Petrola ji Tirkiyeyê re hat rawestandin
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjî ya Herema Kurdistanê ragihand ku ji ber erdhejê bi armanca pêşîlêgirtina bandorên neyînî petrola ji Tirkiyeyê re rawestandine.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber erdheja li navend Mereşê pêk hatî, petrola ji Tirkiyeyê re da sekinandin.
Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Federe ya Kurdistanê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Ji ber erdhejên li Tirkiye û Sûriyeyê, bi mebesta ewlehiya petrolê û pêşîlêgirtina rewşên neyînî, ji serê sibehê ve petrola ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê dihat şandin, hatiye sekinandin.”