Pevçûnên Filistîn-Îsraîlê di roja xwe ya 9’emîn de ne

Pevçûnên ku di navbera Filistîn û Îsraîlê de dest pê kirin di roja 9’emîn de berdewam dikin. Hejmara kesên di pevçûn û êrîşan de jiyana xwe ji dest dan derket 3 hezar û 629’an û hejmara birîndaran jî derket 12 hezar û 478’an.

Navenda Nûçeyan – Pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de ku piştî operasyona 'Tofana Eqsayê' ya baskê çekdarî yê Hamasê yê Tûgayên Îzedîn El-Qassam ên di 7'ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê dest pê kir, di roja xwe ya 9'emîn de berdewam dikin. Artêşa Îsraîlê bi tundî bajarên Xezayê bombebaran dike.

Hejmara miriyan derket 3 hezar û 629’an

Di encama bombebarana berdewam de hejmara Filistîniyên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 329’an û hejmara birîndaran jî derket 9 hezar û 42an. Di êrîşên Îsraîlê de li Xezayê 9, li Lubnanê jî rojnamegerek jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di êrîşên ku ji Xezeyê hatin kirin de hezar û 300 Îsraîliyan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 436 Îsraîlî jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên Îsraîlê maleke li nêzî îstasyona Petrola Aksa ya li rojavayê bajarê Refahê li başûrê Xezeyê bombe kirin. Hat hînbûn ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene. Dîsa di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser maleke li taxa Tel el-Heva ya li rojavayê Xezayê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn ku hêzên Îsraîlê li rojhilatê Qudusa Rojhilat li Nablusê Tel Cenub, bajaroka Kabya ya Ramallahê û Kampa Penaberan a Celezûnê, bajaroka El-Hedrê ya Beytlehmê û bajaroka Ayzeriyê ya li rojhilatê Qudusê êrîş pêk anîne.

'Li Xezayê dibe ku gelek zarok kal û pîr ji ber kêmbûna avê bimrin'

Kêmbûna av û nan li Şerîdaya Xezayê gihîştiye asta xeternak. Midûrê Giştî yê Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Philippe Lazzarinî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de xwest ji bo hewcedariya avê ya nêzî 2 milyon sivîlên Filistînî were dabînkirin, sotemeniya Xezayê tavilê bê berdan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo alîkariyên mirovî ji herêmê re bên şandin herî kêm hefteyek derbas bûye û daxwaza rakirina dorpêçê bi lezgînî hat dubarekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber şebekeya avê li herêmê naxebite, ava paqij a berdest ber bi xilasbûnê ve diçe, lewre xelk neçar dimîne ava qirêj bi kar bîne û ev jî metirsiya belavbûna nexweşiyên bi ava qirêj zêde dike. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku navenda xizmetguzariyê ya ji ber bombebarana Îsraîlê navenda Neteweyên Yekbûyî ya li başûr jî av li ber xilasbûnê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî êrîşan piraniya Filistînî, zarok, kal û pîrên ku xwe spartin wan, ji ber pirsgirêka avê bibe sedem ku di laş de av kêm bibe û  (ji dehidrasyonê) bimrin) ji Îsraîlê hat xwestin ku dorpêçê rake.

ICC: Erka me ew e ku em sûcan lêkolîn bikin

Serdozgerê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) Kerîm Han ji rojnamevanan re got: "Peymana Cenevreyê û Destûra Romayê gelekî zelal in, sivîl û pêkhateyên sivîl nikarin bibin hedef. Kerîm Khan agahî parve kir ku ICC ji bo sûcên ku li Filistînê hatine kirin û sûcên ku ji hêla welatiyên Filistînî ve hatine kirin vekolîn dike. Kerîm Han diyar kir ku dadgeh dikare sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê binirxîne û wiha berdevam kir: "Ji ber sûcên ku li ser xaka me ji aliyên dewletê û ji hêla hemwelatiyên aliyên dewletê ve hatin kirin erka me ew e ku em sûcdaran bidarizînin.”

Kerîm Xan destnîşan kir ku ji ber ne Îsraîl, Filistîn aliyekî dadgehê ye, rayeya wan heye ku li ser sûcên baskê çekdar ê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam li Îsraîlê yan sûcên ku Îsraîlî li ser axa Filistînê kirine, lêkolîn bikin. Kerîm Xan got: "Peymanên Cenevreyê û Destûra Romayê gelekî zelal in, sivîl û pêkhateyên sivîl nikarin bên hedefgirtin, destavêtin, kuştin, seqetkirin, parçekirin, bi zanebûn kuştin, dîlgirtin, Peymana Cenevreyê bi awayekî cidî nayê binpêkirin."

Daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya der barê 'fosfora spî de'

Bernameya Bersivdayîna Krîzê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî delîlên belgeyî berhev kir ku artêşa Îsraîlê topên fosfora spî li herêmên sivîl ên qelebalix ên Xezayê bi kar aniye. Wî diyar kir ku vîdeo û wêneyên ku ji aliyê Laboratoriya Delîlên Krîzê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hatine piştrastkirin nîşan didin ku Îsraîl fosfora spî li Xezeyê ku ji 7ê Cotmehê ve bombebaran dike, bi kar aniye. Rêxistina Efûya Navneteweyî delîlên din li ser bikaranîna muhtemel a fosfora spî li bakurê Îsraîl û Lubnanê lêkolîn dike.

BM: Fikara me ew e ku rewş xirabtir bibe

Alîkarê Sekreterê Giştî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn ê Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Griffiths, di nirxandinên xwe yên der barê pevçûnan de diyar kir ku dema malbatên li Îsraîlê hewl didin ji bin bandora êrîşa 7'ê Cotmehê derbikevin. Malbatên li Xezayê hatin bombekirin, cereyan, av, xwarin, sotemenî û hwd. tunebû,. Kartin Griffiths, diyar kir ku sivîlên li herêmên Filistînê yên dagirkirî û Îsraîlê hefteyek tije êş derbas kirine û wiha got: "Ez ditirsim ku me hê tiştên herî xirab nedîtine."

Martîn Grafîts, diyar kir ku li nexweşxaneyên Xezayê derman diqedin û morg jî tije dibin wiha berdevam kir: "Tevahiya taxan wêran bûne. Rewşa krîtîk a li Xezayê wisa kiriye ku êdî lê nayê jiyîn. Hefteya borî ji bo mirovahiyê ezmûnek bû, mirovahî nikare vê ezmûnê derbas bike."