Pêşangehek taybet li ser Melîkeya Tewarq Tîn Henan

Duh, Wezîra Çandê ya Cezayîrê Melîka Bin Doda, çavdêriya vekirina pêşangehek li ser melîkeya Tewarq Tîn Henan, li Muzeya Neteweyî "Bardo" li Cezayîrê, kir.

Cezayir– Di pêşangehê de berhevoka xemlên zîv û zêrîn ên melîkeya Tewarq Tîn Henan, heye.
Wezîra Çandê ya Cezayîrê Melîka Bin Doda diyar kir ku di pêşangehê de berhevokek kevnare û zêrên hêja hene û hemû yên Melîkeya Tewarq Tîn Henan in û wiha pêde çû: "Pêdivî heye ku meriv mîrata çandî ya ku welatê me dixemilîne biparêze û çanda xwe bi nifş û gelên pêşerojê bide nasîn."
Vekirina pêşangehê di çarçoveya çalakiyên Meha Mîrata Çandî de ye, bi navê "Nirxandina Aborî ya Mîrata Çandî" di 19'ê vê mehê de dest pê kir.