Pêvajoyên aştiyê û aliyê maseyê jin – 1

Di şer û pevçûnan de yên herî zêde zirarê dibînin jin û zarok in. Tevî êşên ku tên kişandine jî jinên ku weke alî nayên dîtin, heta îro bûne xwedî tecrubeyên çawa?

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Çareseriya meseleya Kurd bi salan e di rojeva Tirkiyeyê de ye. Ji ber neçareseriya meseleyê, li welat bandor li ser aborî, tendirustî, ewlehî û çandê çêdike. Di van çend mehên dawî de pêşketên ku çêbûn, hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêbûn û têkildarî van hevdîtinan daxuyaniyên hatin dayîn, hêviyê ji bo çareseriyê çêkir lê di heman demê de fikaran jî bi xwe re anî. Der barê krîza heyî û riya ji bo derbaskirina vê krîzê de gelek pirs hene. Piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê, Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew tevlî bangê dibin, tiştên pêwîst dê bikin û ji bo kombûna kongreyê divê şert û mercên bi ewle çêbibin û Abdullah Ocalan bi xwe rêveberiya kongreyê bike.

Du gavên girîng

Vê pêvajoya ku hê navekî lê nehatiye kirin, bi awayekî ji mînakên li cîhanê çêbûne cuda bi pêş dikeve. Pêvajoya ku tê de behsa gavên ji herdu aliyan ve werin avêtin tê kirin, heta niha jî tu çarçoveyeke zagonî tune ye. Piştî banga Abdullah Ocalan û daxuyaniyên PKK’ê, her kes li bendê ye ku aliyê demokratîk û hiqûqî yê pêvajoyê were zanîn. Ji bo avakirina bingeha zagonî, bang li meclisa Tirkiyeyê hat kirin, yek ji daxwazên sereke jî ew e ku Abdullah Ocalan bi fizîkî azad bibe.

Kilîta çareseriyê jin in

Wekî tê zanîn li hemû cîhanê di pêvajoyên şer û pevçûnan de herî zêde jin zirarê dibînin. Lêkolînên ku tên kirin û daneyên heyî vê yekê nîşan didin lê tevî vê yekê jî; tiştên jin dijîn ji nedîtî ve tên dîtin, li ser maseyên ku ji bo çareserkirina pevçûnan tên dayîn, cih nadin jinan. Jin ji aliyekî ve jî weke aştî û kilîta civakîbûnê tên dîtin. Biryara 1325 a Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku di pêvajoyên ji bo aştiyê de, muzakere jî tê de divê di her merheleyê de nûnertiya wekhev a jinan hebe. Li gorî vê berpirsyariya kûrewî di heman demê de bang li hemû aliyên şeran dike. Bi taybetî şîdeta zayendî jî di nav de, ji bo di pevçûnên dijwar de jin û zarokan ji şîdetê biparêze, bang dike ku tedbîrên taybet werin girtin. Tirkiyeyê jî di sala 2000’î de vê biryare îmze kir. Dema ku ji aliyê matematîk ve jî mirov lê binêre, jinên ku nîvê civakê ne divê tekez tevlî pêvajoyên wiha bibin.

Di pêvajoyên heqîqet û hevrûbûnê yên li cîhanê de roleke çalak a jinan tunebû

Di şer û pevçûnên ku bi salan e didomin de, jin rastî şîdetê hatin. Tevî şer û pevçûnan, bi polîtîkayên şerî taybet ên li dijî gelê Kurd hatin meşandin, bi taybetî jinên siyasetmedar hatin hedefgirtin. Jin ji perwerdeyê bêpar man, ji xizmetên tenduristiyê sûdê negirtin, hatin girtn, îşkence dîtin, hatin qetilkriin, rastî tacîz û tecawizê hatin û ber bi xwekuştinê ve çûn. Di dadgehên ku li kiryaran ceza nehat birîn de, jin bi kuştinê hatin tehdîtkirin. Jinên ku malên wan hatin şewitandin, zarokên wan hatin kuştin, gundên wan hatin valakirin, neçar man koçber bibin, di nava xizaniyê de neçarî jiyanê man.

Li 34 welatên cîhanê, pêvajoyên heqîqet û hevrûnê çêbûn lê di yekê ji wan de jî jinan roleke çalak negirt. Îro divê ku jin tevlî pêvajoya civakî bibin, di avakirina aştiyê de cihê xwe bigrin. Bi kurtasî hebûna jinan a di pêvajoyê de û xwedîderketina wan pirsgirêkek e.

Mînakên ku balê dikşînin

Di dîroka cîhanê de, piştî pevçûnan hinek pêvajo çêbûn. Bi Komîsyonên Heqîqet û Lihevkirinê, hewl dan pêvajoyan bi pêş bixin. Beşek girîng a Komîsyonên Heqîqet û Lihevkirinê yên li cîhanê, di salên 1980’ê û 1990’an de hatin avakirin. Komîsyonan li ser bûyerên windabûn, îşkence, mirin, koçberî, şîdeta zayendî û hwd. ên di pêvajoyên şer de qewimîbûn sekinîn. Komîsyonên pêşîn, li Arjantîn, Brezîlya, El Salvador, Guatemala, Kenya, Peru, Filîpîn, Koreya Başûr, Srî Lanka, Tîmora Rojhilat û Ugandayê hatin avakirin. Li Ugandayê di dîrokê de komîsyona heqîqetê ya yekemîn hat avakirin. Ev yek ji bo hemû cîhanê tecrubeyek bû.

Komîsyona Afrîkaya Başûr

Yek ji van komîsyonên herî balkêş ên ku ji Emerîkaya Başûr, heta Asyayê gelek mînakên wan hene, di navbera salên 1948-1994’an de piştî rejîma Apartheîd a hebûna wê li ser cudakariya nijadî bû, bû yekem komîsyona li Afrîkaya Başûr. Taybetmendiya komîsyona li Afrîkaya Başûr, hebûna komîsyoneke efûyê bû. Li gorî vê, dema ku kesek bihata ji komîsyonê re sûcê kiriye vekirî bigota û îtiraf bikira, cezayê girtîgehê lê nedihat birîn. Di navbera salê 1996 û 1998’an de nêzî 21 hezar kesan serî li komîsyonê dan. 19 hezar ji kesên serlêdan kirin, kesên mexdûr bûn, 2 hezaran jî binpêkirinên ku li cihên vekirî rast hatibûn vegotin. Ji 7 hezar serlêdanên efûyê yên ji komîsyonê re hatibûn kirin 849 jê hatin pejirandin. Tiştên ku hatibûn jiyîn û ji komîsyonê re hatibûn vegotin, bi awayê zindî hatin weşandin.

Beşdariya çalak a jinan

Jin bi awayê çalak beşdarî pêvajoyê bûn. Jinên ji Afrîkaya Başûr, her dem di têkoşîna wekhevî û azadiyê de roleke girîng lîstin. Jinên ku hem ji ber nijad hem jî wekî din rastî binpêkirinan hatin, danişînên ku tenê ji bo jinan vekirîbûn ava kirin û gelek jin tevlî van danişînan bûn û behsa nefreta netewperest a li dijî jinan kirin. Li gorî daneyên civîna dawî ya komîsyona heqîqetê; ji sedî 56 kesên beşdar jin bûn. Ji bo kesên di pêvajoya rejîma Apartheîd de rastî îşkence û sûcên din hatin tazmînat hat dayîn lê jinên reşik ên ji ber feraseta netewperest û zayendperest gelek êş kişandin, rastî şîdeta zayendî û mêtinkariya aborî hatin; tazmînat nehat dayîn. Li Afrîkaya Başûr jin hê jî têdikoşin.

Modela Îrlandayê

Modela Îrlandayê jî li cîhanê di ware çareserkirina peçvûnan de modeleke serkeftî ya aştiyê tê dîtin. Di nîqaşên têkildarî bidawîbûna pêvajoya bi pevçûn a li Tirkiyeyê re, Îrlanda pir tê rojevê. Pispor jî dibêjin ku her welatek li gorî xwe xwedî mercên siyasî ye, ev model rasterast li Tirkiyeyê nayê. Li ser banga serokomarê demê John Major ku xwest bi aliyên şer re hevdîtin bike, IRA’yê di sala 1994’an de agirbest îlan kir. Sala 1994’an weke destpêka pêvajoya aştiyê hat pejirandin, di sala 1997’an de aliyan bi hev re hevdîtin kir û di sala 1998’an de Peymana Belfast hat îmzekirin. IRA’yê di sala 2005’an de çekan danî û pevçûnên ku bûn sedema mirina 3600 kesan bi fermî bi dawî bûn. Çekên IRA’yê di bin kontrola komîsyoneke serbixwe de hatin îmhakirin. Hemû pispor, bi mînaka li Îrlandaya Bakur, diyar dikin ku pevçûnên wiha tenê bi rêbazên muzakerayan dikarin werin çareserkirin. Çareserkirina muzakereyan bi komîsyonên navneteweyî, ferznekirina hinek mercên pêşîn, bi awayê wekhev rûniştina li ser maseyê û nûnertiya hikumeta li ser desthilatdariyê jî girîng e.

Jin li derve hatin hiştin

Komîsyona destpêkê ya heqîqetê ku armanca wê lihevkirin bû, ji bo ku hovîtiya ku serdema Pînochet de li Şîliyê, ji sala 1973’an heta 1990’an domiya lêkolîn bike, hatibû avakirin, ji şeş mêr û du jinan pêk dihat, nave wê Komîsyona Rettîg bû. Dûre jî bi navên cuda komîsyon hatin avakirin. Bi Rapora Valech a komîsyonê re, ji bo bi deh hezaran xizmên kesên ku rastî îşkenceyê hatine yan jî hatine kuştin, alîkariya madî hat dayîn. Biryar hat girtin ku nave îşkencekaran jî 50 salan morkirî bimîne. Li vê derê jî jin bi qasî ku pêdivî hebû nehatin rojevê tevî ku zêdetirî kesên îşkence dîtibûn jin bûn. Jinên ku nexwestin behsa bûyerên îşkence û tecawiza li wan hatiye kirin bikin jî ji nedîtîve hatin dîtin. Sûcên li dijî jinan hatin kirin, ji derveyî çarçoveyê hatin hiştin.

Tecawiz weke sûcê şer hat dîtin

Di sala 1993’yan de bi şerê ku bi belavbûna Yugoslavyaya berê dest pê kir re, ên ji ber şer êşên mezin kişandin jin bûn. Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, di sala1993’an de cara pêşîn li Bosnayê tecawiz3e weke sûcê sîstematîk ê şer nas kir. Di şerê li Bosnayê de 50 hezar jin, ji aliyê leşkerên Sirp ve li cihên weke "kampên tecawizê" rastî îşkenceya zayendî hatin. Piştî ku tecawiz weke sûcê şer hat dîtin, jin ketin tevgerê û ji bo lêkolînkirina van sûcan dadgeh hatin avakirin. Di van dadgehan de, ji ber ku serokên dadgehan zêdetir mêr bûn, jin nikaribûn tiştên jiyane vebêjin. Jinan dûre serî li Dadgeha Sûcên Şer a Laheyê dan lê ji wê derê jî encama ku dixwestin derneket.

Têkoşîna Dayikên Srebrenîcayê

Têkoşîna jinan a li dadgehên navneteweyî, tenê bi kesên rastî tecawizê re mabûn bi sînor nema. Dayikên Srebrenîca yên ku dayikên maxdûrên Srebrenîcayê bûn, rola welatên Ewropaya Rojava ya di komkujiyê de deşîfre kirin û ji bi daxwaza edaleta ji bo komkujiya Srebrenîcayê li dijî dewleta Holandayê doz vekirin. Doz hat qezenckirin. Dayikan piştî pêvajoya dozê ya ku demek dirêj domiya, biryara ku ji 7 hezar mexdûran, tenê ji bo mirina 300 kesan hat dayîn şermezar kirin. Di sala 2001'ê de ji bo Sirbîstan û Karadagê Komîsyona Lihevkirin û Heqîqetê hat avakirin. Jinên Bosnayî ji derveyî pêvajoyên lihevkirin û aştiyê hatin hiştin weke mexdûrên bêdeng ên tecawizê hatin nîşandin. Gelek ji wan jinan ji ber tecawizan neçar man zarokan biwelidînin.

Arjantîn û dayîk

Di serdema dîktatoriyê de, nêzî 30 hezar kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin windakirin. Li Arjantîna şîdeta li dijî jinan a ku çavkaniya xwe ji detletê digirt polîtîkayeke taybet bû. Mînaka Ajrantînê, weke yek ji tecrubeyên yekem a serkeftî ya komîsyona heqîqetê hat binavkirin. Çalakgerên têkoşîna heqîqet û hevrûnê ya Arjantînê, xizmên windayan Dayikên Plaza de Mayo bûn. Bandora dayikên ku ji bo winda bên dîtin û kiryar werin darizandin têkoşiyan, di avakirina komîsyona heqîqetê ya li Arjantînê de roleke mezin lîstin. Li Arjantînê di kampên îşkenceyan de ji 30 hezarî zêdetir mirov hatin qetilkirin û tê texmînkirin ku ji wan 12 jin, 500 jî zarok bûne. Tevî vê hejmarê jî jin dîsa ji derve hatin hiştin ê tevî her tiştî jî jin lêgerîna xwe ya ji bo edaletê didomînin.

Pêvajo li gorî heqîqetê neçû

Di şere li Vîetnamê yê ku ji 5 milyonî zêdetir mirov mirin û ji sala 1955'an heta 1975'an domiya de, di warê sûcên DYA’yê yên li dijî mirovahiyê de, jin di plana paşîn de man. Hêzên DYA’yê, ji bo ku komkujiyên weke My Laî ya ku 504 sivîl hatin kuştin, tecawizên komî çêbûn veşêre ket nava hewldanan. Piştî komkujiya My Laî, tenê leşkerek hat sûcdarkirin, sê sal cezayê girtina li malê girt. Ji ber ku welate van sûcan kiribû, hêza herî girîng a emperyalîst bû, ji bo heqîqet û edaletê tu mekanîzma çênebû lê yek li Ewropayê, yek jî li DYA’yê du lijneyên lêkolîna heqîqetê hatin avakirin. Kursiya Dadger a Rûssel ku fîlozof Jean Paul Sartre, dîplomata jin a Kubayî Melba Hernandez û femînîsta Tûnisî Gisele Halîmî di nav de bûn û ji aliyê aktivîstên aştiya cîhanê ve hatibû avakirin, di sala 1967'an de li paytexta Siwêd Stockholmê hat lidarxistin. Lêpirsîna Leşker Zivistan a ku ji aliyê aktivîsta çepgir Jane Fonda ve bi leşkerên dijberî şer re hat organîzekirin jî di sala 1971'ê de li bajarê DYA’yê Detroîtê hat lidarxistin. Di herdu çalakiyan de jî, leşkerên Emerîkî der barê sûcên şer de axivîn. Heta niha komîsyoneke heqîqetê ya berfireh an jî pêvajoya darizandinê çênebûye. Di şerê Vîetnamê de jin bûn şahid ku mafên piştî mêtinkariyê di dema rejîma sosyalîst de bi qezenc kiribûn, piştî dagirkeriyê bi zorê ji dest wan hat girtin. Jin bi polîtîkayên şer ên ji bo “moralê” leşkerên Emerîkî, bi tecawiz, revandin û teşwîqkirina fihûşê re rûbirû man.

Li Rojhilata Navîn hevrûbûn

Li Rojhilata Navîn, mînaka yekem a komîsyonên heqîqetê, li Mexribê di sala 2004'an de bi germana Kral VI. Muhammed hat avakirin. Komîsyona Wekhevî û Lihevkirinê, di navbera salê 1960'an 1980’yan de de “Salên Gewr” ên ku Kral II. Hasan li desthilatdariyê bû de, li ser binpêkirinên ku çêbûn sekinî. Di wan salan de, sûcên weke; windakirina di bin çavan de, li kampên îşkenceyê tecawiz û ji aliyê polîsan ve teşwîqkirina jinan ber bi fuhûşê ve, hatin jiyîn. Komîsyona ku di sala 2005’an de lêkolînên xwe temam kir, ji 16 endamên wê yek jin bû. Komîsyonê li 22 hezar kesan guhdarî kir, ji wana tenê 400 jê jin bûn. Vê tecrubeya li Mexribê ji ber fermana kral a ku tu rayedarên bilind ên îşkencekar nehatin darizandin bi ser neket.

Tecrubeya li Tûnisê

Li Tûnisê di sala 2014’an de Komîsyona Heqîqet û Rûmetê hat avakirin. Armanca komîsyonê ew bû ku sûcên dewletê yên di 60 salan de hatine kirin derkevin holê. Komîsyona ku bi beşdariya komên civaka sivîl û parêzerên mafên mirovan ava bû seroka wê jin bû. Di dema amadekariya komîsyonê de, ji bo mafên jinan û kesên sivîl, di warê heqîqet û lihevkirinê de perwerde hat dayîn û nîqaş hatin kirin. Kêm be jî jin di wê pêvajoyê de hebûn.

Jinên li Tirkiyeyê çi jiyan?

Van hemûyan bêguman ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê yan jî pêvajoyên ku çêbibin tecrubeyên girîng in. Mirov dikare zêdetir van tecrubeyan lêkolîn bike. Di pêvajoyên aştî û çareseriyê de, her kes li ser piştgiriya jinan, dikarin çê bikin diaxive. Nêrîna her kesê ew e ku rola jinan di van pêvajoyan de mezintir e.

Sibê: Li Tirkiyeyê jinan ji ber şerê ku bi salan e didome çi jiyan? Di pêvajoyên çareseriyê yên di hinek deman de çêbûn de kê çi helwest nîşan da? Li ser van pirsan, em bi berdevka Meclisa Jinan a DEM Partî Halîde Turkoglu re axivîn..