Pêşkêşvana ku banga boykotkirina berhemên Îsraîlê kir ji kar hat derxistin

Pêşkeşvan Helen Fares a ku li Elmanyayê ji ber banga boykotkirina berhemên Îsraîlê kir ji kar hat derxistin, wiha got: "Medyaya Elman hewl dide hemû dengên ji bo Filistînê derdikevin, bêdeng bike. Lewma divê em hîn zêdetir û bi dengekî bilind biaxivin."

Navenda Nûçeyan- Saziya Televîzyon û Radyoyê ya Elman a Başûr-Rojava (SWR), ragihand ku pêşkêşvana “MixTalk” Helen Fares ji ber ku li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal bikaranîna sepanek a ji bo boykotkirina berhemên Îsraîlê hatiye çêkirin parve kir, ji kar hatiye avêtin.

Di daxuyaniya ku hate destnîşankirin Helen Fares di parvekirina xwe ya li ser medyaya dîjîtal de bêalî tevnegeriyaye, wiha hate gotin: "Her çend rojnamevan xwedî nêrînek siyasî bin jî, divê serxwebûna SWR'ê ji ber xebatên medyaya dijîtal nekevin xeteriyê û nayên jêpirsîn kirin. SWR’ê difikire ku di reşwa taybet de ev rêgez hatiye binpekirin.”

‘Divê em bi dengek bilindtir biaxivin'

Helen Fares jî, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe ya Instagramê de, wiha got: “Medyaya Elman hewl dide hemû dengên ji bo Filistînê derdikevin, bêdeng bike. Lewma divê em hîn zêdetir û bi dengekî bilind biaxivin."

Helen Fares a ku li ser Instagramê xwe wek "Jina beqlewa” bi nav dike, di parvekirina xwe ya supermarketek de, dema hewl dide vexwarina bi çîkoleta ya bi markaya Alpro ya aîdê şîrketa Danone bikire, sepana boykotê ya bi navê "No Thanks" vedike, diyar dike ku şîrket ji bo start-up a Îsraîlê razemenî dike, berhem datîne cihê wî.