Pêşengên tevgera jinan a Iraqê li Bexdayê hatin bîranîn

Komeleya Jinên Iraqî di panelekê de keda jinên pêşeng ên di qadên siyaset, hiqûq, huner û wêjeyê de şoreş kirine bi bîr anîn û banga berdewamkirina têkoşîna wekheviyê li nifşên nû kir.

RECA HEMÎD REŞÎD

Iraq - Komeleya Jinên Iraqî bi hevahengiya Pirtûkxaneya Şems El-Umûme panelek li dar xist. Di panelê de, jiyan û ezmûnên tîpên bijarte ji jinên Iraqî yên ku şopên berbiçav di qadên siyaset, çand, huner, hiqûq û wêjeyê de hiştine û beşdarî misogerkirina nirxên dadwerî, wekhevî û parastina mafên jinan bûne, hatin nirxandin.

Panel li Pirtûkxaneya Şems El-Umûme ya li Bexdayê di bin dirûşma "Ji bo rûmetgirtina keda jinan û îlhama ji bo paşerojê" hat lidarxistin. Panela ku ji aliyê Sekretera Komeleya Jinên Iraqî Şemîran Merûkî ve hat birêvebirin, endamên komeleyê, çalakvan, akademisyen, hiqûqnas û rojnamevan tê de amade bûn.

Şemîran Merûkî bal kişand ser rola ku jinên Iraqî di piştgiriya şoreşa 14'ê Tîrmeha 1958'an de lîstine. Wê tekez kir ku jinan bi awayekî çalak di misogerkirina destkeftiyên şoreşê de cih girtiye; faksîyona jinan bi rêya xebatên aktîv yên gel, kampanyayên xwendinê, tevlîbûna di nav sendîka û rêxistinên sivîl de û beşdarbûna di projeyên perwerde, tenduristî û xizmetên civakî de roleke mezin lîstiye.

Wê her wiha da zanîn ku Komeleya Jinên Iraqî yek ji rêxistinên gel ên sereke bû ku ji bo birêxistinkirina jinan û parastina prensîbên dadweriya civakî û wekheviyê xebitî û beşdarî daxwazkirina qanûnên ku mafên jinan diparêzin bû. Di serî de Qanûna Rewşa Kesane ya Hejmar 188 ya sala 1959'an ku di wê demê de wekî yek ji pêşketîtir qanûnên li herêmê dihat hesibandin.

Sembola têkoşîna jinên Iraqî

Di dema panelê de, Dr. Xeyal El-Cewahîrî jiyan û têkoşîna Dr. Nezîhe El-Duleymî, yekemîn wezîra li Iraq û cîhana erebî, bi bîr anî. Wê destnîşan kir ku Nezîhe El-Duleymî xebatên bijîşkî, siyasî û çalakiya civakî gihandibûn hev û beşdarî avakirin û serkêşiya Komeleya Jinên Iraqî bibû. Her wiha şopeke berbiçav di projeyên niştecihbûn û xizmetên şaredariyê de hiştibû û beşdarî amadekirina Qanûna Rewşa Kesane bibû, berî ku piştî derbeya sala 1963'an li sirgûnê xebatên xwe yên neteweyî û jinan berdewam bike.

Huner û jin di rûbirûbûna sînoran de

Hiqûqnas û çalakvan Temîm El-Ezawî behsa ezmûna hunermend Zeyneb (Fexriye Ebdulkerîm) kir. Wê tekez kir ku amadebûna wê tenê bi şano û sînemayê re sînordar nebû, belkî ew bû mînaka hunermendeke dilsoz bi dozên civakê û parêzera azadiya afirandinê û mafên jinan. Berhemên wê beşdarî xurtkirina pêgeha jinê di jiyana çandî ya Iraqê de kirin.

Dengê helbestê yê Iraqê

Ji aliyê xwe ve, Cîgira Sekretera Komeleya Jinên Iraqî Suheyle El-Esem, jiyana afirîner a h

elbestvan Lemîe Ebbas Emare, ku yek ji pêşengên herî diyar ên helbesta erebî ya nûjen e, nirxand. Wê bal kişand ser beşdariyên wê di pêşxistina tevgera helbestvaniyê ya Iraqê de û ew mîrateya wêjeyî ya ku nirxên evîn, welat, hesret û azadiyê li pey xwe hiştine.

Yekemîn hiqûqnasa Iraqî

Şemîran Merûkî jiyana Sebîhe El-Şêx Dawid, yekemîn jina Iraqî ku ji koleja hiqûqê derçûye û yek ji dadwerên pêşîn li Iraq û cîhana erebî, pêşkêş kir. Wê rola wê ya pêşeng di parastina mafên jinan û beşdariyên wê di pêşxistina xebatên dadweriyê de tekez kir. Her wiha pirtûka wê ya bi navê "Destpêka Rêya Rênesansa Jinan a Nûjen" ku wekî yek ji çavkaniyên herî girîng ên ku destpêka tevgera jinan a Iraqê belge dike, bi bîr anî.

Peyama dawî ya panelê

Di dawiya panelê de, beşdaran tekez kirin ku bibîranîna van kesayetiyên jin, dilsoziyeke ji bo xebata wan a neteweyî û mirovî ye û peyamek e ji her nifşên nû re li ser giringiya berdewamkirina têkoşînê ji bo civakeke ku tê de wekhevî, dadwerî û rêzgirtina li mafên mirovan serdest be. Wan eşkere kir ku jina Iraqî her dem şirîkeke bingehîn e û hîn jî di avakirina welat û afirandina hişmendî û guhertinê de xwedî roleke çalak e.