Pêşnûmeya ku qetilkirina ajalan pêşbînî dike bû qanûn

Pêşnûmeya ku qetilkirina ajalên bêxwedî pêşbînî dike, bi dengên AKP-MHP'ê bû qanûn.

Navenda Nûçeyan - “Pêşnûmeya Guhertina Qanûna Parastina Ajalan a Hejmar 160” a ji 17 madeyan, ku bû sedema bertekên raya giştî û qetilkirina kûçikên bêxwedî tê pêşbînîkirin, piştî nîqaşên 28 saetan ên li Lijneya Giştî ya 2 rojan, bi dengên AKP û MHP’ê bû qanûn.

Pêşnûme danê sibehê bi 275 dengên “Erê” li hemberî 224 dengên “na” hat qebûlkirin. Hevdîtinên pêşnûmeyê di 28’ê Tîrmehê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê dest pê kiribûn. Di hevdîtinên roja Yekşemê yên 14 saetan de, 5 madeyên ewil ên ku ji bo kûçikên bêxwedî bûne sedema nîqaşa “otenazî” hatin qebûlkirin. Li Lijneya Giştî ya ku roja Duşemê dîsa kom bû, tevî îtîrazên muxalefetê jî di dawiya saeta 14’an de hemû maddeyên pêşnûmeyê hatin qebûlkirin û di Meclîsê re derbas bû. Lijneya Giştî ya ku rojek ji rojên herî zêde beşdar bûn çêbû, bi pêşnûmeya 30’ê Tîrmehê saet di 03.50’an de bû qanûn, heta 1’ê Cotmehê roja Sêşemê ket betlaneyê.

‘Wê weke rojeke reş bikeve dîrokê’

Rêzên muxalefetê bi van gotinan bertek nîşa kirin: “Wê weke rojeke tarî bikeve dîrokê, ne dîrok û ne jî mirovahî kesên ku dengê ‘erê’ dane efû nake. Ev sererastkirineke ku wê bi şermê derbasî dîroka mirovahiyê bibe. Sitargeh navendên mirinê ne. Wê li wir bi milyonan ajal bimirin, nikarin tehemula vê yekê bikin. We mîrateyek bixwîn hêla ji zarokên xwe re.”