarî gelek kongre û konferans bûn û me modela ku li welatê me pêş ketiye û astengiyên heyî, parve kir. Em hewl didin bibin pir, ziman û gihandina dengê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji raya giştî û saziyên navdewletî re da ku bizanibin ruxmî krîza Sûriyeyê, krîza aborî û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker lê gavên mezin tên avêtin."

'Girîng e ku jin di komîteya destûrî ya Sûriyeyê de cih bigrin'

Stêr Qasim got ku pêwîstiyeke divê jin di gotûbêjên aştiyê de cih bigrin û wiha domand: "Girîng e ku jin di komîteya nivîsandina destûrê ya Sûriyeyê de cih bigrin û di gotubêjên aştiyê yên der barê krîza Sûriyeyê de rola xwe bilîzin. Di hemû hevdîtinên me yên bi saziyên navdewletî re em doza vê yekê dikin ku jin di komîteya destûrî û diyalogên aştiyê de, bi taybetî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xurtî cih bigrin. Ji ber xebatekî bi bandor kirine divê nêrîna wan di çareseriya siyasî ya Sûriyeyê de jî hebe. Krîza Sûriyeyê jî ancax bi çareseriya siyasî çareser bibe."

"Tu dikarî bikî"

Stêr Qasim bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Jin dikarin tişta ku dixwazin bikin û dikin jî. Divê jinên li malê bi enerjiya xwe bawer bin, bizanibin ku dikarin gelek tiştan bidin vê civakê."