Pêveka Jin a Rojnameya Yenî Yaşamê salek li pey xwe hişt

Rojnameya Yenî Yaşam ku bi îdiaya parastina azadiya çapemeniyê di bin her cure sansur, şert û mercan de dest bi weşana xwe kir, ji her quncik cih, navenda nûçeyan û heta belavkirine rengê jinan nîşan dide. Edîtora pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê Hicran Urun bi van gotinan hem zemîna siyasî û hem jî li ser vê zemînê çawa rojname derdixin vedibêje; “Du polîtîkayên sereke yên hikûmetê hene, Kurd û dijminatiya jinan. Li vir çapemeniya Kurd li cihekî li hemberî vê yekê radiweste.”

 
SUHAM AKMAN
Navenda Nûçeyan- Edîtora Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê Hîcran Urun ku hewl dide bi taybetî bibe dengê jinan û dengê welatiyan ji bo pêkhateyên bawerî, etnîk, gelên cuda û ji kevneşopiyeke kevnar a çapemeniya azad tê, bersiv da pirsên ajansa me.
Ji nûçeyên wê bigre heta mîzanpaja rûpelan, navenda nûçeyan, edîtor, desteya weşanê, qunciknivîs û heta belavkirina rojnameyê, rengê jinan nîşan dide û heta ji xebatkarên mêr zêdetir xebatkarên çapemeniyê yên jin di nava xwe de digre. Darizandin, zext, serpêhatiyên jinan, bi awayekî pîşeyî li welatê ku rojname pê re rû bi rû maye û şîroveyên wê yên li ser rojevê sergotarên hevpeyvîna pêk tîne.
 “Çapemeniya Kurd hedefa bingehîn a hikûmetê ye” 
* Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê sala xwe ya ewil li pey xwe hişt. Tirkiye di warê rojnamegeriyê de salên xwe yên herî dijwar derbas dike. Hûn jî yek ji dezgehên medyayê ne ku herî zêde van zextan hîs dikin. Gelek nav, ji rêveberiya we ya weşana giştî bigre heya xebatkarên we, di bin çavdêriya dadrêsiyê de ne. Hûn vê serdemê çawa dinirxînin? Çima wisa ye? Hûn ê çawa şîrove bikin?
Belê bi taybetî piştî sala 2013’an li Tirkiyeyê li hemberî hemû dengên muxalif polîtîkaya zêdekirina zext û tirsandinê heye. Bêguman çapemeniya muxalîf, herî zêde ji van polîtîkayan bi bandor dibe. Lê ev ji bo çapemeniya Kurd ne tiştên nû ne. Dîroka zilma li ser Kurdan û çapemeniya Kurdan gelek dirêj e. Pêvajoyek ku salên 90’î rojnamevan û xebatkar bûn qurbaniyên kuştinên kiryar nediyar yan jî hatin girtin, rojname hatin girtin û bombekirin îro jî didome. Ev polîtîkayên ku berê li ser çapemeniya Kurd dihatin meşandin, îro jî li ser hemû çapemeniya muxalîfên Tirkiyeyê û muxalîfan tên meşandin. Îro gelek saziyên çapemeniyê tên girtin, li dijî rojnamegeran doz tên vekirin û rojname tên girtin.
Bi rastî jî di demên wiha de erka çapemeniya azad pir girîng dibe. Di demên zextên zêde de pir girîng e ku mirov bikaribe biaxive û rastiyan ragihîne. Ji ber ku gihandina dengê Kurdan, civakên ji bawerî û gelên cuda, kedkar û belkî jî piraniya jinan jî bersiva van zextan e. Ez bi taybetî dibêjim ji ber ku li cihê şîdeta dewletê zêde dibe şîdeta mêr jî li gorî wê zêde dibe.
Ger em werin ser bersiva pirsa çima wiha ye? Li Tirkiyeyê hikûmeteke ku hebûna xwe bi kaos û şer dide meşandin û xwedî dibe heye. Hikûmet her gava xwe bi nijadperestî û dijminahiya jinan gur dike. Medyayê wekî amûra herî girîng a ferzkirina vê li ser civakê dibîne. Ji ber vê yekê xetera herî mezin li ser van polîtîkayan rojnamegerên ku wan eşkere dikin û rastiyan derdixin holê ye. Ji ber vê yekê, belkî jî çapemeniya muxalîf û çapemeniya Kurd hedefa bingehîn a hikûmetê ye.
Du polîtîkayên sereke: Kurd û dijminatiya jinan
Çima hûn dibin hedefa wan? Ferqa we ji dezgehên din ên medyayê çi ye? Li gorî we çi ye nayê qebûlkirin?
Wekî ku min niha jî got, li cihekî ku hûn polîtîkayên hikûmetê radixe ber çavan û gotina xwe dijberî ya wê dibêje, xwezayî ye ku we bike hedef. Lê der barê çapemeniya Kurd de ez dikarim vê bibêjim: Pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêka herî girîng û jiyanî ya Tirkiyeyê ye. Sedema bingehîn a kaos, zordarî û qeyranên aborî yên îroyîn e. Di heman deman de baviksalarî û dijminahiya jinan a ku hemû kaosan her roj dide xwarin û dubare dike heye. Bi gotineke din, du polîtîkayên sereke yên desthilatdariya heyî hene. Kurd û dijminatiya jinan. Li vir, çapameniya Kurd li cihekî li hemberî vê disekine. Ew ne tenê Kurdan û dijminahiya jinan derdixe holê, li cihekî ku pêşî li van koman digre li pêşberî hikûmetê ye deng û daxwazên wan ji raya giştî re radigihîne. Ji ber vê yekê jî dibe hedefa yekem. Em dikarin bi kurtî wiha bibêjin: Çapameniya Kurd ku weke kevneşopiyek çapameniyê li hemberî desthilatdariyê û dijminahiya jinan disekine, zilm, gotin û siyaseta van koman radigihîne, her dem bûye hedefa desthilatdariyê. 
-Li Tirkiyeyê hewaya siyasî we dixe bin zextê? Yan jî em bibêjin oto sansur. Rojnameya Yenî Yaşam ji bo ku xwe biparêze li ser sergotarek du caran difikire? Wek edîtora Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê, hûn herî zêde bala xwe didin kîjan sergotar, têgeh, an mijarê?
Helbet bandor dike. Rojnameyên me tên girtin, hevalên me tên girtin an binçavkirin. Nayê bîra min ku heta niha çend doz li rojnameya me hatine vekirin. Gelek zêde ne. Lê di demên wiha de, girîng e ku mirov bikaribe li ser piyan bimîne û weşana xwe bidomîne, ji ber ku pêwîstiya xwendevanên we bi ferbûna rastiyan heye. Ji ber vê yekê, carna li ser têgînên ku em ê bi kar bînin an jî carna li ser wêneyan nîqaşên me dibin. Lê em di bin her şert û mercî de xwe ji weşandina nûçeyan dûr nagirin, ji ber ku wekî din tu fonksiyona we ya çapemeniyeke azad namîne.
-Çima mijara sereke ya dadgehan "teror" e? Rojnameger li qadê rastî çi tên? Hûn bi kîjan sûcdariyan tên darizandin?
Hem li qadê, hem di edîtoryayê de û hem jî di nava belavkarên rojnameyê de tu hevalên me yên ku nehatine binçavkirin, nîn in. Hema bêje der barê me hemûyan de doz hatine vekirin, hevalên me yên ku hê girtî ne hene. Çend roj berê di 3'ê Mijdarê de em bi 6 hevalên xwe re ji doza ku em salek di girtîgehê de man careke din hatin darizandin. Tevî ku hemû îdianame ji nûçeyên rojnameyan pêk tên jî sûc her tim sûc e "teror e."
-Li gorî we çima sûcdariya sereke ya dadgehan “teror” e?
Desthilatdariya ku naxwaze raya giştî û raya giştî ya navneteweyî bide xuyakirin ku rojnamegeran didirazînin, bi sûcdariya "terorê" riya herî hêsan dibîne ku raya giştî îqna bike. Dozên ku em ji wan tên darizandin di medyaya sereke de cih nagirin lê cih bigrin jî nayên gotin rojnameger, "teror" tê gotin û hem civak, hem jî raya giştî ya navneteweyî bi vî rengî tê manîpulekirin. Siyaseta hikûmetê jî bi vî awayî dimeşe, her kesê ku ne alîgir be bi “terorê” tê sûcdarkirin û hewl didin civak jî bi vê yekê îqna bibe.
 “Her ku faşîzm belav bû, lêgerîna edaletê jî zêde bû” 
-Hûn hewl didin xwe bigihîjînin xwendevanan û xwe wisa pênase dikin? Bersiva xwendevanan an jî nêrîna wan ji we re çawa ye?
Ez dikarim bibêjim ku heta destpêka salên 2000’î baweriyeke giştî hebû ku binpêkirina mafên mirovan û edalet tenê pirsgirêka Kurd bî. Lewma xwedevanên me yên sereke ji gelê Kurd pêk dihatin. Helbet ji aliyê beşên alîgirên demokrasî û azadiyê ve jî tên şopandin lê ez dikarim bibêjim bi taybetî bi belavbûna zilm û binpêkirina mafên mirovan li rojavayê Tirkiyeyê îro gelek beşên cuda jî me dişopînin û em jî bi van beşan re di nava hevgirtinê de ne. Ji ber ku her faşîzm belav dibe, lêgerîna edaletê jî zêde dibe. Em weke çapemeniya Kurd armanca me ew e ku em dengê Kurdên ku rastî nijadperestiyê tên, karkerên ku mafên wan tên îstîsmarkirin, jinên ku rastî şîdeta mêran tên û hemû beşên ku tên marjînalkirin bidin bihistîn. 
-Dema ku hûn zimanê xwe yê nûçeyan diafirînin, hûn helwesta xwe ya ji bo wekheviya zayendî diparêzin... Bi taybetî di nûçeyên xwe yên li ser jinan de hûn dixwazin çi bibêjin an nîşan bidin?
Em ji kevneşopiyeke ku ji aliyê Gurbetellî Ersoz a yekem edîtora jin e li Tirkiyeyê tên. Helbet pirsgirêka jinan, bi awayekî hîn rastir, şîdeta mêr û pirsgirêkên ku pergala baviksalarî çêkiriye mijarên ku em di serî de pê re mijûl dibin e. Em jî ji vir nûçeyên xwe ava dikin; di aliyekî de tundiya mêr û dewletê derdixin holê û li aliyekî jî em hewl didin têkoşîn û gotinên jinan bidin bihîstin û xuyakirin.
Li Tirkiyeyê bi polîtîkayên hikûmetê yên dijminê jinan re şîdeta mêran roj bi roj zêde dibe. Her roj herî zêde 3 jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Rêxistinên ku ji bo mafên jinan têdikoşin tên girtin, siyasetmedar û aktîvîstên jin tên girtin û destkeftiyên jinan ên hiqûqê ji aliyê hikûmetê ve tên desteserkirin. Betalkirina Peymana Stenbolê mînaka vê ya herî berbiçav e. Lê tevî van hemû zextan jî du komên ku îro dikarin derkevin kolanan û gotina xwe bi dudilî nebêjin hene: Kurd û jin. Siyasetmedara jin a Kurd Ayşe Gokkan a ku di hefteyên borî de 30 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, gotineke wê hebû: Em jin in, em Kurd in, em li vir in. Bi rastî jî Kurd û jin du kom in î li Tirkiyeyê ji bo hebûna xwe têdikoşin. A ku qîrîna wan jin û Kurdan a dibêjin "Em li vir in" radigihîne çapemeniya Kurd e.
 “Qadek ku dengê jinan dide bihîstin” 
-Têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn bala hemû cîhanê dikşîne. Em dibînin ku hûn jî van nûçeyan bi rûpelên xwe didin ragihandin. Jinên ji Tirkiyeyê berxwedan û têkoşîna jinên Rojhilata Navîn bibînin gelo?
Li Rojhilata Navîn têkoşîna jinan her dem hebû lê mezinbûn û dîtina vê têkoşînê di salên dawî de pêk hat. Ji ber ku nêrîneke giştî hebû ku têkoşîna ji bo mafên jinan her tim rojavayî bû. Lê ez dikarim bibêjim ku ev nêrîn bi taybetî di van 10-15 salên dawî de bi awayekî cidî hat şikandin. Bi taybetî li vir, girîngiya berxwedana mezin a jinên Kurd a li Rojava pêk anî heye. Em îro têkoşîna jinan a ku li welatên wekî Tûnis û Misirê zêdetir xuya dike û dikare zêdetir li hev kom bibe, dibînin. Têkoşîna ku li vir ji aliyê tevgera jinên Tirk û Kurd ve bi balkêşî tê şopandin, têkoşîna jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye. Weke Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê, di hejmarek xwe de mijareke bergê ji bo Însiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn ku par hat avakirin veqetand. Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a ku piştre pêk hat ji aliyê jinên li vir têdikoşin ve bi eleqeyek mezin hat şopandin û tevlibûn jî çebû. Hevkariyên bi vî rengî me û xwendevanên me bi heyecan dike. Ji ber ku em dibînin li hemberî polîtîkayên nijadperestî û neolîberal ên li hemû cîhanê zêde dibin, koma herî dînamîk jin in. Yekbûna vê têkoşîna ku bilind dibe, pir girîng e. Ji bo me ya girîng ew e ku em bibin qadek ku di vê têkoşîna hevpar û bilind de li kêleka jinan raweste û dengê wan bide bihîstin. Ev hêvî û heyecanê dide me û xwendevanên me 
"Hê jî pêşdaraziyên me hene" 
-Dikare were gotin ku di navbera rojnamevan û helbet hevriyên me yên hevpîşe yên jin de hevgirtinek heye? Hûn ji îro pê ve bangek çawa li hevpîşeyên xwe yên rojnameger dikin?
Bêguman hevgirtin heye û ev her roj mezin dibe. Lê bes e yan na, cihê nîqaşê ye. Her ku roj bi roj faşîzm zêde dibe û her roj zilamtî ji aliyê hikûmetê ve tê mezinkirin û sorkirin, diyar e ku pêwîstiya me bi hevgirtin û bi hatina cem hev heye. Hîn jî hin pêşdaraziyên ku em nikarin hilweşînin û têgihiştinên ku em nikarin bişkînin hene û ez difikirim ku riya herî girîng ji bo derbaskirina wan ew e ku em zêdetir werin cem hev. Ev ne tenê ji bo tevgera jinên Tirkiyeyê û rojnamegeran, ji bo kesên li hemû cîhanê li wekhevî û azadiyê digerin jî derbasdar e. Ji ber vê yekê ez dibêjim hevgirtin me zindî dike.
“Jin derdikevin pêş”
-Yenî Yaşam Jin sala xwe ya 1’emîn li pey xwe hişt ger em ji jinên ku di vê pêvajoya keda giran de cih digrin bipirsin hûn dikarin çi bibêjin?
Ez dikarim der barê jinên ku di rojnameyê de dixebitin re van tiştan bibêjim: Ji nizampaha rûpelên rojnameyê bigre heta navenda nûçeyan, ji edîtoryayê heta desteya weşanê di piraniyê de ne, di her qadê de jin hene. Helbet ev yek dihêle ku jin di polîtîkaya edîtoryaya rojnameyê de xwedî gotineke girîng bin. Di weşana rojane de hem rûpeleke me ya taybet a jinan ji bo jinan heye hem jî pêveka me ya jinan heye ku em her 15 rojan carekê di forma kovareke webê de diweşînin. Ev yek jî dihêle ku di Rojnameya Yenî Yaşamê de li ser jinan nêrînek serdest be û bandora hejmara jinên kedkar ji ya mêran zêdetir e, li ser dike. Berevajî wê yekê ku di dezgehên çapemeniyê yên ku em dizanin hejmara mêran pir in, di çapemeniya Kurd de derketina jinan a pêş, bandora nêrîna azadiya jinan a li ser siyaseta Kurd e.