Pêşhilbijartinên namzetên jin yên Firatê didomin

Pêşhilbijartinên jin yên hevşardarên kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe duyemîn de li navçe û beldeyên kantonê dewam dikin.

Kobanê – Pêşhilbijartinên namzetên jin yên rêxistina Kongreya Star ku dê beşdarî hilbijartinên hevşaredaran ya di 30’ê Gulanê de bibin, li kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Piştî ku duh pêşhilbijartin li navçeyên Kobanê û Eyn Îsayê pêk hatin, îro jî li navçeyên Qinê, Şêran, Çelebî, Sirîn û beldeyên Pêndir, Til Xezal, Hîşê, Cirin û Remalê  pêşhilbijartin pêk tên.

Jinên van deveran ji satên sibehê ve diherikin ser sandoqan da ku namzetên xwe hilbijêrin.

Dê encamên pêşhilbijartinan di seatên êvarê de werin eşkere kirin.